Bi hezaran şêniyên bajarê Siwêdayê li qada Kerama xwepêşandanek bi dirûşma “Hebûn an tunebûn” lidar xist.
Xwpêşandêran daxwaza mafê diyarkirina çarenûsê û pêkanîna mafên wan ên siyasî û sivîl kir.
Di xwepêşandanê de al û sembolên Durziyan hatin hildan û hate diyarkirin ku armanca wan ew e ku peyameke zelal a li ser daxwazên xwe bigihînin hikumeta demkî.

