Êrişên çeteyên bi piştgiriya dewleta Tirk û komên HTŞ’ê yên ser bi Colanî ve yên li dijî taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd ên Helebê bû sedema nerazîbûnan.
Serokê Giştî yê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Mele Şevket Çakir êriş weke komkujiyeke plankirî pênase kir û diyar kir ku HTŞ a li Sûriyeyê li ser desthilatdariyê hate danîn hîn jî bi mejiyê DAÎŞ’ê tevdigere û ev êriş ji aliyê Tirkiyeyê bi xwe ve hate organîzekirin. Çakir êrişên li ser gelê Kurd şermezar kir û got, tabloya li herdu taxên Kurdan derkete holê hovîtiyek e.
Çakir anî ziman ku HTŞ bi organîzasyoneke navneteweyî li Sûriyeyê li ser desthilatdariyê hate danîn û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Komên hevpar ên bi mejiyê DAÎŞ’ê û HTŞ’ê tevdigerin, saleke nasname û kincê xwe guhertibin jî mejî û avaniya wan DAÎŞ e. Pratîk dîsa heman pratîka DAÎŞ’ê ye. Dema li dijî Elewî û Durziyan komkujî hate kirin cîhan bêdeng ma; niha jî êriş li Kurdên li Helebê yên bêparastin hate kirin.”
‘EV ZALIM Û XEDAR IN’
Çakir nerazîbûn nîşanî wê yekê da ku hewl tê dayin, komkujî bi hincetên olî bê rewakirin û got, “Ji bo hincetekî ji van komkujiyan re bibînin olê bi kar tînin. Ola Îslamê û ola Hz. Mûhammed rê nade komkujî û neheqiyan. Ol parastina mirovan dike, mirovan qetil nake. Hem rêveberên dewleta Tirk hem jî mejiyê DAÎŞ’ê yê li Sûriyeyê desthilatdar e dibêjin ‘Em Misilman in’. Lê belê ev yek Misilmantî nîne, xedarî ye, zalimtî ye.”
Çakir diyar kir ku berpirsyarê esasî yê êrişên li ser Helebê Tirkiye ye û ragihand ku armanc ji operasyona li dijî du taxên Kurdan ên li Helebê tinekirina destketiyên Kurdan e. Çakir anî ziman ku Tirkiyeyê êriş teşwîq kir, bi xwe jî tevlî bû û got, “Yekane armanca Tirkiyeyê ew e ku li Sûriyeyê çi dibe bila bibe divê Kurd nebin xwedî nasname û desketiyan. Ji bo vê jî Sûriyeyê dixe nava êgir.”
‘BERXWEDAN WÊ BI SER BIKEVE, DAWIYA FÎREWNAN NÊZ E’
Mele Şevket Çakir bi bîr xist ku sed sal in komkujiyên bi vî rengî li Kurdan têne kirin, lê belê teslîm nebûn û got, “Li Rojava bi deh hezaran şehîdên me hene. Kurd hemû wê xwedî li destketiyên Kurdan derkevin. Xwedê alî mezlûman dike, ne zaliman. Ev zilm wê biqede. Em zanin ku Fîrewn û Nemrûdan bi zalîmtiyê hikum kirin; em zanin bê dawiya wan çi bû. Gelê me li ber xwe dide û wê teqez qezenç bike. Gelê me yê li her devera cîhanê divê li ber van komkujiyan rabe. Her qada jiyanê divê ji bo gelê Kurd bibe qada têkoşîna li dijî van komkujiyan. Gelê me wê destketiyên li Rojava heta dawiyê biparêze.”

