Li ser mijara azadî û nan, nirxandin û fikirîn, mijareke cuda ye ku min jî xwest serê xwe hinekî pê biêşînim. Yanî mijara “nan”î li gorî “azadî”yê. Niha Ji bo min pirs ev e; gelo Mirov dikare bê nan bijî? Ji bo mirovî, ji nan û azadiyê kîjan girîngtir e?
Ez tê digihim ku pirsa min pirr bi pirsgirêk e. Em çawa dikarin azadiyê bi nan re berawird bikin? Çima divê tenê vebijêrkek hebe? Nan yan azadî!? Rast e ku ji bo mirov hebûna xwe ya fizîkî bidomîne; nan lazim e. Lê belê, ji bo ku mirov xwe zindî hîs bike, azadî lazim e.
Şêrko Bêkes di helbesteke xwe de dibêje, heger nan ji helbesta min derxî, ji çar demsalan wê demsaleke helbestên min bimire. Lê heger tu ji helbestên min azadiyê derxî, demsal hemû, jiyan û ez bi xwe jî dê bimirim. Ev tê wê wateyê ku ji bo Şêrko Bêkes azadî ji bo jiyana mirovan pêwîstiyeke ontolojîk e. Lê çawa? Gelek insan û milet ti carî li fikra azadiyê tam serwext nabin û teqdîr nakin. Naxwazin ji bo azadiya xwe jî têbikoşin . Yani statûya xwe nas nakin.
Mirov gelek caran di wehimekê (îluzyonekê) de dijîn û wisa difikirin ku ew azad in. Ew wiha bawer dikin ku di nava civaka azad de dijîn. Pirraniya mirovên li rojavayê cîhanê, yanî li Ewrûpa û Emerîkayê; wisa difikirin ku azad in. Ew hez nakin ku hişyar bibin û hîn bibin ku ew ne azad in. Ji bo wan mirovan, nan ji azadiyê girîngtir e. Nirxên madî ji nirxên manewî û hestyarî zêdetir in.
Careke din pirsa min ev e; gelo çêtir e ku mirovên wiha bi tiştên ku pê û lê dijîn bimînin û mirov bihêle ku ew di xewn û îluzyona xwe de bin? Yan jî gelo çêtir e ku mirov wan hişiyar bike û bihêle ku ew ji bo azadiya xwe têbikoşin? Gelo şoreş ji bo hişyarkirina mirovên wiha girîng e? Yan na, gelo baştir e ku mirovên wisa werin kontrolkirin û di bin wê pergalê de ku ew demeke dirêj kirine kole, bimînin?
Ez bawer dikim, nan têra xwe girîng e ku bihêlin ew sax bin û piştre nirxên xwe yên hestyarî û manewî nas bikin. Karl Marx dibêje, xizanî şoreşê naîne. Lêgerîna azadiyê mirovan dixe nava şoreşê. Yanî xewna “azadî”yê ne girêdayî nan e. Ji ber vê yekê, hem nan hem jî azadî girîng in. Yanî, yek ji wan jî ji ya din kêmtir girîng nayê dîtin. Yanî, da ku mirov miletekî şiyar bike û bihêle ku ew bi nirx û bi rûmet bijî; hem “azadî” û hem jî “nan” weke hev girîng in.
Niha dîsa dibêjim, çima pirraniya me îdîa dike ku azadî girîng e, lê bi pratîkî ji azadiyê wêdetir ji bo nan têdikoşe? Divê ev were sererastkirin. Divê em fêm bikin ku nan bi qasî azadiyê girîng e, lê mixabin em ne di wê pozîsyonê de ne ku ji bo azadiyê têbikoşin. Heta niha jî, em li xeyalên mezin ên ji bo azadiyê, ne zêde nêzîk in. Kesek heger bixwaze azad be, lazim e xema nanî zêde nexwe. Li ser vê mijarê, fikra min bi Serok Ocalan re ye, ew her tim dibêje: Azadî wê bi ser bikeve.