Çarşem, 14 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Parêzer Aba: Azadiya fîzîkî û statuya Rêber Apo girîng e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna gel: ‘Divê Abdullah Ocalan bi beşên cuda yên civakê re hevdîtin bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Desteya Aştî û Siyasîbûnê divê dest bi kar bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş Cella Yildirim ê krîza dil derbas kir li girtîgehê hate vegerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tehliyeya du girtiyan dîsa hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Dayikên Aştiyê piştgirî dan pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nexweşxaneya Bajêr çalakî dewam e: Bila mafên me bên dayîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Tevgera Jinên Kurd beşdarî Kombûna Jinan a Navneteweyî ya li Arjantînê bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulsum Elvan: Aştî tenê bi edaletê, rûbirûbûnê û têkoşîna jinê ava dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê şehîdên Ragihandina Azad Dilîşan Îbiş û Dilovan Gever bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Dogan: Li gel êrişan hemûyan jî gelê Kurd wê bibe xwedî statu
Kurdistan

Dogan: Li gel êrişan hemûyan jî gelê Kurd wê bibe xwedî statu

Hevserokê DBP’ê yê bajarê Amedê Ahmet Dogan, êrîşên çeteyên girêdayî HTŞ’ê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê wekî “komkujiyeke hovane” pênase kir û destnîşan kir ku tevî hemû êrîşan dê gelê Kurd bibe xwedî statû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Çile 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Komên HTŞ’î yên girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê û çeteyên El-Emşat, El-Hemzat, Siltan Murad û Nureddîn Zengî yên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike, di 6’ê Çileyê de li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zeîd ên Helebê êrîşeke berfireh dan destpêkirin. Di van êrîşan de zêdetirî 80 tankan û 45 hezar çete hatin bikaranîn. Li dijî van êrîşan Hêzên Ewlekariya Hundirîn berxwedaneke dîrokî nîşan dan û Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê jî bertekên tund nîşan dan.

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê bajarê Amedê Ahmet Dogan, derbarê êrîşên li ser Rojava de ji ajansa me re wiha axivî: 

“Li hemberî van êrîşên ku li dijî gelê me yê li Rojava hatine kirin, em di nav hêrseke mezin de ne. Heftiyekê li herêmê wehşetek qewimî. Di taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê de nêzî 400 hezar mirov dijiyan. Wekî tê zanîn di 1’ê Nîsanê de peymanek hatibû îmzekirin, di çarçoveya wê peymanê de hêzên QSD’ê ji herêmê vekişiyabûn û tenê Hêzên Ewlekariya Hundirîn mabûn. 

Koma çeteyan a ji 45 hezar kesî pêk dihat, bi tank û topan heftiyekê êrîşî van taxan kir. Di van êrîşan de sîvîl, zarok, jin û kal bêyî ku cudahî were kirin bûn armanc. Komkujiyeke ku li tu pîvanên mirovî û sincî nayê pêk hat. Me hemûyan dît; çeteyan jineke ciwan ji qata sêyemîn avêtin xwarê. Ev barbarî ye. 

Em pratîka DAÎŞ’ê ya 15 salên dawî pir baş dizanin. Tiştên îro diqewimin jî berdewamiya wê hişmendiyê ye. Li Tirkiyeyê behsa pêvajoyeke aştiyê tê kirin, lê di daxuyaniya Serokkomar de ku got ew di nav van planan de ne, baldar e. Hûn ê li aliyekî bi Kurdan re pêvajoya aştiyê bimeşînin, li aliyê din jî bi çeteyên wekî DAÎŞ’ê re êrîşî destkeftiyên gelê Kurd bikin. Em vê durûtiyê qebûl nakin.” 

‘DIVÊ TIRKIYE DEV JI TEVGERÎNA BI ÇETEYAN RE BERDE’ 

Dogan êrîşên dewleta Tirk ên li ser destkeftiyên Kurdan ên li Rojava rexne kir û wiha berdewam kir: “Fêmkirina dijminatiya dewleta Tirk a li ser gelê Kurd a bi hevkariya çeteyan pir zehmet e. Tirkiye projeya sedsalî ya li Rojhilata Navîn baş dizane û her carê dibêje ku dê dor were wan jî. Madem dizanin dor dê were wan, nexwe divê bizanibin ku riya wan a tenê ya xelasiyê Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan e. 

Çima hûn di vê dijminatiyê de israr dikin? Karê we bi çeteyên ku rûmeta mirovahiyê tune dihesibînin re çi ye? Gelê Kurd, her çend ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê vekişiyabe jî berxwedaneke dîrokî nîşan da. Heta ku hûn bi çeteyan re tevbigerin, ev zilm dê vegere ser we jî. Em pir baş dizanin ku Kurd çi dibe bila bibe dê bibin xwedî statû. 

Gelê Kurd tu carî pişta xwe nespartiye tu kesî; her tim pişta xwe spartibû têkoşîn, gel, wêrekî û siyaseta xwe. Gava dewleta Tirk bi gelê Kurd û rêberê wî re li hev hat, wê demê dê hem xwe hem jî gelê xwe rizgar bike. Bila baş bizanibin ku li dûv re dor a Îranê ye; gava Îran bikeve dê dor were Tirkiyeyê jî.” 

‘XELASÎ TENÊ BI AZADİYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO RE PÊKAN E’ 

Ahmet Dogan destnîşan kir ku çareseriya şerên li Rojhilata Navîn di azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de ye û wiha lê zêde kir: “Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan aştî tercîh kir û aştî pêşkêşî Tirkiyeyê kir. Nêzî 20 roj in bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin nayê kirin. Sedema vê yekê êrîşên li ser Rojava ne. Naxwazin Birêz Ocalan fikrên xwe bêje. Ev xeletiyeke mezin e. Divê di zûtirîn dem de bi Birêz Ocalan re hevdîtin were kirin. Heta ku Tirkiye bi vê polîtîkayê bimeşe dê winda bike. 

Em bang li dewleta Tirk dikin ku xwedî li pêvajoyê derkeve. Divê di zûtirîn dem de azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan were dabînkirin. Xelasiya tenê ev e. Daxwaza gelê Kurd ev e. Em azadiya Rêber Apo dixwazin. Rojhilata Navîn ketibe nav xeleka agir. Rêberê Gelê Kurd dixwaze Tirkiyeyê ji vê xeleka agir derxîne. Bila vê yekê pir baş bizanibin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Çîroka xwe bi xwe nivîsî: Siyajîn
Nûçeya Pişt re Îrmez: ‘Mafê Hêviyê’ wê rê li ber aştiya civakî veke
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çeteyan navenda Heyva Sor a Kurd a li Erîşayê şewitand

Çeteyên girêdayî hikumeta demkî ya Şamê navenda Heyva Sor a Kurd a li bajarokê Erîşa…

Ji aliyê Stêrk TV

Artêşa Myanmarê kontrola bajarekî stratejîk winda kir

Yekîtiya Neteweyî ya Karen (KNU) roja Pêncşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku artêşa cûntayê…

Ji aliyê Stêrk TV

Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Mesûd Barzanî re civiyan

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Civak & Ekolojî

Kevneşopiya mehsereyê li gel ziwatiyê dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Dayikên Aştiyê piştgirî dan pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê”

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Nobeta Jin, Edalet û Bîrê di hefteya 2’yemîn de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Nexweşxaneya Bajêr çalakî dewam e: Bila mafên me bên dayîn!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?