Gilî ji aliyê Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya DEM Partiyê ve bi navê Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan hate kirin.
Di serlêdanê de hate xwestin, li hemberî kesên di nava komên alîgirên Bûrsasporê de sûc kirine, lîderên trîbûnê yên heqaret bi rê ve birin, amîgoyan, rêveberên kulûbê û kom û alîgirên Ankaragucu yên heman kiryar dewam kirin, karê pêwîst bê kirin. Di serlêdana gilîkirinê de her wiha hate xwestin ku berpirsyariya hakeman, tîmên teknîkê, nûner û çavdêrên Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) jî bê lêkolînkirin.

