Li Başûrê Kurdistanê nerazîbûnên dijî êrişên çeteyên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Şamê û bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojavayê Kurdistanê, dewam dikin.
Di vê çarçoveyê de xwendevan û mamostayên Peymangeha Teknîkê ya zanîngeha Helebceyê, çalakiyek lidar xistin. Xwendevan û mamostayan wêneyên şervanan hildan û bê navber dirûşmeyên piştgiriya gelê Rojava qêriyan.
Mamosta Dr. Kanîwa Fetah di çalakiyê de daxuyaniyek da û got, “Em îro ji bo piştgiriya xwişk û birayên xwe yên li taxên Kurdan ên li Helebê livirin. Ev ne cara ewile Kurd rûbiruyî tundiyê tên, lê Kurd hertim serkeftîne. Bê guman wê hertim serkeftin ya gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê be.”

