Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk di 4’ê Çileyê de wê li Amedê bi dirûşma ‘Hêvî û Azadiyê’ mîtîngek bê lidarxistin. Di mîtîngê de ku wê li Qada Stasyonê ya li navenda bajêr pêk were, wê bangên ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd derkevin pêş û daxwaza azadiya Rêber Apo bê kirin.
Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît li ser mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ ya li Amedê ji ANF’ê re axivî û got, “Gava ku bi Birêz Ocalan re hevdîtin hatin kirin, Birêz Ocalan timî got, ‘Dewleta li derveyî normê hîn jî di dewrê de ye’. Em îro qada pêvajoyekê, her wiha qala pêvajoyeke dîrokî dikin. Aktorê sereke yê ku pêşî li vê pêvajoyê vekir Birêz Ocalan bû. Gotinên Devlet Bahçelî û Recep Tayyîp Erdogan ên li ser vê mijarê ji bo me gelekî hêja ne. Ya rast pêvajoyeke bi vî rengî ji aliyê herdu aliyan ve hate destpêkirin.
Ev pêvajo saleke bi gavên gelekî giran dimeşe. Li aliyekî Tevgera ser bi Birêz Ocalan gavan diavêje, mixabin dema mirov bala xwe didin ser aliyê din, dibînin ku helwesteke gelekî giran û lawaz heye. Di destpêkê de jî li ser mijara ‘mafê hêviyê’. Ji bo Birêz Abdullah Ocalan ‘mafê hêviyê’ bi cih nehate anîn.
Ji bo Birêz Abdullah Ocalan divê ‘mafê hêviyê’ di dema herî kurt de, bêyî hincetdîtinê bi cih bê anîn. Divê şert û mercên ku Birêz Ocalan di nav de ye bêne sererastkirin. Eger em qala pêvajoyeke dualî dikin, derfetên ku aliyek xwedî wan e, divê bi aliyê din re jî hebe. Pêwîste dewlet gavên pêwîst tavilê biavêje.”
‘DIVÊ PÊŞÎ LI AŞTIYA MAYINDE BÊ VEKIRIN’
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît destnîşan kir ku bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Apo wê bibe yek ji gavên bingehîn ku pêşî li aştiya mayinde veke û got, “Ji dema destpêkirina vê pêvajoyê û vir ve me civînên cidî lidar xistin. Weke DEM Partî bi qasî 2 hezar û 500 civîn me lidar xist. Di vê pêvajoyê de me hewl dan bi hemû saziyên civakî yên sivîl, rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan û partiyên din re bicivin. Di civînên gel hemûyan ev pirsa esasî derket pêşiya me: ‘Gelo hûn ji dewletê bawer dikin?’
Ji ber ku em qala rabirdûyeke ji sed salî, hişekî ji sed salî dikin. Em qala polîtîkaya asîmîlasyon, îmha û înkarê ya sed salî, her wiha pêvajoya navbera salên 2013-2015’an dikin. Ji bo dawî li pirsên di hişê mirovan de bê anîn divê dewlet hin gavan biavêje. Ji ber vê yekê jî divê mercên ku Birêz Ocalan di nav de ne bêne sererastkirin.
Di vir de berpirsyarî dikeve ser milê her kesî. Weke gelê Kurd haya me ji berpirsyariya me heye. Divê her kes xwe weke kirdeyeke cidî ya vê pêvajoyê bibîne û li gorî wê bixebite.
Bi vê wesîleyê em ê di 4’ê Çileyê de ji bo ‘Hêvî û Azadiyê’ mîtîngekê lidar bixin. Weke Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk em piştgiriyê didin vê mîtîngê û ji bo tevlîbûnê bangê dikin. Ev mîtîng wê deriyekî nû veke. Di çarçoveya neteweya demokratîk de modela jiyaneke nû pêkan e. Li ber paradîgmaya Birêz Ocalan em dikarin vê yekê bixin meriyetê.
Yên ku ji vê qezenç bikin wê ne tenê Kurd wê tevahiya gelên Tirkiyeyê be.”

