Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê bi dirûşma “Em bi hev re bi hêz in, em ê bi hev re bi ser bikevin” li saloneke dawetê ya li navçeya Peyasê şîveke piştevaniyê li dar xist. Hevşaredarên bajêr û navçeyan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek kes beşdarî şevê bûn.
Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer di axaftina vekirinê de girîngiya piştevanîyê anî ziman û spasiya beşdaran kir.
‘ÎRO EM JI DOH ZÊDETIR BI HÊVÎ NE’
Piştre endama Komîsyona Piştevanîya Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê û Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît axivî. Gulistan Kiliç Koçyîgît di axaftina xwe de bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got, “Di encama vê hewldanê de, îro em ji doh zêdetir bi hêvî ne, em bi biryar in, em nêzî çareseriyê ne. Çareseriya ku me hêvî dikir wê pêk were.”
‘ÎMRALI ÊDÎ GIRAVA AŞTÎ Û ÇARESERIYÊ YE’
Gulistan Kiliç Koçyîgît der barê serdana komîsyona ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li meclisê hatiye avakirin û serdana Îmraliyê kir de axivî û got:
“Çûyîna komîsyonê bo Îmraliyê rê li ber derbasbûna astengiyeke mezin a di dîrokê de vekir. Kêliyeke zor a şikestinê bû, hate derbaskirin. Birêz Ocalan li Îmraliyê gelek bi biryar, gelek bi coş e. Wekî roja pêşîn, bi girêdana xwe ya bi gelê xwe ve her roj ji bo gelê xwe dixebite û hewl dide. Hişê aştiyê ku ji sala 1993’an ve hewl dide derxîne holê, bi hûrgilî dirêse. Min bi xwe dît ku ew li pişt banga 24’ê Sibatê ye û ji bo serketina vê pêvajoyê wê her cure alîkariyan bike. Girava Îmraliyê demekê girava tecrîdê bû. Xwestin wê bikin girava tecrîdê, lê îro li Îmraliyê aştî gav bi gav tê ristin. Girava Îmraliyê êdî girava aştî û çareseriyê ye.”
‘AŞTÎ BI HINCETAN NAYÊ AVAKIRIN’
Gulistan Kiliç Koçyîgît rexne li hinek partiyên siyasî yên di komîsyonê de ku neçûne Îmraliyê kir û wiha pê de çû: “Li hincetên wan dinêrin, gelo bi rastî hinceteke wan heye? Em dixwazin li DEM Partiyê û gelê Kurd ku ewqas zilm dîtiye, êş kişandiye lê dîsa jî dibêje aştî, binêrin û berawird bikin. Em dixwazin ji vî gelî re hincetan bînin ziman, lê li gotinên wan dinêrin: Bingeha me ji vê re amade nîn e. Hûn evqas dem e siyasetê dikin. Çima we heta îro hişê aşitî û çareseriyê pêş nexist, bingeha xwe ji vê re amade nekir? Gelê me yên ku berdêlên mezin dan, lê dîsa jî ji bo aşitiyê têkoşiyan, ji vê biryarê fam nakin. Aştî bi hincetan nayê avakirin. Mirovên wêrek aştiyê çêdikin. Siyasetmedarên wêrek ava dikin. Îro her kesê ku ji bo aştiyê rîskê digire, gotinê dibêje û ev rê vedike, di dilê gelê Kurd de cihê wî heye. Yên ku baweriya wan bi aştiyê nîn e, bila hincetan neyînin ziman. Kes ji Kurdan re nebêje, ‘Cihê min teng e.’ Ji ber ku zikê Kurdan ji gotinan têr e. Eger bi rastî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bê xwestin, dem hatiye ku her kes pêwîstiya gotina xwe bi cih bîne.”
‘EM CELADÊ XWE BAŞ NAS DIKIN’
Gulistan Kiliç Koçyîgît bersiv da gotinên Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel ên der barê “evîndarê celadê xwe” de û wiha domand: “Em celadê xwe baş nas dikin, lê tevî vê yekê, em dixwazin her kes ji bo çareserî û aşitiyê seferber bibe. Em dizanin ku siyaseta yên ku aşitiyê bi destê xwe ji sînordariya AKP-MHP’ê re dihêlin, ne siyaset e. Em careke din dixwazin vê bangê bikin; Kurdan tenê di dema hilbijartinan de bîr neynin. Kurdan tenê di demên ku hûn tengav bûne de bîr neynin. Kurdan di dema aşitiyê de, di demên ku pêwîstiya çareseriyê heye de bîr bînin. Me gelek caran zorî û zilm nedîtive hatin, lê me ji bo pêşeroja vî welatî, ji bo demokrasiya wê, biryarên dîrokî yên gelek girîng dan. Em dixwazin bersivên wan biryarên ku me girtin, hem di komîsyonê de hem jî di pêşketina vê pêvajoyê de encamên wan ên pratîkî bibînin. Di pirsgirêkeke ku raboriya wê ya dîrokî û civakî ewqas xurt e, mîna pirsgirêka Kurd, em naxwazin kes hesabê dengan bike. Axaftina me ya der barê pêvajoyê de bi AKP’ê re, nayê wateya ku em di tifaqê de ne. Em bi kê re li ser pêvajoyê, li ser çareseriyê biaxivin, em ê bi wî re muzakere bikin.”
‘DIJBERTIYA AKP’Ê NEKIN DIJBERTIYA ÇARESERIYÊ’
Koçyîgît anî ziman ku qonaxa yekem a pêvajoyê qediyaye û bal kişand ser qonaxa duyemîn ku ew jî rêziknameyên qanûnî ne. Gulîstan Kiliç Koçyîgît der barê mijarê de ev tişt anî ziman: “Pêwîst e îktîdar, bêyî ku gotinê ji wir bibe vir, zû qanûnên azadiyê, qanûnên entegrasyona demokratîk bîne rojevê. Pêwîst e qanûnên derbasbûnê zû bi lez ji komîsyonan re bên şandin.Helwesta me der barê vê mijarê de zelal e. Helwestên desthilatdariya siyasî ya ku pêvajoyê dimeşîne, yên ku serê xwe di qumê de vedişêrin, bi tevahî xwedî li pêvajoyê dernakevin û zimanê xwe rast nakin, me qebûl nekir û em ê ji niha û pê ve jî qebûl nekin. Dibêjin ev pêvajo ‘Pêvajoya Tirkiyeyeke Bê Teror e’. Ev pêvajo pêvajoya aştî û demokrasî ye. Her kesê ku baweriya wî bi vê pêvajoyê heye jî, baş dizane ku ev Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk e. Em AKP’ê baş nas dikin, lê îro kes dijbertiya AKP’ê neke dijbertiya çareseriyê. Ji bo me aştî, meseleyeke girîng e wekî nan û avê.”
‘EM Ê AŞTIYÊ AVA BIKIN’
Gulistan Kiliç Koçyîgît axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Divê her kesê di vê salonê de berpirsiyariyê bigire ser milên xwe. Eger hikûmet paş de gav biavêje, divê bi milyonan kes barîkata aşitiyê ava bikin. Em ê bi gelên Tirkiyeyê re jiyaneke nû ava bikin. Baweriya Kurdan bi aştî û azadiyê ji her demê zêdetir e. Mifte di destê me hemûyan de ye. Di vê sedsalê de yên ku pêvajoya aşitiyê bi Kurdan re nemeşin, di siyasetê de tu pêşeroja wan nin e.”

