Rêxistinên demokratîk û rêxistinên jinan ji bo kesên ku di erdhejên 6’ê Sibata 2023’yan de ku navenda wan li Mereşê bû û bandor li 11 bajaran kir bi bîr bînin, aqûbeta windayan bipirsin û berpirsiyar bên darizandin li gelek bajaran daketin kolanan.
DÎLOK
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dîlokê li Parka Kirkayak a navçeya Şahînbeyê kom bûn û heta Parka Yeşîlsû meşiyan. Di meşê de dirûşmeyên “Ji bîr nakin, efû nakin û helal nakin”, “Roj wê were, dem bizivire, AKP wê hesab bide gel” û “Kes dengê me dibihîze?” hatin qberzkirin. Di meşê de pankartên “Zarokên di erdhejê de winda bûne li ku ne?” û “Ne erdhej, rant dikuje” hatin hilgirtin.
Serokê Şaxa Egîtîm Senê ya Dîlokê Omer Parlakçi li Para Yeşîlsû daxuyanî xwend. Parlakçi bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên ku di dema erdhejê û piştî wê de qewimîn û diyar kir ku karmendên giştî neçar man ku li cihên kar ên ne ewle bixebitin û bi mîlyonan mirov li herêmên erdhejê neçar hiştin ku di şert û mercên ku rûmeta mirovan binpê dikin de bijîn.
Di daxuyaniyê de daxwazên ji bo tedbîrên lezgîn a ji bo erdhejê bên girtin û hesab ji berpirsiyaran bên pirsîn derketin pêş.
ENQERE
Platforma Jinan a Enqereyê bi wesîleya salvegera erdheja 6’ê Sibatê li kolana Yukselê hatin gel hev, zincîra mirovahiyê avakirin û heta Kolana Sakaryayê meşiyan. Di meşê de dirûşmeyên “Ji bîr nakin, efû nakin û helal nakin”, “Jin jiyan azadî” û Korîdoran vekin dorpêçê rakin” berz kirin.
Li ser navê platformê Sîbel Sari daxuyanî xwend.
Sîbel Sari da zanîn ku tevî 3 sal di ser re bas bûye hîna bi sedan kes di konteynir, konan de di bin şert û mercên xerab de dijîn û wiha got: “Ev şert ji bo jinan hîn girantirin. Ki bajarên konteyniran mahremiyet hatiye tunekirin, hîjyen tuneye, tundî û destdirêjî heye. Ev şert û merc jinan bê parastin dihêlin. Em ê bi jinan re piştevaniya xwe bidomînin. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin.”
Jinan daxwaza ku divê demildest ji bo jinên herêma erdhejê derfetên ewle yên starbûnê bên avakirin û li hemû bajarên ji erdhejê bandor bûne stargehên jinan bên avakirin, kirin.
Çalakî bi dirûşmeyan bidawî bû.

