Welatiyên Hewlêrê îro di saetên piştî nîvro de li dijî êrişên komên çeteyên girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê çalakiyek girseyî lidarxistin.
Di çalakiyê de êriş bi tundî hatin şermezarkirin û piştgiriya xwe ji berxwedana dîrokî ya xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re nîşan dan.
Di çalakiya welatiyên Hewlêrê de, sedan kes kom bûn û dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Şêxmeqsûd” berz kirin û piştgirî dan berxwedana xelkê her du taxan.
Her wiha di çalakiyê de êrişên hovane yên çeteyên girêdayî HTŞ, dewleta Tirk û DAIŞ’ê yên li dijî sivîlên Kurd yên Şexmeqsûd û Eşrefiyê bi tundî hatin şermezar kirin.

