Çalakiyên şermezarkirina êriş û komkujiyên ku çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê li dijî şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê kirine, dewam dikin.
Girêdayî mijarê, xwendekarên Peymana Bilind a Hunerê ya Rojavayê Kurdistanê ya Dêrikê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyekê şehîdên berxwedana taxên Şêxmeqsûdê û Eşrefiyê bi bîr anîn.
Xwendekaran di çalakiyê de li hundirê peymangehê li ber wêneyan şehîdên Şêxmeqsûdê û li ber deriyê peymangehê mûm pêxistin.

