Endamê Meclîsa Rêveber a PJAK’ê Rêbwar Awdanan di derbarê xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistan û gelên Îranê, komkujiyên li Îlam û Kirmaşanê de daxuyaniyek parve kir.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku bûyerên ku di dema xwepêşandanên meha Çile ya 2026’an de li Kirmaşan û Îlamê rûdan, beşeke ji jenosîdên bixwîn ên Kurdan û got: “Ev komkujî bi bêdengî çêbûn. Îlam û Kirmaşan jî rûbirûyê heman tişta ku niha li Kobanî û seranserî Rojava rû dide bû. Ferqa di navbera DAIŞ’iyên Colanî û DAIŞ’iyên Xamneyî de tenê di şêwazê pêkanîna tawanan de ye. Yek ji wan wêne û dengên sûcên xwe çêdike ji bo tirsandina cîhanê, yê din jî wêne û dengên sûcên xwe tahrîf dike daku hêza xwe ya çewisandinê nîşan bide.”
Di dewama daxuyaniyê de tê gotin: “Îro Kirmaşan û Îlam şîn digirin, lê ev şîn dê bibe berxwedan û dengê xwe ji bo daperiyê bilind bikin. Dîroka Kirmaşan û Îlamê nîşanî me dide ku trajedî û xemgîniyên mezin hertim bûne sedema hêrseke mezintir û berxwedaniyek mezintir.”
Di beşek din a daxuyaniyê de hatiye gotin: “Piştî sedsal ji siyaseta ferzkirinê ya li herêmê, bi tevgera şoreşgerî ya “Jin, jiyan, azadî” li Melîkşah, Abdanan, Serbeleh, Kirmşan, Şebad û Hersînê bi serhildana di meha çile de bersiv hate dayîn. Bêguman xelkê ku îro şînê digire, wê bersivek dîrokî bidin wan komkujî û jenosîdên ku hêzên Komara Îslamî li beramberî wan kirine. He çiqas îlam û Kirmaşan bîrîndarin, lê hîna jî wek Bêstûn, Peraw, Manşit û Kewirkêw bi serbilindî sekinîne. Zagros bi giranî birîndare, lê dilê wê ji her demê zêdetir ji bo azadiyê lêdide.”

