Duşem, 28 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di meha 177’emîn a komkujiya Roboskiyê de careke din banga edaletê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xozatê li dijî tiryak û çetebûnê meşeke girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê ji bo Denîz Goktaş banga azadiyê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Desteya Şopandin û Nirxandinê civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gaziyan serdana rêveberiya Kobanê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 28’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê li biryargehên partiyên Kurd xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêniyê 83 salî yê Qendîlê: Hesret û hêviya me azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Feryada dayika Ceylan li dilê min neqişî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolandina gora komî ya Şerfedînê bi dawî bû, pêvajoya tiba edlî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Necîp Çarpaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinê ya helbesta Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê: Jîla Huseynî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > PÎK: Me komkujiya Roboskî ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin
Rojane

PÎK: Me komkujiya Roboskî ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin

PÎK'ê qurbaniyên komkujiya Roboskî bi bîr anî û got, "Heta ku dewleta Tirk bi komkujiyên ku li gelê Kurd kiriye rû bi rû nebe, ne li Tirkiyeyê ne jî li Kurdistanê wê aramî nebe; wê meseleya Kurd jî çareser nabe."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK) ji ber salvegera 14’an a Komkujiya Roboskî daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku 28’ê Kanûna 2011’an li gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê di encama bombardûmana balafirên şer ên Tirk de 34 sivîlên bêguneh bi xwînxwarî hatin kuştin ku 17 ji wan zarok bûn.

PÎK’ê got, “Li gel 14 salên di ser re derbas bûne, têkoşîna edaletê ya malbatên dilşewat hîn bê encam e; kiryar nehatine darizandin, bêcezahiştin dewam dike.

Ev komkujî di dema desthilatdariya AKP’ê de hate kirin ku ji bo Kurdan dibêje ‘birayên me’ ne. Desthilatdariya AKP-MHP’ê îro jî dijminatiyê li destketiyên gelê Kurd dike û bi zimanê şer û nefretê diaxive.

Mixabin ji davabûna rejîma Kemalîst û vir de her desthilatdariyê polîtîkaya înkar, zilm û tinekirinê ya li hemberî gelê Kurd dewam kirin. Dewleta Tirkiyeyê dijminatiya xwe ya li gelê Kurd ne tenê li nava sînorên Tirkiyeyê, li her devera ku Kurd lê ne, dimeşîne.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku piştî hilweşîna rejîma Esad, dewleta Tirk li Rojava heman siyaseta înkar û dagirkeriyê dewam dike û hate gotin, “Bi lîderê çeteyan Ahmed Şara re li dijî gelê Kurd gefên bêexlaq li gelê Kurd dixwe; Wezîrê Karên Derve bi rengekî eşkere zimanekî welê bi kar tîne ku gelê Kurd dike hedef.

Heta ku dewleta Tirk bi komkujiyên ku li gelê Kurd kiriye rû bi rû nebe, ne li Tirkiyeyê ne jî li Kurdistanê wê aramî nebe; wê meseleya Kurd jî çareser nabe.

Xwedê di Quranê de fermana edaletê dide:

‘Ey yên xwedî îmanê! Ji bo xwedî maf biparêzin, bi edaletê şahidiyê bikin. Hêrsa we ya li hemberî civatekê bila we ber bi bêedaletiyê ve nebe. Bi edalet bin. Bêguman haya xwe ji kiryarên we heye’. (Sûreya Maide, ayeta 8.)

Em, bi navê Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK) komkujiyên ku dewleta Tirk li Roboskî û gelê me kiriye, bi tundî şermezar dikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, “Me Roboskî ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin! Edalet zû yan jî dereng wê pêk were.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Qendîlê demsala zivistanê
Nûçeya Pişt re Li Rojhilatê Kurdistanê 2 kolber ji ber aşûtê mirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê Newroz bi coş hat pîrozkirin

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê Newroz bi coşekî mezin hat pîrozkirin Sebahat Tûncel…

Ji aliyê Stêrk TV

KOMAW: Divê şer werin sekinandin, pirsgirêk bi rêyên demokratîk werin çareserkirin

Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) di peyama xwe ya Cejna Remezanê de banga; ‘’Divê şer tavilê…

Ji aliyê Stêrk TV

Aldar Xelîl: Tu kes nikare roja me tarî bike

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl diyar kir ku Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê domandina…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Di meha 177’emîn a komkujiya Roboskiyê de careke din banga edaletê hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Xozatê li dijî tiryak û çetebûnê meşeke girseyî

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Nîjeryayê zêdetirî 80 kes hatin revandin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?