Çarşem, 18 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji Kazliçeşmeyê heta bi Yenîkapiyê Newrozên Stenbolê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Menzione: Bersiv ji daxwaza me ya dîtina Abdullah Ocalan re nayê dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 18’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampa KDP-Î li Koyê du carin tê bombebarankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî Newroza Qoserê polîsan êrîşî ciwanan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 7 navçeyên Amedê coşa Newrozê: Bila bibe mizgîniya azadiyê ya 2026’an

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Jinên Cizîra Botan bi 77 meşaleyan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi kareograsfiya Mazlum Dogan Newrozê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Êlihê ji bo Şerzan Sasûn û Raman Soro sersaxî hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wêranşarê Newroza bi coş: Divê statuya Abdullah Ocalan zelal bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz li Stewrê hate pîrozkirin: Divê Rêber Apo tavilê azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Ev Newroz wê bibe Newroza azadiyê ya gelên Îranê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YJK-E ji bo destdirêjiya li Neuköllnê got: Edalet nayê veşartin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rohilat Efrîn li Zurichê axivî: Têkoşîna me dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em bi rola xwe rabin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê ji bo Zeynep Celaliyan name ji Meclîsa Federal a Elmanya re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Polîtîkayên desthilatê tundiya li ser jinê asayî dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dersim: Jin dikarin vê cîhanê biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Hevserokê PYD’ê: Eger Tirkiye çareseriyê dixwaze, divê bi rêveberiya xweser re hevdîtinê bike
Rojava

Hevserokê PYD’ê: Eger Tirkiye çareseriyê dixwaze, divê bi rêveberiya xweser re hevdîtinê bike

Hevserokê PYD'ê Xerîb Hiso anî ziman ku Tirkiye qala çareseriya li Sûriyeyê dike, lê belê êrişkariyê dike, komên radîkal sor dike û got, "Eger Tirkiye daxwaza çareseriyê dike, divê bi Rêveberiya Xweser re hevdîtinê bike û ji xaka Sûriyeyê derkeve."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Hevserokê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso derbarê rewşa dawî ya li Sûriyeyê, peymana 10’ê Adarê û gefên rayedarên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê  Sûriyeyê de, ji ANF’ê re axivî.

 

Hiso bi bîr xist ku Hikûmeta Veguhêz a Suriyeyê di salekê de bawerî nedaye gel û got: “Îradeya gel li ber çavan nehat girtin. Sûriye welatekî yek netew û yek ol nîne. Gelek çand û pêkhate hene. Lê  ev hatin înkarkirin, neyên qebûlkirin. Hikûmeta Veguhêz şopa rejîma Bees dişopîne. Komkujî çêbûn, hikûmeteke ku navê veguhêzbûnê li xwe kiriye, lê ji bo veguhestinê tu tişt nekiriye. Komên çete yên wekî DAIŞ’ê ber bi dawîbûnê ve diçûn, lê xwe nû kirin, niha di nava hikûmetê de ne. Hikûmeta veguhêz wê çi feyde ji van koman bibîne? Lewra gelê Sûriyeyê sala yekemîn bi êş derbas kir.”

‘PIRSGIRÊK LI ŞAMÊ YE’

Xerîb Hiso destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkan di navbera Şamê û Rêveberiya Xweser de peymana 10’ê Adarê hatibû îmzekirin û bandor çêkiriye, lê Şamê gavên  pêwîst ne avêtine û wiha dom kir: “Dema mijar dibû Sûriye, hemû hêzên herêmî û navnetewî bal dikişandin ser peymanê. Peyman çareseriyeke demokratîk, modeleke modelek nû pêş dixe. Di xala yekemîn de hemû pêkhateyan binav dike û Şera jî îmze kiriye. Lê li ser erdê ev neketiye meriyetê. Pirsgirêk li  Şamê ye, dema dor tê pêkanîna wê, paş de gav diavêjin, pêdiviyên peymanê pêk  nayînin.”

‘EM AMADE NE LÊ TIRKIYE PÊŞIYA WÊ DIGIRE’

Hevserokê PYD’ê da zanîn ku ew ji bo çareseriyê amade ne, lê Tirkiye pêşî digere û wiha pê  de çû: “Ji bo pêkanîna hemû madeyên peymanê, şandeyên me hazir in. Peyman wê engtegrasyonê  çêbike, lê ev demokratîkbûn e, tenê parastin nîn e, beşên civakî, siyasî, aborî, jin û ciwanan hene. Mixabin ew tenê di aliyê leşkerî de israr dikin. Tirkiye pêşiya pêkanîna peymana 10’ê Adarê digire. Suriyeyê wekî parêzgehek xwe dibîne. Wisa nabe, tenê dibêje ‘peymana 10’ê Adarê, peymana 10’ê Adarê’. Em ê peymanê  bi Şamê re jiyanî bikin. Eger Tirkiye di peymanê de israr dike, bila alîkar be, gefan neke. Peymanek hatiye îmzekirin û ev ji bo Sûriye û welatên cîran baş e. Tirkiye her tim dibêje ‘em ê QSD’ê bêçek bikin’. Ev merhele derbas bû. QSD’ê bi Şamê re gihişte astekê. Hemû derdoran erênî nirxandin, lê niha ji aliyê Şamê ve sekinî ye. Li gorî min Şam û Tirkiye nahêlin peyman bikeve pratîkê. Hakan Fîdan gefan li îradeya me dixwe. Berdevekê AKP’ê jî gefan dike. Ev keyfa komên tundrew ên nîjadperest tîne. Êrişî îradeya me dikin, gotinên nexweş dibêjin. Ev êrîş hêza xwe ji vê siyasetê digirin. Komên cur bi cur sor dikin û bi ser me de dişînin. Li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç heye. Kiryarên herî xirab li Efrîn û Serêkaniyê têne kirin da ku penaber venegerin. Hevdîtinên rêveberiya xweser û Şamê çêdibin, lihevkirin derdikeve pêş, lê  Tirkiye mudaxele  dike. Bi vî şêwazî tifaq çênabe.”

‘SIYASETA TIRKIYEYÊ JI BO PÊVAJOYÊ METIRSÎDAR E’

Xerîb Hiso bi bîr xist ku Tirkiye di nava pêvajoyeke nû ya hewldanên aştiyê de ye, lê li Suriyeyê tu gavên li gorî vê pêvajoyê ne avêtine, lewma ev dibe metirsiyek û wiha pêde  çû: “ Rêber Apo bi banga xwe ya 27’ê Sibatê hemû herêm xist merhaleya guhertin, diyalog, lêgerina azadî û demokrasiyê. Hemû herêm û welat bi vê bangê re ketin merhaleyeke nû. Ev jî destjêberdana ji navendîbûn, qirkirin, şer û înkarê ye. Tirkiye jî ketiye nava vê pêvajoyê, çareseriyê nîqaş dike. Em jî piştgirî didin û hêvi dikin bimeşe. Lê siyaseta ku li Suriyeyê dimeşîne, ji bo vê  pêvajoyê metirsiyeke mezin e.”

‘EGER ŞAM AMADE BE DÊ PÊŞKETIN ÇÊBIBIN’

Hiso diyar  kir ku Suriye jî di pêvajoyek veguhestinê de ye, eger Şam xwe amade bike, dê pêşketinên pir mezin çêbibin û ev nirxandin  kir: “Serê salê nêzîk dibe, mumkune ku bi aliyên tekildarî rewşa Sûriyê re li  ser peymanê û pratikkirina wê bixebitin. Em di pêvajoyeke nû de ne, ev ne serdema şer, serdema çareserî, aştî û civakek demokratîk e. Li Sûriyeyê civakên weke Ereb, Kurd, Çerkez, Tirkmen, Xiristiyan, Asûrî, Suryanî, Durzî û Elewî hene. Ger çareseriyek hebe, divê ev hemû werin dîtin. Ji bo çareseriyek rastîn û pêkanîna peymana 10’ê Adarê, divê pêşî destûra Sûriyeyê were guhertin. Eger Tirkiye dixwaze çareseriyê li Sûriyeyê bibîne, bila diyalogê bi Rêveberiya Xweser û QSD re jî bike. Li Sûriyeyê bingehek ji bo aştî û diyalogê heye. Armanca me yekrêziya gelan e. Peymana me ya civakî heye. Sekna me li hemberî hemû êrîşan yek e. Fikreke nû, demokratîk e. QSD parçeyek ji vê ye. Ji Kurd, Ereb, Asûr, Suryan, Tirkmen, Êzidî û Xristiyanan pêk tê. Hêza parastinê ya jin heye. Bi Koalîsyona Navdewletî re li dijî DAIŞ’ê şer dike. Çavê hemû gel û pêkhateyên Sûriyeyê li vê modelê ye.”

Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso anî ziman ku tirsa Tirkiyeyê ji pergala civakî ya nû, ramana demokratîk û îradeya kolektîf a gel ku di 10-15 salên dawî de li Bakurê Sûriyeyê derketiye holê ye û wiha dawî li  nirxandina xwe anî: “Ditirse ku ev model li seranserê Sûriyeyê belav bibe. Eger Tirkiye dixwaze ji bo aştiyê rolekê bilîze, wê demê divê bi hemû aliyan re diyalogê bike. Deriyê danûstandinê ji Rêveberiya Xweser re jî veke. Bi pêkanînên şerê taybet hewl didin derûniya mirovan xirab bikin, lê gel şoreşek çêkiriye û dê bi hêza rewşenbîrî, rêxistin û îradeyek bêhempa têkoşîna xwe bidomîne. Em her gav ji bo diyalog, nîqaş û çareseriyan vekirî û amade ne. Bi hilweşîna rejîmê re Tirkiyeyê li Sûriyeyê kontrolek leşkerî ava kiriye. Ev rewşeke dagirkeriyê ya eşkere ye, Serêkaniyê, Girê Spî, Ezaz, Cerablus û Efrîn di bin kontrola Tirkiyeyê de ne. Eger bi rastî aştî û rêkeftin tê xwestin, divê Tirkiye ji axa Suriyeyê vekişe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dorpêça li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berdewam dike
Nûçeya Pişt re Çeteyan welatiyek revand
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ciwanê got ‘şaredariyên me vala bikin’ hate girtin

Endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Vedat Ozer ku ji waliyê mêtinger ê ku dest…

Ji aliyê Stêrk TV

Tekîn Yoldaş: Ûlaş ji me re pêşeng bû

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Komûnarên ŞoreşgerTevgera Azadiyê ya Yekbûyî (DKP-BOG) Tekîn Yoldaşî got: ‘’Hevrê…

Ji aliyê Stêrk TV

Kombûna Jinan a Zenûbiya: Jin nebe Sûriyeyeke demokratîk ava nabe

Kombûna Jinan a Zebûniyayê ragihand ku jin dengê aştî û azadiyê ye û bêyî tevlîbûneke…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Agirê Newrozê li bajarên Rojava gur dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Dêrik û Dirbêsiyê şehîd hatin spartina axê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Konferansa jinê: Divê hikumet xwe biguherîne, jin bê parastin nabe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Agirê Newrozê li Qamişloyê gur bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?