Jimara pirtûkên derbarê muzîka Kurdî de her çend hêdî be jî zêdetir dibin. Vê hefteyê pirtûkeke nû hat weşandin. Navê wê, “Çîroka Zarokên Rojê û Agir I” ye.
Pirtûk ji aliyê hunermend Rotînda û aranjor Merdan Zirav ve bi hev re tê amadekirin. Di pirtûkê de gotin, nota û çîrokên 50 stranên Rotînda cîh digirin.
Notasyonên stranan û grafîka pirtûkê Merdan Zirav amade dike, gotinên stranan û çîrokan jî Rotînda dinivîse. Pirtûk bi mezinahîya A4 û 142 rûpel e. Ji bo ku muzîkjen dema li ser dikê ne rûpelan bi hêsanî biguherînin, kêlekên pirtûkê bi spiralê hatiye girêdan.
Berhemên di pirtûkê de cîh digirin:
Lo Vedat, Çar Stêrk, Dîrok, Yekitî, Gûlê, Egîd, Kedkar, Şervanê Gelê Me, Dildarê Min, Bê Te Nabe, Dilşo, Sîser, Bawerî, Oxir Be, Çima Tenê, Delala Min, Qêrîn, Gerîla, Koçberî, Zîlan, Çarçela, Benda Te Me, Veqetin, Sê Jinên Azad, Êvarda, Avaşîn, Bihişt, Li Te Geriyam, Carna, Biçilmisî, Avî, Erdal Heval, Welatê Min, Gimgim, Nîvcû, Şev Nîvê Şevê, Newroz, Axîn, Ji Kerema Xwe, Ya Star, Roboskî, Koîro, Kurdim, Tekoşîna Jin, Dîlanê, Wenda, Sakîne, Heval Atakan, Nabihîsin.
Rotînda van stranan di navbera 1990-2019an de dinivîse û beste dike. Di pirtûkê de hatiye nivîsandin ku kîjan stran kengî û li ku hatiye çêkirin.
Roja şanenavê tê lidarxistin
Ji bo pirtûka “Çîroka Zarokên Rojê û Agirî I” dê di 27ê Kanûna Pêşîn de li Hannoverê û di 14ê Çile de jî li Baselê roja şanenavê were lidarxistin.
Merdan Zirav got, “Em cîlda duyemîn a pirtûkê jî amade dikin. Di cîlda duyemîn de jî dê 50 stran bi gotin, nota û çîrokên wan cîh bigirin.”
Dema cîlda duyemîn jî were weşandin, dê bi tevahî 100 stran bi gotin, nota û çîrokên wan hatibin belgekirin. Ev yek erkên nû dide pêşberî lêkolîneran. Heke em werin ser ka ev erk çi ne.
Erkên dikevin ser milê lêkolîneran
- Antropologên Çandê divê têkiliya van berheman bi dîroka Kurdistanê û têkoşîna civakî ya dawî re derxînin holê. Rotînda beşeke girîng a van berheman li çiyayan, di nava şerê germ de, di nav gerîlayan de nivîsî û beste kir. Divê were nivîsandin ku ev tê çi wateyê.
- Muzîkolog divê aranjeya, avahiya melodîk û bîrkariya berheman şîrove bikin. Her wiha divê tomar bikin ku Rotînda ji stranan yekem heta strana dawî, di muzîkê de çawa pêşve çûye.
- Rexnegirên muzîkê yên me nîn in. Lê belê rexnegirên muzîkê dê di pêşerojê de derkevin. Divê ew kêmasiyên hunermend derxînin holê û pêşniyarên xwe bikin.
- Di dawiyê de jî, divê ev berhem bi zanyarîya Jineolojîyê, yanî bi nêrîna jinê werin nirxandin.
Van metodên ku me rêz kirin divê ji bo hemî hunermend û komên muzîkê yên girîng werin kirin. Mînak, ji bo Aram Tîgran, Koma Berxwedan, Zozan, Şemdîn, Koma Botan (Qamişlo), Dilovan, Xelîl Xemgîn, Şehrîbana Kurdî û hunermend û komên din…
Îro derfetên me zêde bûne. Bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê zanko û dibistanên muzîkê hatine vekirin. Divê derketina lêkolînerên muzîkê di van saziyên perwerdeyê de were teşwîqkirin û muzîka Kurdî bi nivîskî were belgekirin.

