Li Tirkiyeyê, jin di atmosfereke ku mafên bi têkoşîna jinan hatine bidestxistin ji hêla dewleta mêr ve ji holê tê rakirin de dikevin sala 2026’an. Li welatekî ku her roj herî kêm sê jin bi tundiya mêran ve têne qetilkirin xuya dike ku ev sal wê ji bo jinan dijwartir derbas bibe. Çalakvana femînîst Ferîde Eralp rewşa heyî ya têkoşîna jinan ji ANF’ê re nirxand û diyar kir ku tevî hemû êrîşan jî, hişmendiya têkoşîna jinan nehatiye hejandin û peyama “Sala 2026’an jî wê salek dijwar be, lê em ê dev ji têkoşînê bernedin” da.
‘LI ŞÛNA MAFÊN JINAN, MALBAT DERDIKEVE PÊŞ’
Ferîde Eralp destnîşan kir ku li hemberî mafên jinan û mafên LGBTQ+, raman û perspektîfa wekheviya zayendî êrîşeke cîhanî heye û anî ziman ku Tirkiyeyê jî parçeyek ji vê êrîşa cîhanî ye. Eralp diyar kir ku di asta cîhanî de propagandaya “malbatê”heye û got: “Di çarçoveya polîtîkayên nifûsê de, yanî bi nîqaşên nifûs pîr dibe û hejmara jidayikbûnê kêm dibe propagandaya malbatê tê kirin. Heta di asta Neteweyên Yekbûyî de jî, li şûna mafên jinan, malbat dedikeve pêş û fonan ji bo polîtîkayên malbatê re vediqetîne. Hikûmeta rastgir a li Tirkiyeyê, mîna hikûmetên rastgir ên li Rojava û cîhanê, polîtîkayeke dewletê ku jinan di çarçoveya malbatê de digire dest, dimeşîne. Di vê çarçoveyê de di asta cîhanî de guhertineke stratejîk heye. Berê, li ser asta cîhanî hin dewlet vê yekê diparastin. Mesela Îran, Vatîkan, yanî dêrparêzvanê vê yekê bûn. Îro di gelek belgeyên cîhanî de nîqaşên gelo em wekheviya zayendî derxin pêş an na, tên meşandin.

‘BERPIRSYARIYA BERDEWAMKIRINA SÎSTEMÊ LI SER MILÊN JINAN BAR DIKIN’
Di salên 1990’î û 2000’an de ne wisa bû. Derketina Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê pêvajoyeke wisa ye. Dema ku Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê derket, têgeha wekheviya zayendî ya civakî krîmînalîze kir. Di alî de rastgir ne tenê ji demokrasiyê bêpar e, neoliberalîzmê, keda erzan û bêhtir mêtingehkirina karkeran temsîl dike; di heman demê de, rasgir bi awayê xwe ya nû re ji her demê bêhtir perspektîfek zayendperestî dihewîne: jin bêtir zarokan bînin dinyayê û heke gengaz be ew zarok li welatên mîna me veguherînin hêza erzan a kedê; her cûre xizmetên civakî û giştî ji holê radikin, wan dixin nav malbatê û van erkan li ser jinan bar dikin. Yanî divê jin berpirsiyara lênêrîna kal, pîran û zarokan ên bê mûçe bin. Her ku civak û pergal xizantir û feqîrtir dibin, berpirsiyariya vê yekê davêjin ser milên jinan. Ev rewş ji bo sermaye û dewletan bê mesref e û di heman demê de tê hesabê kapîtalîzmê. Serdestiya mêr yanî patrîyarkayê di teşedayîna malbat û civakê de wekî pergela bingehîn bi cih dikin.”
‘PATRÎYARKA MODELEKE MALBATÊ KU KED Û BEDENA JINAN TÊN ÎSTÎSMARKIRIN DIXWAZE’
Eralp anî ziman ku patrîyarka dixwaze di civakê de modelek malbatê biafirîne ku jin tê de duyemîn bin û ked û bedena wan bên îstîsmarkirin. Eralp destnîşan kir ku ev di rastiyê de rewşek nû nîne û bi bîr xist ku mijara polîtîkayên malbatê her gav di rojevê de bû. Eralp bi bîr xist ku sala 2025’an ji hêla desthiladariyê ve wekî sala “malbatê” hatiye ragihandin û got, “Li Tirkiyeyê, polîtîkayên malbatê ji bo amûrên herêmî û neteweyî tê bikaranîn. Malbat kirine qadek ku keda bêpere ya jinan tê îstîsmarkirin, rastî tundiyê tên, wan têxin bin destê xwe û LGBTQ+ ji nedîtî ve bên, di heman demê de ji bo hilberandina nirxên nîjadperest jî tên bikaranîn. Ji ber vê yekê, bi amûra ’herêmî û neteweyî’ re bi zanebûn tê bikaranîn.”
‘ÎDEOLOJIYA MALBATÎ NE HERÊMÎ Û NE JÎ NETEWEYÎ YE!’
Eralp diyar kir ku îdeolojiya malbatî ne herêmî û ne jî neteweyî ye û bi bîr xist ku ew îdeolojî bi lobiyên Dêra Katolîk re li seranserê cîhanê belav bûye. Eralp anî ziman ku encamên vê yekê li Tirkiyeyê têne hîskirin û yek ji sedemên girîng ên vê yekê ji ber ku têkoşîna femînîst li welat bi hêz e. Eralp diyar kir ku jin bi salan e li van axan ji bo mafên xwe têdikoşin û wiha domand: “Li Tirkiyeyê têkoşîneke femînîst a bi hêz heye; ev têkoşîn beriya komarê hebû. Destkeftiyên wekî guhertinên Qanûna Sivîl û Qanûna Ceza, derxistina Qanûna Hejmar 6284 û îmzekirina Peymana Stenbolê encama têkoşîna bi salan a tevgera jinan e. Femînîst tevî ku ji 2012-2013’an vir ve ji pêvajoyan hatine dûrxistin jî, dev ji têkoşînê bernedane. Bi saya têkoşîna jinan, piraniya jinên di nava civakê de mafên wekî mafê hevberdanê, tundiyê nebîne û jiyana wekhev diparêzin. Hişmendiya ku jin heq dikin belav bûye û ev destketina têkoşîna rêxistinkirî ye. Her çiqasî têkoşîna jinan di sala 2025’an de bi gelek êrîşan re rû bi rû maye jî, bingeha hişmendiya wê nehjiyaye. Dema ku em di vê perspektîfê de li pêşeroja jinan dinêrin, jiyanek ku divê em bi ser bikevin li pêşiya me ye.”
‘MIRINA BIGUMAN’ BÛYE TÊGEHA NIXUMANDINA TUNDIYA MÊRAN!
Eralp anî ziman ku dewlet hewl dide daneyên li ser tundiya mêran a li dijî jinan manîpule bike û wiha pê de çû: “Heke hûn ji dewletê bipirsin, ew îdîa dike ku bi daneyên ku diweşînin tundî kêm bûye. Bi rastî dane manîpulekirin e. Cînayetên jinan pir zêde ne. Kes nikare vê manîpule bike. Tenê di sala 2025’an de zêdetirî 200 jin ji ber tundiya mêran jiyana xwe ji dest dane. Hejmara qetilkirina jinan ên ‘bi guman’ hîn zêdetir e. Jixwe qetilkirina jinan li ser navê ‘mirinên bi guman’ tên nixumandin. Mîna ku ew ne cînayet e, lê dibe ku xwekuştin be, an jî dibe ku sedema mirinê ne diyar be. Em dizanin ku di bin mirinên bi guman de tundiya sîstematîk a mêran heye. Mirina Rojîn Kabaîş wekî ‘mirinek bi guman’ tê pêşkêşkirin. Ger têkoşînek nebûya wê qetilkirina Şûle Çet wekî xwekuştinê bihata veşartin. Li Bodrumê, hewl tê dayîn ku doza Asli Baş a ku didome wekî xwekuştin ser wê bigirin. ‘Mirina bi guman’ bûye têgeheke nû ku ser tundiya mêran a li dijî jinan binixumîne. Ji ber vê yekê em her tim dibêjin ku ne mirineke bi guman e, cînayeta jinan e.”
‘BÊRÛMETKIRIN LI SER BIÇÛKXISTINA JINAN TÊ KIRIN’
Eralp diyar kir ku di her bûyerê de her tim jin tê tawanbarkirin û operasyonên dawî yên ku jiyana taybet a pêşkêşvanên televîzyonê hatine teşhîrkirin wekî mînak nîşan da. Eralp ani ziman ku li şûna bi ser sûcan de herin, bi rêya teşhîrkirina jiyana wan a taybet rêbaza bêrûmetkirina mirovan e û got, “Bêrûmetkirin bi giranî li ser biçûkxistina jinan tê kirin. Heta ji bo bêrûmetkirina mêran jî, jin têne bikaranîn. Jin dibin amûrê wê bêrûmetkirinê. Ger zilamek, bi soza xelatkirinê tacîz bike, an jî meqam û desthilatdariya xwe bi kar bîne ku tundiya zayendî an jî bi darê zorê bi kar bîne ev dine mijara darazê û jixwe ev sûc e. Lê li şûna ku em li ser vê yekê nîqaş bikin, aliyê wê yê magazînî nîqaş dikin. Zilamên bi hêz û bi bandor jî têne bêrûmetkirin, lê yên herî pêşkêşvanên jin tên bêrûmetkirin. Civak li şûna ku sûc darizîne, jinan dadirizîne. Ji aliyekî din ve, hêzek heye ku bi têkiliyên sûc ên tarî li ser piyan dimîne. Ev hêz biryar dide ku carinan hin koman ceza bike. Lê ew van kesan ne li gorî sûcên ku bi rastî wan kirine, lê li ser mijarek mîna narkotîkê hedef digirin. Ji ber ku ger ew li ser sûcên din lêkolînê bikin, bi îhtîmalek mezin wê dest wan ango siyasetmedaran bidin. Rejîma sûc ji bo xwe eşkere neke û xwe veşêre hewl dide teşeyeke din bide wê. Jin jî dikin amûra vê yekê. Hin derdorên desthilatê ji bo pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd ji holê rakin, li dijî wê helwest bigirin, bi awayekî sîstematîk jinek bûye sembol ji dîrokê derdixin, piştre jinek din ku niha ne rojevî ye ji dîrokê dibînin û bi awayekî plankirî heqaretê li siyasetmedara jin a Kurd Leyla Zana dikin. Heman mantiq e. Timî hewl didin jinan bikin amûra siyasetê. Di rastiyê de em kirdeya têkoşîna xwe ne. Rêya guhertina vê yekê ew e ku em nekevin van xefikan. Li hember hewldanên wiha yên bêrûmetkirina jinan divê em pirsa dixwazin çi veşêrin bikin.”
‘SALA 2026’AN JÎ WÊ BIBE SALEKE KU EM DEV JI TÊKOŞÎNÊ BERNADIN!’
Eralp destnîşan kir ky ew rastiya civakeke ku di van 10 salên dawî de bi tevahî ji hêla siyasetê ve teşe girtiye re rû bi rû ne û diyar kir ku civak, ji ber êrîşên domdar û doktrînên şokê refleksên xwe winda kiriye, bûye temaşevanê tundiya li ser jiyana wê tê kirin. Eralp diyar kir ku her çiqasî dînamîkên têkoşînê di warê civakî de di hin aliyan de qels bin jî, ew ji holê ranebûne û wiha got: “Ez wisa difikirim ku di aliyê jinan de ev rewş cuda ye. Di çarçoveya tundiya mêran de hevgirtinek jinan a berfirehtir tê rêxistinkirin. Ji ber ku rêxistina jinan, berevajî sendîkayan, ne rêxistinek saziyî ye. Di heman demê de, jinek ku dema dengê cîranê xwe li tax an avahiya apartmanê dibihîze derdikeve derve da ku hevgirtinê nîşan bide, ew jî parçeyek hevgirtin û rêxistinê ye. Di vê çarçoveyê de divê em ne reşbinî bin. Di encamê de, civakek ku di bin rejîmek otorîter a hovane, neoliberal, kapîtalîst û patrîarkal de maye û derfeta diyarkirina çarenûs û têkoşîna wê ji destê wê hatiye girtin, lê pasîf nebûye û dev jê bernedaye, heye. Her wiha civakek ku bi giranî dijber bûye heye. Divê zîhniyet biguhere. Em ji bo vê yekê têdikoşin û em ê têkoşîna xwe bidomînin. Sala 2026 wê salek zehmet be, lê em ê dev ji têkoşînê bernedin. Qadên têkoşînê bêdawî ne. Kolan pir girîng in, lê têkoşîn her qadên jiyanê, mal, cihên kar, dadgeh, huner û werzîşê digire nav xwe. Ji ber vê yekê em ê di sala 2026’an de jî di bin şert û mercên zehmet de têkoşîna xwe bidomînin.”

