Yekşem, 1 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Fatma Unsal Botan: Desthilatdarî di vê pêvajoyê de MGK’ê dide pêş, ev yek cihê rexneyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 1’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sancar: Abdullah Ocalan derbasî cihê nû yê li Îmraliyê hatiye çêkirin bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiya Dr. Zeyneb Silêmanî ya girtî giran e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Samsunê ‘Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê civîna gel hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Em ê nirxên ku şehîdan bi fedakariyê afirandin her tim biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi merasîmeke heybet 7 şehîdên Şengalê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan car din edalet xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlaya YJA Starê Rojbîn Sonmez hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîdên me siberoja me ronî kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo kurê xwe yê bûye mexdûrê tiryakê têdikoşe: ‘Ciwanên me ji vê jehrê rizgar bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Dadgerî newekheviya zayendî mezin dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newaya Jin bi manşeta ‘Parastina cewherî mafê hebûnê ye’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna kedê ya li dijî kapîtalîzm û mêtingeriyê’ hat axaftin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Elîf Aslan jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Jinan: Divê em aştiyê mîsoger bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Voce Arcaica ya ku ji bo Nagîhan Akarsel tê lidarxistin wê di 7’ê Mijdarê de li Romayê be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Arkaş: Em ê bi hev famkirinê aştiyê bînin
Rojane

Arkaş: Em ê bi hev famkirinê aştiyê bînin

Çetin Arkaş di civîna gel a li Dîlokê de axivî û destnîşan kir ku ev pêvajo bi ferzkirinên yekalî nikare bimeşe û got, “Em ê bi hev famkirinê aştiyê bînin” û bang kir ku bi rastiyan re rû bi rû bimînin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Civîna gel ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk ve li saloneke navçeya Şehîtkamîl a Dîlokê hate organîzekirin. Çetin Arkaş, ji Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata û endama Buroya Hiqûqê ya Asrînê Raziye Ozturk beşdarî civînê bûn. Di tevahiya civînê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Silav, silav hezar silav ji Îmraliyê re”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin gotin.

RAZİYE OZTURK: DI RÊVEBERIYA PÊVAJOYÊ DE DIVÊ ALÎ WEKHEV BIN

Endama Buroya Hiqûqê ya Asrînê Raziye Ozturk, di axaftina xwe de silavên Rêber Apo ragihand û got, “Abdullah Ocalan rêberek e ku di Kurdan de teyîsîneke xwe a kolektîf nîşan dide. Ji ber vê yekê, di rêveberiya vê pêvajoyê de jî divê alî di şert û mercên wekhev de bin.” Raziye Ozturk wiha lê zêde kir: “Ji ber vê yekê em girîngiyê didin azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan û xebata wî di şert û mercên azad de. Yanî çawa aliyê dewletê dikare bi her kesî re bişêwire û bicive, divê Birêz Ocalan jî bikare bi muxatabên din re bicive û bigihîje wan.”

AYLA AKAT ATA: HÊVÎ EM IN

Endama TJA’yê Ayla Akat Ata gotina “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1993’an ve di nava pêvajoyê de ye” dest bi axaftina xwe kir û wiha domand: “Wî ev hevdîtin bi dewletê re kir, nirxand, encamên wê dizane û vîna ku ji deklarasyona 27’ê Sibatê heta îro anî holê, agahiya tevahiya vê pêvajoya heyî ye. Serok bi vê agahiyê tevdigere. Wê demê divê em jî li gorî vê agahiyê rêxistinbûyînê derxin holê.”

Ayla Akat Ata bal kişand ser civînên gel ên piştî banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê û got, “Eger em behsa çareseriya demokratîk, avakirina civakeke demokratîk û aştiyê dikin, wê demê em ê gotinên wî bînin ziman.” Ayla Akat Ata wiha berdewam kir: “Em ê bi xwe bawer bikin. Hêvî di me de ye, hêvî em in. Hêvî tam jî gelê me ye ku îro ev salona dagirtiye.”

ARKAŞ: HINEK TIŞT DIVÊ BÊ GUHERTIN

Çetin Arkaş jî bal kişand ser pêwîstiya misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêber Apo ku muxatabê sereke yê pêvajoyê ye û baştirkirina şertên xebatê yên wî. Arkaş ev tişt anî ziman: “Rêber Apo mirovekî ku di şertên herî zehmet de tiştên ku jê bawer dike tîne ziman. Zanyariya dîrokê ya wî pir xurt e, mirovekî zana ye ku pir baş dizane ew çi dike. Bi baweriyeke mezin ez vê dibêjim: Abdullah Ocalan ne yê ku bixapîne û ne jî yê ku were xapandin e. Me ev yek di dîrokê de gelek caran dît û tecrûbe kir. Eger têgihiştineke ku Kurdan wekî hebûn û rûmeta gelekî bibîne pêş bikeve, em amade ne ku hembêza xwe vekin. Em ê rabirdûyê ji bo kînê, lê ji bo ku careke din neyê jiyîn, ji bîr nekin. Behsa entegrasyonê ji me re tê kirin, lê tayînkirina qeyûman berdewam dike, hevalên me di girtîgehan de dîl in, tecrîda li ser giravê ranebûye. Hinek tişt divê bê guhertin. Têkiliyên Kurd û Tirk di sedsala dawîn de xirab û bi pirsgirêk e. Êşên çandî, zirarên aborî hatin jiyîn. Heke em hev nas bikin, em dikarin aştiyê bînin.

‘EM Ê BI HEV FAMKIRINÊ AŞTIYÊ BÎNIN’

Arkaş destnîşan kir ku di dema şer de hem Kurdan hem jî Tirkan gelek windahî jiyan û got, ji bo ku êdî ev windahî çênebin pêwîst e aştî bê pêkanîn. Çetin Arkaş got, “Em ê bi hev famkirinê aştiyê bînin, û bi ferzkirinên yekalî ev kar naçe cihekî saxlem. Em dixwazin vê yekê bi taybetî careke din bînin ziman. Divê her du alî jî bi rastiyan re rû bi rû bimînin.”

Civîn bi bersivdana pirsên welatiyan bi dawî bû.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê kirin: 2 sivîl û 2 şervan birîndar bûn
Nûçeya Pişt re NY: Li Efganistanê 17 milyon kes vê zivistanê di bin xetereyê de ne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Li dijî xeta xiyanetê pêwîstî bi stratejî û yekdengiya neteweyî heye’

Siyasetmedar û rewşenbîrên li Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku divê li dijî dagirkeriyên li ser…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 12’Ê TÎRMEHA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Karkerên Madenê yên Dorukê çalakiya xwe bi dawî kirin

Karkerên Madenê yên Dorukê ku 9 roj in di greva birçîbûnê de bûn, piştî daxwazên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Kongra Star 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê silav kir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Newaya Jin bi manşeta ‘Parastina cewherî mafê hebûnê ye’ derket

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Fatma Unsal Botan: Desthilatdarî di vê pêvajoyê de MGK’ê dide pêş, ev yek cihê rexneyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 1’Ê MIJDARA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?