Di raporê de, pirsgirêka Kurd wekî “pirsgirêkek demokratîkbûnê” tê pênasekirin û balkêşe ku sererastkirinên hiqûqî û siyasî ji piştî “tesdîqkirin û teyîdkirina” bêçekkirina PKK’ê re tê hiştin.
AKP’ê her çiqasî diyar dike ku çareseriya pirsgirêkê tenê bi aborî an polîtîkayên ewlehiyê nayê çareserkirin jî, bêçekkirin wekî “destpêka” ji bo gavên qanûnî yên ku di serdema nû de werin avêtin tê destnîşankirin.
Di raporê de tê gotin ku divê raya giştî di rêvebirina pêvajoyê de were agahdarkirin û li “dijî hewdanên “pêvajoyê sabote dikin” banga destwerdana hiqûqî dike.
Di beşa polîtîkaya derve de, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî “gefeke ewlehiya neteweyî” tê binavkirin; îdiayên “korîdora terorê” ya li ser sînor dubare kir. Di raporê de tê xwestin ku avaniyên Rêveberiya Xweser ên bi îdîaya PKK’ê hatine avakirin bên tasfiyekirin û Peymana 10’ê Adarê ya bi hikûmeta Şamê re hatiye îmzekirin were bicihanîn.
Di raporê de tê qebûlkirin ku ji ber pevçûnan bi qasî 2 trîlyon dolar zirara Tirkiyeyê çûbûye û hat destnîşankirin ku aştî wê mezinbûna aboriyê bilez bike.
Di raporê de hat destnîşankirin ku qanûnên heyî (TMK, TCK, CMK û qanûnên cezayê) dikarin di ber çavan de werin derbaskirin, lê ji bo pêvajo li gorî rêgezên dewleta hiqûqê bê meşandin, amadekirina qanûnên demkî wê bi ewletir be.
Herî dawî hat xwestin ku astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk werin rakirin, mewzûata partiyên siyasî û hilbijartinê werin sererastkirin û ji bo birêvebirina pêvajoyê nexşerêyeke vekirî were çêkirin.

