Li gorî rojnameya Israel Hayom a ji çapemeniya Îsraîlê, ev biryar li Floridayê di hevdîtina navbera Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu û Serokê DYE’yê Donald Trump de hatiye dayîn.
Trump piştî hevdîtinê daxuyanî da û îdîa kir ku di çarçoveya qonaxa duyemîn a plana Xezeyê de, Hamasê qebûl kiriye ku çekan berde. Trump got, eger ev yek di nava demek kurt de pêk neyê, Hamas “dê berdêlek giran bide”.
Trump diyar kir ku Îsraîl li gorî plana Xezeyê tevdigere.
Li aliyê din, Hamasê daxuyaniyek cuda da. Berdevkê Tûgayên Îzzeddîn el-Kassam ên baskê çekdar ê Hamasê di peyameke bi dîmen a beriya hevdîtina Trump-Netanyahu hatî weşandin de, diyar kir ku Hamas çekan naberde.
Berdevk got, “Hingî ku dagirkerî bidome, gelê me dê xwe biparêze. Em ê dest ji çekên xwe bernedin, eger pêwîst bike em ê bi destên xwe yên tazî şer bikin.”

