Lêçûnên ku ji bo Kongreya Bajêr a 7’emîn a AKP’ê ya li Wanê têne kirin, careke din nîşan didin bê çima şaredariyên di bin dagirkeriya qeyûm de ne ketine nava çirava deynan.
Qeyûmên ku dest danîne ser şaredariyên HDP’yî, li gel firotina erdên cemaweriyê yên gel, nelirêtî, torpîl û bertîlê, her wiha çavkaniyên ku divê ji bo gel bêne bikaranîn pêşkêşî desthilatdariyê û saziyên dewletê dikin. Dema ku Serokkomarê Tirk Erdogan hat Wanê, ji bo mîtîng girseyî be ji gundan mirov hatin veguhastin û ji bo vê jî îhaleya mînîbusan hate kirin, bi vî rengî qeyûman bi 2.5 milyon TL zerar dan şaredariyê. Qeyûm niha jî bûne amadekar û fînansorên kongreyên AKP’ê.
Lêçûnên ji bo Kongreya Bajêr a 7’emîn a AKP’ê balê dikişînin. Ji bo xemilandina salonê bi balonan 17 hezar û 500 TL, ji bo xalîçeya sor a ku Erdogan li ser bimeşe 6 hezar TL, ji bo trîbunan 7 hezar û 500 TL, ji bo xemilandina dikê 32 hezar TL, ji bo 150 kursiyên Hîlton 3 hezar û 750 TL hate dayin. Bi vî rengî şaredariyê 300 hezar TL da. Di nava lêçûnan de ji bo balonên jûmbo 10 hezar TL hatin xerckirin. Balonên bi gaza helyûmê bi logoya AKP’ê hate amadekirin.
Parlamenterê Wanê yê DEM Partiyê Mahmût Dîndar ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku bi feraseta desteserkirina çavkaniyên gel tevdigerin û got, “Budçeya ku divê ji bo gel bi kar bînin, ji bo xwe bi kar tînin. Jİ bo kêf û luksa xwe bi kar tînin. Li Wanê kongreyê dike û ji bo balonên bi logoya AKP’ê jî gelek xerc kirin. Gava ku dema wê hat em ê hesabê vê bipirsin. Raporên Dadgeha Şêwirmendiyê li ber destê me ne. Me ev mijar xistin rojeva Meclîsê, dadgeriyê, lê belê dadger û dozger niha di bin kontrola hikumetê de ne. Ya ku li Wanê tê kirin sûc e. Nabe ku partiyeke siyasî ji şaredariyê xerc bike.”