Sêşem, 21 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şaredarê Eşmeyê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    110 madenkar hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozev: Tundiya li nava dibistanê bi guhertina sîstema perwerdeyê çareser dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Binpêkirinên li girtîgehan ji rewşa siyasî ya li derve qut nîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 21’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di lêpirsîna Gulistan Doku de serbjîşkê wê demê Ozdemîr hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re Şevîn Tetwan û Seyît Dersim bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nobeta Mexmûrê de banga ji bo dewleta Tirk: Qanûnên xwe biguherîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xezal Mewlan li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya DBP’ê: Dem ne dema rawestanê, dema avakirinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji FEDA’yê li Zurichê çalakiya piştevaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclisa Jinan a PYD’ê: Xezale Moylan bi helwesteke neexlaqî û nemirovî hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin: Bê Serok jiyan nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê daxuyanî: Jin wê hesabê ji kujeran bipirsin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Li dijî êrişên mêr ê serwer, em bi ruhê seferberiyê tevlî têkoşîna parastinê bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Min Sakîne nû fêhm kir’: Hevpeyvîna dawî ya bi Zeynep Cansiz re hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan: ‘Qetlîamên jinan siyasî ne, bila rastî werin ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Nasnameya 2 şehîdên berxwedana Şêxmeqsûdê hate eşkerekirin
Rojava

Nasnameya 2 şehîdên berxwedana Şêxmeqsûdê hate eşkerekirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku endamên wan Leyla Qasim û Gerîla Amara di berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de şehîd bûn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Çile 2026 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya jin bi daxuyaniyekê nasnameya 2 şehîdên berxwedana Şêxmeqsûdê aşkera kirin.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Şerê ku 6’ê Çileyê dest pê kirî, ne tenê şerê çeteyên girêdayî HTŞ’ê bû, bi her awayî ev şer yekser ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve dihat kordînekirin û meşandin. Li beramberî du taxên berxwedêr ku di dîroka mirovahiyê de bûye rûmeta gel, hemû cûre teknîka pêşketî hat bikaranîn û di vî şerî de jin û zarok ji nav de gelê me û şervanên me gelek pêkanînên sûcên şer re rû bi rû man. Li dijî hezaran çeteyan, şervanên dibin fermandariya Ziyatan de mîna Denîz, Dilbirîn, Feraşîn, Hawar û Rojbînan bûn destanên ku qet neyên jibîrkirin. Di vî şerê hebûn û tunebûnê de şervanên berxwedêr Leyla Qasim û Gerîla Amara jî bi berxwedana xwe dibin yek ji van destanên lehengiyê.                     

Di her kêliya dîrokê de jin bi rola xwe ya pêşengtiyê rabûye. Hevrêya me Leyla Qasim û Gerîla Amara jî bi têkoşîna xwe xwedî li mîrateyên şehîdan derketine. Jinên Kurd îro bi sekna xwe ya jixwe bawer û wêrek nasnameya jinên têkoşer yên cîhanê girtine. Em di serî de ji mimarê jiyana azad Rêber Apo, malbatên hevrêyên xwe yên hêja û welatparêz, gelê xwe yê azadîxwaz re sersaxiyê dixwazin û li beramberî van şehîdên tolhildêr bejna xwe ditewînin. 

Hevrêya me Leyla Qasim, di nava eşîra Oxî ya welatparêz de li Girê Spî jidayîk dibe. Weke bi hezaran ciwanên Rojava, şahidiyê ji avabûna Şoreşa Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyê re dike. Malbata hêja ya hevrêya me Leyla Qasim, bi keda xwe ya di nava şoreşê de, xwedî pîvanên kevneşopiya qedîm a welatparêziyê derketiye. Ji bo vê jî, li hember her cûre êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe dane û rûmeta xwe parastin e. Rêhevala me tevî malbata xwe ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker weke bi hezaran gelê me yê Girê Spî û Serêkaniyê koçberî Kobanê û Herema Cizîrê bûne. Hevrêya me fêm kiriye ku divê hêrsa xwe veguherîne têkoşînê û divê bersiveke pêwîst bide dijmin. Rastiya dijminê dagirker ku gelek caran, me hemûyan şahidî jêre kiriye, li ser kesayeta hevala me bandoriyek mezin daye çêkirin, ev hêrsa li dijî dijmin, kesayeta hevala me de ziviriye zanebûna dijmin û nasîna rastiya gelê xwe yê xwedî çandekî berxwedêr e. Li ser vê bingehê li dijî hemû cûre înkara, li dijî rastiya jin û pêkhateyên heremê di sala 2023’an de biryar dide û tevlî nava refên têkoşînê dibe. Di sala 2023’an de perwerdeya xwe ya bingehîn bi serkeftî derbas dike û xwe di felsefeya Rêber Apo û xeta jina azad de kur dike û dibe xwedî sekneke milîtanî ku dizane çawa jiyan bike. Di şerê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de rêhevala me Leyla pir bi morelek mezin cihê xwe di eniya herî pêş de digre. Ji roja destpêkê ve di şer de însiyatîfa tîmekê hildigre ser milê xwe û bi taktîkên nûjen re gelek darbeyan li çeteyên dagirker dixe. Hevaleke sekvan e. Bi hostatî karanîna çeka xwe ya sekvanî re bû tirs û xofa dilê dijmin. Gelek çeteyan bi vî şêwazî dide sekinandin. Bi sekna xwe ya bibiryar dibe xwedî şerekereke bê hempa. Hemû erkên ku hildigirt ser milê xwe bi serkeftî encam dike. Seknekî xwe yê wisa jîr hebû ku tu astengî nas nedikir û li gel rêheval Leyla rûxmê hemû astengiyan tişteke ku nabe nînbû. Ew tenê bi nav ne Leyla Qasim bû, ew bi kesayeta xwe jî bû xwedî berxwedariya Leyla Qasiman. Rêhevala me di kêliya ku şer destpêkirî û heya kêliya dawiyê li beramberî dijminê xwînxwar bi hemû rê û rêbazên xwelikar li ber xwe da. Dijminê ku rêhevala me bi singe sing nekarî şehîd bêxe herî dawî dubare serê xwe li teknîka da. Rêhevala me li taxa şexmeqsud di 06’ê Çileya 2026’an di encama êrişa dronê de digihêje asta şehadetê.

Hevrêya me Gerîla Amara, ji warê berxwedanê Kobanê çavên xwe li jiyanê vedike. Di nava eşîra Asî de mezin dibe. Di êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên 2014’an li ser Kobanê de,ew jî weke bi hezaran gelê Kobanê koçî Bakurê Kurdistanê dibe. Piştî êrişên dagirkeriyê yên li ser Minbic û Bendava Şehîdan re ew di sala 2025’an biryara xwe ya di nava refên têkoşînê dide. Piştî perwerdeya xwe ya bingehîn, berê xwe dide keleha berxwedanê Helebê û demek, di kar û xebatên li vê qadê de cih digre. Kelecana wê ya jiyanê pir bi hêz bû. Di hemû jiyan û têkoşeriya xwe de ji sekna xweya berxwedêr tavîz nade û bi lehengiyek mezin dibe mînaka jiyana xwedî wate. Bi coş û moralek mezin dixwest hertiştî fêr bibe, da ku pêşengtiyeke rast bike. Bi heskirina xwe ya hevaltî dibû moralê hemû civatan. Gelek bi wêrek li ser hemû astengiyan de diçû û çareser dikir. Rêhevala me Gerîla çawa ku dijminê dagirker êriş dibe li ser herdû taxên me, bi tîmekê hevalan re wek fermandarekê tîmê dikeve tevgerê. Di nava şer de bi çekên ferdî bi taktîkên cûr be cûr li ser dijmin de diçe, carna bi dengê guleya xwe û carnan bi dengê tilîliyên xwe dibe tirs û xofa dijminê dagirker. Rûxmê ku hemû bangawaziyên dijmin rêhevala me Gerîla li dîroka mirovahiyê ya azadiyê xwedî derdikev. Ji bona xwe, şopdariya fedayîyên mîna Arîn Mîrkan û Avesta Xabûran esas digre. Ew dixwaze felsefeya Rêber Apo ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya ku li Cîhanê deng vedayî, di kesayeta xwe de şênber bike û li beramberî hemû cûre êrişên pergala desthilatdar, bibe bersiveke ku di dilê dijmin de biteqe. Rêhevala me jî weke hemû hevalê me yên ku pêşengiya şerê Helebê kirin ji xwere berxwedaniyê hildibêjire, rûxmê ku dikeve dorpêça dijminekê hov heya guleya xwe ya dawî şer dike û di dîroka 10’ê Çileya 2026’an de bombeya xwe ya dawî di xwe de diteqîne. Bi vî awayî bersiv dide qêrînên ku ji dengê zarokan di Helebê de bilind dibe û careke din dibe tevahî rûmeta jinên cîhanê.

Hevrêyên me Leyla Qasim û Gerîla Amara wek Ziyad, Denîz, Dilbirîn, Feraşîn, Hewar û Rojbînan bi rûhê xwe yê fedayî bûn pêşengên jiyana azad. Em soz didin rêhevalên xwe yên hêja û ewladên vî gelî yê herî binirx, tu caran em ê ji armancên xwe yên pêşeroja azad gav paşde neavêjin. Berxwedaniya van rêhevalên me wê hertim bibin çireya jiyan û têkoşîna me. Heya ku em negihêjin azadiya Rêberê xwe û gelê xwe em ê bêrawestan têbikoşin. Em dubare li beramberî van lehengan bejna xwe ditewînin, bi rêzdariyeke mezin hemû gelê xwe yê welatparêz û berxwedêr re sersaxiyê dixwazin.

Nasnav: Gerîla Amara
Nav û paşnav: Amara Xelîl
Cihê Jidayikbûnê: Kobanê
Navê dayik: Rohilat
Navê bav: Mehmûd
Cîh û dîroka şehadetê: 10. 01. 2026 Şêxmeqsûd / Heleb

Nasnav: Leyla Qasim
Nav û paşnav: Hacîre Abozer Oxî
Cihê Jidayikbûnê: Til Ebyad  
Navê dayikê: Emîne
Navê bav: Omer
Cîh û dîroka şehdetê. 06. 01. 2026 – Şêxmeqsûd / Heleb”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hunermendê ku di êrişa çeteyan de birîndar bû jiyana xwe ji dest da
Nûçeya Pişt re 49 malbat û 115 birîndar gihîştin kampa li Tebqayê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

NY: 80 hezar Filistînî neçar mane ku Refahê biterikînin

Saziya Penaberên Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) UNRWA’yê daxuyaniyek da û di daxuyaniya xwe de…

Ji aliyê Stêrk TV

Çalakiyên ‘Deng bide azadiyê’: Em ê di têkoşînê de israr bikin

Di çalakiyên "Deng bide azadiyê” yên bi pêşengiya xizmên girtiyan tên lidarxistin de, hat xwestin…

Ji aliyê Stêrk TV

Êşkenceya li dijî girtiyê nexweş Abdulalîm Kaya dewam dike

Abdulalîm Kaya yê 86 salî ji sedî 93 astengdar û nexweşê giran e, ji Êlihê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Rewşa dawî ya şerê Ûkranyayê: Banga ‘lawaziyê neke’ li Ewropayê hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Amnesty: Em di qonaxa herî zehmet a serdema xwe de ne

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re Şevîn Tetwan û Seyît Dersim bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Gelo çiyayên Kox û Şerefdînê pêşkêşî rantê têne kirin?

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?