Di pirtûka dîroka gelan de, hin rûpel hene ku ne bi mîrekebe reş, lê bi sorbûna xwînê, bi şoriya hêsiran û bi pîroziya nanê ku hatiye parvekirin hatine nivîsandin. Têkiliya di navbera Rojava û Şengalê de, ne tenê têkiliyekê cografî ye, ew pira wijdanê ye ku di navbera du birînan de, di navbera du hêviyan de û di navbera du berxwedanan de hatiye avakirin. Ev çîroka zarokên ku lîstokên xwe hîn neqedandibûn, lê barê giran ê man û nemanê girtibûn li ser milên xwe ne.
ZAROK LI DILOPEK JIYANÊ DIGERIYAN
Di Tebaxa 2014’an de, dema ku siha mirinê ya herî tarî DAİŞ wekî tîreke jehrî li dilê Çiyayê Şengalê ket, asîman bi qêrîna Fermanê lerizî. Zarokên Êzidî, bi rûyên xwe yên bi toz û axê nixumandî, di nav germahiya 45 pileyî de, li ber sîngê dayikên xwe yên hişkbûyî ne li şîr lêbelê li dilopek jiyanê digeriyan. Çiya bibû şahidê tîbûneke ku derya nedikariya bimiratanda.
Lê di wê dema ku cîhanê çavên xwe girtibûn û guhên xwe kerr kiribûn de, Rojava wekî sîngê dayikekê li ber wan vebû. Zarokên Rojava, ku bi xwe jî di bin dorpêçê de bûn û bi birçîbûnê re şer dikirin, pariya devê xwe kirin du qet. Ew korîdora ku ji Rojava ber bi Şengalê ve hat vekirin, ne tenê rêyeke leşkerî bû ew bendika navikê ya jiyanê bû.
Zarokên Rojava, şîrê xwe bi xwişk û birayên xwe yên Şengalî re parve kirin. Wan hêviya xwe ya di nav kulmek nan de veşartî, bi dilnermî dirêjî zarokên fermanê kirin. Wê demê, her dilopek şîrê Rojava, di damarên Şengalê de bû vîna jiyanê.
ROJAVA DI BIN DORPÊÇEKE BÊREHM DE LI BER XWE DIDE
Dem wekî ava çem derbas bû, lê bîranîn di kevirên Çiyayê Şengalê de hatin kolandin. Îro, tekerê felekê ziviriye, îro asîmanê Rojava bi ewrên polat û agirê êrîşan hatiye girtin. Rojava di bin dorpêçeke bêrehm û bê wijdan, di sermaya zivistanê ya ku hestiyên mirovan diqerifîne de, li ber xwe dide. Zarokên Rojava îro di bin konên sar de, bi bêhna barûdê û bi germahiya berxwedanê radikevin.
Lê binihêrin, ew zarokên ku di sala 2014’an de bi wî şîrê pîroz mezin bûn, îro bûne lehengên qadan. Zarokên Şengalê, yên ku birînên fermanê hîn di çavên wan de ne, îro li kolanên Şengalê bûne dengê Rojava. Qêrîna wan a ‘Em bi we re ne’, ne tenê slogana çalakiyekê ye, ew berteka wijdanê ye ku sînoran nas nake.
“Me ji bîr nekiriye şîrê ku we bi me da vexwarin, îro di dilê me de bûye agirê piştgiriyê.” Ev vegerandina deynê wijdên û xwişk-biratiyê ye. Zarokên Şengalê bi vê helwesta xwe nîşan dan ku xwişk-biratî ne tenê gotineke di stranan de ye, lê di roja teng de parvekirina êş û hêviyê ye.
ŞENGAL Û ROJAVA BI HEMAN ŞÎRÊ BERXWEDANÊ MEZIN BÛNE
Çîroka Rojava û Şengalê, çîroka serkeftina jiyanê ya li hemberî mirinê ye. Ew pira ku bi nan û şîr hatibû avakirin, îro bi qêrîn û vînê hîn xurtir dibe. Çawa ku Rojava di sala 2014’an de ji bo Şengalê bû nefesa jiyanê, îro jî vîna zarokên Şengalê dibe germiya dilê zarokên Rojava.
Ev dara xwişk-biratiyê ti carî hişk nabe ji ber ku koka wê di êşê de ye, lê şaxên wê ber bi azadiyê ve diçin. Şengal û Rojava, du rûyên heman rûmetê ne ku her du jî bi şîrê berxwedanê mezin bûne.

