Bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Bonnê ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Rojava çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiya li Mûnsterplatzê ya li navenda bajêr hat lidarxistin de daxuyaniya çapemeniyê hat xwendin. Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk hatin protestokirin.
Çalakgeran bênavber dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojava” û “Rojava ne bi tenê ye” berz kirin.