Yekşem, 3 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Onder li ser gora xwe hate bîranîn: ‘Aştî wê teqez were’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevanan bang kirin: Hempîşeyên me berdin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Ciwanan: Azadiya Abdullah Ocalan navenda xeta me ya têkoşînê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG: Li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê di bin dorpêça piralî de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di 3 rojên destpêkê yê Gulanê de 10 karkeran jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî dejenerebûnê xweparastina civakî û exlaqî şert e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    MGK: Divê zextên li ser rojnamevanan bi dawî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanê Kurd Mehrab Abdullahzade hate darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Colemêrgê rê nîne: Erdhejeke gengaz wê hilweşîneke mezin bi xwe re bîne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Farqîn: Em ê mîrateya şehîdan bi felsefeya ‘Yek hirqe û yek loqma’ bidomînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî: Em her rojê veguherînin roja zimanê Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nêrgiz Mihemedî bi cîhaza oksîjenê dikare hilmê bistîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îngilîstan û Gallerê tenê %3’yê xwekuştinên girêdayî tundiya nav malê derbasî darazê dibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo jinên li Stenbolê hatine qetilkirin û windakirin meş hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê 1’ê Gulanê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Di karên çandiniyê yên demsalî de jin rû bi rûyê mêtingeriyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêvîn Reşîd: Ji bo parastina mafên xwe divê em jin dengê xwe bikin yek û bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    4 hezar sal in nehatibû xwendin: Nivîsa Elamî hat deşifrekirin; gelo Elamî Kurd in?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çavdêriya ji Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Zextên li ser malbatên girtiyên siyasî zêde dibin
Li Rojhilat 394 welatî hatin binçavkirin
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Nesîm Bîlgîn: Keça min da ser şopa heqîqetê, bila navê wê neyê jibîrkirin
Kurdistan

Nesîm Bîlgîn: Keça min da ser şopa heqîqetê, bila navê wê neyê jibîrkirin

Di ser qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn re salek derbas bû. Bav Nesîm Bîlgîn diyar kir ku wê kêlê gora keça xwe jî nedîtiye û got, "Keça min da dû heqîqetê. Armanca xwe ronîkirina rastiyê bû. Bila navê wê neyê jibîrkirin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Di ser qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn salek derbas bû ku dema êrişên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Bendava Tişrînê û Qereqozaxê dişopandin ji aliyê SÎHA’yên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin.

Cenazeyên herdu rojnamevanan ji ber ku wergirtina wan ji aliyê dewleta Tirk ve hat astengkirin li Qamişloyê bi merasîmeke bi beşdariya bi hezaran kesî hate veşartin.

Li gel nerazîbûna gelek derdorên civakî jî ji Tirkiyeyê têkildarî vê komkujiyê daxuyaniyeke fermî nehate kirin. Rojnamevanên ku nerazîbûn nîşanî komkujiyê dan û daxuyanî dan ya hatin girtin yan jî ketin ber lêpirsînê.

Bavê Cîhan Bîlgîn Nesîm Bîlgîn anî ziman ku li gel saleke di ser bûyerê re derbas bûye hîn jî edalet pêk nehatiye û diyar kir ku di nava vê demê de wî nekariya serdana gora keça xwe jî bike. Bav Bîlgîn anî ziman ku ji keça wê tenê saet û alavên şexsî maye, ew jî bi van alavan hesreta xwe derbas dikin û got, “Bila Cîhan neyê jibîrkirin, bila têkoşîna heqîqetê dewam bike.”

SAET, KAMERA Û TOQEYEKE

Piştî komkujiyê hevrêyên Cîhan alavên wê ji malbata wê re şand. Malbat jî salek bi van alavan li pey xwe hişt. Kinc, toqe, kamera, berguhk, çente û saeteke şikestî ku di dema qetilkirinê de di destê wê de bû, ji aliyê malbata wê ve hatine hilanîn.

Malbata wê dema Cîhan bi bîr tîne qala jêhatîbûn û durustiya wê ya di salên zarokatî û ciwantiyê de dike. Bav Nesîm Bîlgîn got, “Parçeyek nanê wê hebûya di çar hevalên xwe re parve dikir” û anî ziman ku saeta keça wê ya ku saet di 14:10’an de sekinî ji bo wan tê wateya her tiştî.

‘NIKARIM BIÇIM SER GORA KEÇA XWE’

Bav Bîlgîn qala pêvajoya piştî mirina keça xwe, daxwaza aştiyê û lêgerîna li edaletê kir. Bîlgîn diyar kir ku keça wî miroveke dilgerm bû, bi mirovan re têkilî datanî, karker û parvekar bû û got, “Hem li malê hem jî li derve xêrxwaz bû, miroveke piştevan bû. Gelekî kedkar bû, mirovên li taxê jê hez dikirin. Dema ku pere bi destê wê biketa tekez beriya xwe li xwişk û birayên xwe difikirî.”

Nesîm Bîlgîn anî ziman ku ji bo dîtina gora keça xwe du caran çû ser sînor, lê belê ji Deriyê Sînor ê Sêmalka hate vegerandin û diyar kir ku êşa wan hîn jî dewam dike û got, “Em nikarin biçin ser gora keça xwe. Par ji bo anîna ceza me gelekî hewl dan, lê belê nebû. Îsal ji bo dîtina gora keça xwe ez gelek caran çûm ser sînor, lê belê nehiştin derbas bibim. Dixwazim kêlê gora keça xwe bibînim.”

‘KEÇA MIN DA PEY RASTIYÊ’

Bav Bîlgîn qala dema çûyîna Cîhan Bîlgîn ji bo Rojava kir û ragihand ku keça wê piştî mejiyê DAÎŞ’ê û faşîzma wan dît, nekarî xwe rabigire û got, “Got, wijdanê min rê nade û ne çek lê ahişt kameraya xwe. Da pey rastiyê. Ne derew lê rastî vedigot. Armanceke xwe ya din tine bû. Ez gelekî bi derengî bi çûyîna keça xwe hesiyam.

Keça min li wê derê bi kameraya xwe têkoşîna ji bo rastiyê dimeşand. Qala rewşa jin û zarokan dikir.”

‘RIJANDINA VÊ XWÎNÊ DIVÊ ÊDÎ BISEKINE’

Nesîm Bîlgîn anî ziman ku mirina keça wan bi rengekî fermî nehatiye qebûlkirin, ji ber vê jî nikarin belgeya mirinê derxînin, li gel ku gelek caran serlêdan kirin jî encam wernegirtin û got, “Em çi bikin jî ev der mirina keça min qebûl nake û belgeya mirinê dernaxîne.” Bîlgîn diyar kir ku ji ber vê rewşa xitimandî ya hiqûqî wan serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dane.

Nesîm Bîlgîn xwest, êşên heyî êdî bi dawî bibin û got, “Di vê demê de canê her kesî şewitî. Em naxwazin êdî canê kesî bişewite, em naxwazin xwîn birije. Ewqasî rijandina xwînê bes e, ewqasî şer bes e. Em dixwazin ev pêvajo bi rengekî erênî bi encam bibe. Bila êdî ji herdu aliyan xwîn nerije. Bila kes van êşan nekişîne. Rijandina vê xwînê bila êdî bisekine, ji bo vê jî çi ji destê kê tê bila bike. Em aştiyê bi vî rengî ava bikin.”

‘DIVÊ CÎHAN NEYÊ JIBÎRKIRIN’

Herî dawî jî Nesîm Bîlgîn bang li hempîşeyên Cîhan kir û got, “Bila li ser mijara mirina keça min bisekinin, keça min ji bîr nekin. Bila dest ji têkoşîna keça min bernedin û çi ji destê wan bê bikin. Bila her tim xwedî li navê wê derkevin.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Prof. Bozarslan: Pêwîstî bi peymanekê heye
Nûçeya Pişt re Temellî: Bêyî budçeya aştî û nan ne edalet pêk tê, ne jî xizanî diqede
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cenazeyê Cîn ê şehîd ket, hate veşartin

Cenazeyê Basrî Cîn ê li bejahiya Elkê di bombardûmanê de şehîd ket li navçeya Silopiyayê…

Ji aliyê Stêrk TV

Parlamenta Îranê wezîrê aboriyê ji wezîfeyê dûr xist

Parlamenta Îranê ji ber krîza aboriyê ya giran wezîrê aboriyê ji wezîfeyê dûr xist.

Ji aliyê Stêrk TV

YRK: Dewleta Îranê li herêma Pêncewîn êrîşî hêzên me kir, hevrêyek me şehîd bû

Fermandariya YRK’ê derbarê êrîşa 19’ê Tîrmeha 2025’an a li herêma Pêncewîn daxuyanî da û ragihand…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

MGK: Divê zextên li ser rojnamevanan bi dawî bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DFG: Li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê di bin dorpêça piralî de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ciwanê Kurd Mehrab Abdullahzade hate darvekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Colemêrgê rê nîne: Erdhejeke gengaz wê hilweşîneke mezin bi xwe re bîne!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?