Ji Akademîsyenên Zanîngeha Parîsê ya 8’emîn Civaknas Engîn Sûstam têkildarî pêvajoya ‘’Aşitî û Civaka Demokratîk’’ axivî. Engîn Sûstam di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku gelek rîskên pêvajoyê hene û ev yek anîn ziman: ‘’Rîskên pêvajoyên aşitiyê gelek in. Yej ji wan rîskan bêguman ew e ku nîqaşa ku pêvajoyên ku li nîveka sermayeya siyasî bi cih bûne wê çawa li ser yasa, qanûna bingehîn û hiqûqê bi dest bixin. Ji ber vê yekê hevdîtina Komîsyonê ya li gel Abdullah Ocalan gelekî girîng e. Ev hevdîtina li ser zemîneke legal pêk hatî, gelekî girîng e. Lê belê ji aliyê din ve gelo wm tmkariyê li civakîbûna meseleyê bike, ji bo vê yekê divê em hinekî bisekin û bibînin. Çimkî divê nîqaşa ku ev pêvajo wê çawa veguhere pêvajoyeke yasayî were pêşxistin.
‘DIVÊ DEWLET BAWERIYÊ BIDE’
Li vir xaleke diltirs heye. Pirsgirêka ku Kurd roja îroyîn ji dewletê, yasayên wê yan jî aktorên saziyên wê bawer nakin, heye. Weke saziyekê divê dewlet baweriyê bide. Bes ne ji bo Kurdan; divê baweriyê bide demokrat, muxalîf û hemû civaka Tirkiyeyê. Yanî pêvajoya aşitiyê bêyî demokratîkbûna Tirkiyeyê bi rê ve naçe. Jixwe ev yek ji aliyê Komîsyona ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî jî hate teyîdkirin. Çimkî Abdullah Ocalan gelekî li ser vê yekê disekine. Tevgera Kurd gelekî li ser vê yekê disekine.’’
‘DIVÊ ZIMANÊ DEWLETÊ YÊ JEHRÎ BIGUHERE’
Engîn Sûstam piştre bal kişand ser zimanê dewletê û got: ‘’Bi min divê pêşiyê dewlet zimanê xwe yê sazîyan, civakî û psîkocivakî biguherîne. Divê ev zimanê ku bi sed salan e nehatiye telkînkirin veguhere. Ji sala 1921’an, ji Koçgiriyê ve ye li Tirkiyeyê zimanekî nefretê hate avakirin. Hem teorî hem jî pratîka vî zimanê ku bi nîjadperestiyê hatiye avakirin, heye û ev yek jî nifşên patolojîk afirand. Yanî ev zimanê nefretê berdewam dike, mesele weke meseleyeke ewlehiyê tê dîtin û bi vî awayî ev ziman ji nû ve tê afirandin. Ji ber ku bi rastî jî ji bo avakirineke civakî ya hevpar zimanê ku tê bikaranîn gelekî girîng e. Di gel ku PKK di vê mijarê de hesas tev digere, aktorên PKK’ê û hemû aktorên siyaseta Kurd di vê pêvajoya aşitiya negatîf de zimanekî pozîtîf bi kar tînin û divê dewlet jî wisa tev bigere, dev ji zimanê patolojîk berde û piştgiriyê bide avakirina zimanê hevpar.’’
Engîn Sûstam di dewama axaftina xwe de diyar kir ku divê gelê daxilî hiqûqê bikin û ev yek anîn ziman: ‘’Abdullah Ocalan jî gelekî li ser vê yekê disekine. Divê dewlet dev ji zimanê gefê yê li ser Kurdan berde û di nava yasayê de wekheviyê ava bike. Temînata qanûna bingehîn were dayîn. Yanî divê pergala mekanîzmaya dewletê ya belav bûye biguhere. Divê pêşiyê Komîsyon were civakîkirin. Ji ber vê yekê her çend erkên mezin li milê Komîsyonê tên barkirin jî divê ew were civakîkirin. Ez di wê baweriyê de me ku bêyî vê yekê diyalog nayê avakirin. Bo nimûne, Komîsyonê li gel Ocalan hevdîtinek pêk anî û hemû kes mereq dike ku di wê hevdîtinê de çi hatiye axaftin. Divê Komîsyon vê yekê bi civakê re parve bike.’’
‘HEWCEYÎ BI PEYMANEKE CIVAKÎ YA NÛ HEYE’
Civaknas Engîn Sûstam destnîşan kir ku hewceyî bi peymaneke civakî ya nû ya civakî-psîkanalîtîk heye û ev yek anîn ziman: ‘’Helbet divê pêvajoya nû di nava xwe de peymaneke civakî ya demokratîk bihewîne. Di vê mijarê de li pêşiya me laboratûwareke gelekî girîng heye: Rojava. Peymana Civakî ya Hevpar a Rojava gelekî demokratîk û pêşketî ye. Her wiha divê akademîsyenên aşitiyê jî daxilî pêvajoyê bibin. Akademîsyenên ji bo Aşitiyê, komek e ku di pêvajoya 2013-2015’an de, a rastî piştî sala 2012’an hatibû avakirin. Bi armanca ku li gelek qadan kar bike, hatibû avakirin. Komeke otonom, spontan û demkî bû. Lê belê gotinên wê komê gelekî girîng bûn. Û jixwe ji ber vê yekê hemû kes ji karê hatin dûrxistin, ji cih û warên xwe bûn û hatin sirgûnkirin. Di pêvajoya nû de hewcehiyeke mezin bi wan heye. Divê ev însan û hemû hevalên me vegerin ser karên xwe. Ji ber ku em qala bi sedan akademîsyenan dikin. Ev bi sedan akademîsyen bes ji ber ku daxwaza aşitiyê kirin û li hemberî şerî sekinin ji karên xwe hatin avêtin û ji cih û warên xwe bûn. Roja îroyîn gelek ji wan karên cuda dikin. ji ber vê yekêji bo birêveçûva vê pêvajoyê divê Akademîsyenên ji bo Aşitiyê daxilî vê pêvajoyê bibin.’’

