Komek ji ciwanên taxên bajarê Tirbespiyê li pêş avahiya Mala Êzidî ya bajêr kom bûn, bi navê Şehîd Laleş tabûrek ava kir.
Di çalakiyê de yek ji endamên tabûrê axivî ku, armanc ji avakirina tabûrê ji şervanên YPJ û YPGˊê re bibin piştevan. Hat destnîşankirin ku ev gav di çarçoveya bersivdana seferberiya giştî ya ku Rêveberiya Xweser ji bo parastina bajar, gund û taxan daye destpêkirin de pêk tê.
Berdevkê tabûrê diyar kir ku ew ê li ser metoda şehîdan û parastina destkeftiyên bi saya fedakariyên wan hatine bidestxistin, dewam bikin.
Di dawiyê de diruşmên “Bijî Berxwedana Rojava” hatin berzkirin.

