Heyva Sor a Kurd diyar kir ku 49 malbatên koçber ên ji her du taxan gihaştina kampê û bi bîr xist ku ji dawiya 2024’an ve (piştî rûxandina rejîma Baasê) 175 malbatên koçber ên Şehbayê li kampê dimînin.
Heyva Sor a Kurd destnîşan kir ku 115 birîndar ku piraniya wan sivîl in, hatine kampê û pêdiviya wan bi lênerîna lezgîn û domdar a bijîşkî heye. Her wiha texmîn kir ku di rojên bê de beşeke din a koçberan werin kampê.
Heyva Sor a Kurd da zanîn ku ew ji ber zêdebûna domdar a hejmara koçberan, zehmetiyên dabînkirina xizmetên bijîşkî û pêdiviyên sereke dikişînin. Her wiha da zanîn ku rewşa mirovî ya zehmet zêdebûna hewldanên mirovî hewce dike da ku pêdivî werin bicihanîn, desteka birîndar û koçberan pê kirin.

