Yekşem, 11 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ozsoy: Dewlet hîn jî bi rengekî taktîkî nêzî meseleya Kurd dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdên li Rûsyayê komploya navneteweyî şermezar kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 11’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hacî Gecîken ê ku piştî 8 salan hat berdan, hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rêya yekane ya serketina pêvajoyê rêxistinbûn û yekîtî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di salekê de 2 hezar û 33 kes hatin darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniya 9’ê Cotmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya 9’ê Cotmehê li Mexmûrê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Halît Oral li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Îlonê jî zext li rojnamevanên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Nadine Maenza: Ewlekariya herêmê bi ti awayî nabe ku ji SMO re bê hiştin
Rojane

Nadine Maenza: Ewlekariya herêmê bi ti awayî nabe ku ji SMO re bê hiştin

Nadine Maenza destnîşan kir ku nayê qebûlkirin, ewlehiya herêmê ji SMO ya bi piştevaniya Tirkiyeyê re bê hiştin û got, ev kom ew rêxistiniyên Îslamî yên radîkal in ku ji ber binpêkirina mafên mirovan ketine ber pêkanînan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Çile 2026 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Êrişên çeteyên bi piştgiirya dewleta Tirk û komên HTŞ’ê yên ser bi Serokkomarê veguhêz ê Sûriyeyê Colanî yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji aliyê rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên Ewropî ve hatin şermezarkirin. Herî dawî Seroka Desteya Rêveber a Institute for Global Engagement (IGE) û ji Berdevkên Komîsyona Azadiya Olî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Nadine Maenza têkildarî êrişan daxuyaniyên tund da.

Nadine Maenza ji rojnamevan Erem Kansoy re axivî û anî ziman ku divê ewlekariya herêmê bi ti awayî ji milîsên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) re neyê hiştin ku Tirkiye piştgiriyê dide wan. Her wiha bang li DYE û rayedarên navneteweyî kir ku ji bo rawestandina êrişan tavilê bikevin nava liv û tevgerê.

‘NÊTEKE WAN A JI BO AGIRBESTEKE RASTEQÎN NÎNE’

Nadine Maenza agahiyên ji kesên li Helebê wergirtî parve kir û diyar kir ku topbaran û şer giran bûye, teqînan bajar hejandiye û hêzên hikumeta Sûriyeyê careke din êriş birine ser taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd ku piraniya şêniyên wê Kurd in.

Nadine Maenza ragihand ku ji bilî Kurdan her wiha civakên Xiristiyan û Êzidî jî li van taxan dimînin û diyar kir ku piraniya nifûsa wê jî ew mirov in ku ji Efrînê bi zorê hatine koçberkirin. Her wiha ragihand ku xwediyê xelata Aştiyê ya Nobelê aktîvîsta Êzidî Nadia Murad diyar kiriye ku li ser medya dîjîtal bangên alîkariya lezgîn ji bo Êzidî, Xiristiyan û Kurdan têne kirin, gefeke cidî li ser van mirovan heye.

Nadine Maenza destnîşan kir ku daxuyaniya hikumeta Sûriyeyê ya weke ‘agirbestê’ ragihandiye hêvî bi xwe re aniye, lê belê rewşa li qadê berevajî vê yekê ye û got, “Li holê agirbestek rasteqîn nîne. Tişta tê xwestin, vekişîna bi temamî ya asayîşê ye ku hêza ewlekariyê ya xwecihî ye.”

Nadine Maenza got, nayê qebûlkirin ku ewlekariya herêmê radestî SMO’yê bê kirin ku Tirkiye li pişta wan e û bi bîr xist ku beşek ji van koman ew rêxistinên Îslamî yên radîkal in ku ji ber binpêkirinên mafên mirovan ketin ber pêkanînên DYE, Qraliyeta Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê. Her wiha destnîşan kir ku ev kom nikare ewlehiya hindikahiyên olî pêk bîne.

‘DYE Û RAYEDARÊN NAVNETEWEYÎ DIVÊ ÊRIŞAN TAVILÊ RAWESTÎNIN’

Nadine Maenza destnîşan kir ku êrişên li ser Helebê parastin nîne, tê wateya binpêkirineke giran a mafê wan mirovan ku bi zorê ji cih û warê xw ebûne û bang li rayedarên DYE û navneteweyî kir ku ji bo rawestandina êrişan û dewamkirina wezîfeya xwe ya hêzên asayîşê yên xwecihî tavilê zextê bikin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BRUKSEL 

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Konvoya ji şehîd û birîndaran gihîşt Dêr Hafirê
Nûçeya Pişt re ‘Têkoşîna hevala Sara hilanîna tola gelê Dersimê bû’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hikûmeta Filîstînê îstîfaya xwe pêşkêş kir

Hikûmeta Rêveberiya Filîstînê ya ku navenda wê li Şerîa Rojava ya dagirkirî ye, îstifaya xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Îran û Bahreyn têkiliyên dîplomatîk pêk tînin

Dîplomatên Îranê diyar kirin ku Îran û Bahreyn biryar dane ku hevdîtinên dîplomatîk ên ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Nûray Turkmen: Berpirsiyariya meseleyê bes ne ya DEM Partiyê ye, ya hemû derdoran e

Akademîsyen Nûray Turkmen qonaxa ku pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk gihîştiyê nirxand û diyar kir…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Ozsoy: Dewlet hîn jî bi rengekî taktîkî nêzî meseleya Kurd dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Kurdên li Rûsyayê komploya navneteweyî şermezar kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 11’Ê COTMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hacî Gecîken ê ku piştî 8 salan hat berdan, hat binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?