Çekdarên hikûmeta Şamê bi dronên xwekuj êrîşî avahiya Berîdê ya Dêr Hafir kirin û li wir tenê zirarên madî çêbûn.
Her wiha, bi dîmenan hate belgekirin ku çeteyên hikûmeta Şamê malên sivîlan li bajarokê Dêr Hafir topbaran kirin. Di encama van êrîşan de 4 welatî şehîd bûn, ji wan 3 ‘ê zarok in.
Navên şehîdan:
Fatîma el-Ehmed (11 salî)
Hemîda Hîlal (13 salî)
Geram Tariq el-Hemed (13 salî)
Ebdul Latîf el-Şêx Husên (65 salî)

