Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê da zanîn ku duh saet di 23:30’an de droneke xwekuj a hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, nuqteyeke wan a li taxa Şiqeyêf bombebaran kir, di encamê de endamekî hêzan birîndar bû.
Hêzan diyar kir ku piştî êrişê wan tedbîrên pêwist ji bo ewlehiya herêmê girtiye.
Berî êrişê, hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê gule li rêbendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li taxa Şêxmeqsûd barandin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku wan jî di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva gulebaranê daye.

