Girtî Ugur Çîçek (39) ku li Girtîgeha Tîpa T a Odemîş a Îzmîrê dihat ragirtin, di 27’ê Çileyê de sirgûnî Girtîgeha Tîpa S a Bodrûmê hate kirin. Çîçek di sala 2012’an de dema li Îzmîrê zanîngeh dixwend hate binçavkirin û girtin û bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” 32 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Çîçek ji ewil li Girtîgeha hejmar 2 ya bi Tîpa F a Kiriklarê dihat ragirtin û di sala 2017’an de bi êşkenceyê sirgûnî Odemîşê hatibû kirin. Di dema vê sirgûnê de Çîçek û kesên li gel wî birîndar bûn.
Girtîgeha Bodrûmê 2 roj piştre agahî da malbata wî. Malbatê nekarî bi Çîçek re hevdîtinê bike û derheqê wî de tu agahî bi dest nexistin. Hevalên Çîçek dan zanîn ku gardiyanan bi ser odeya Çîçek de girtine û sirgûnî Bodrûmê kirine.