Sêşem, 10 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 10’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înan ê piştî 32 salan hate berdan, li Êlihê bi girseyî hate pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ETHA’yê banga piştevanî û nûçegihantiya bi dilxwaziyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elyakut: Pevajoya li Rojavayê têkoşîna hebûn û statuya Kurdan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik: Pêşveçûna pêvajoyê bi gavên pratîk ve girêdayî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ciwanên tevlî seferberiyê bûn li Qeladizê bi girseyî hatin pêşwazîkirin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    MIA-FED: Êrişên li dijî Kurdan sûcekî li hemberî Îslamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şemzînanê konferansa yekîtiya demokratîk: Berxwedana Kurdan zîhniyeta netewe dewletan têk bir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mîdyadê Kurd, Suryan û Ereb ji bo Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê jinek serhildêr

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojava meşa girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Zilamê ku bi destûr ji girtîgehê hat berdan sê kes qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin a ku hêzên pasdaran êşkence lê kiribû, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê 7 sal û nîv cezayê girtîgehê da Nergîz Muhammedî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saarbruckenê ‘Women Defend Rojava’ hat damezrandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta Mizgîn Jiyan ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: 15 jin hatin kuştin, 11 jin bi gumanbarî mirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Estetîka Berxwedanê: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Wêrek’ li ser dikê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo bîranîna şehîd Ziyad Heleb û hevrêyên wî stranek hate çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend TrueLu: Têkoşînên me girêdayî hev in

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ozturk: Çareserî tenê bi gavên samimî, wêrek û şênber re pêkan e
Rojane

Ozturk: Çareserî tenê bi gavên samimî, wêrek û şênber re pêkan e

Parlamenterê DEM Partiyê Berdan Ozturk destnîşan kir ku çareserî tenê bi gavên samimî, wêrek û şênber pêkan e û diyar kir ku bêyî çareseriya siyasî û mîsogeriya destûrî, gavên ku werin avêtin dikarin herêmê ber bi kaoseke nû ve bibin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Sibat 2026 Dema xwendinê: 16 dq.
Parvekirin

Berdan Ozturk geşedanên dawî yên li Sûriyeyê û pêvajoya bi navenda Rojava re dimeşe nirxand û rexne li hêzên navnetewî kir ku tenê bi daxuyaniyên “fikaran” sînor dimînin. Ozturk bal kişand ser wê yekê ku heta çareseriyeke siyasî û mîsogeriya destûrî pêkneye, her gav dikare bibe sedema kaoseke nû. Wî anî ziman ku helwesta hevpar a gelê Kurd a li çar parçeyan û li diasporayê, rastiyeke wisa ye ku êdî ji nedîtî ve nikare dîtin. Ozturk diyar kir ku vekirina qadan ji bo pêkhateyên mîna HTŞ’ê neheqiyeke mezin e û got: “Kurd êdî li Rojhilata Navîn aktorek in.”

Ozturk destnîşan kir ku polîtîkayên cudakar encamê nadin û derbarê banga 27’ê Sibatê û pêvajoya li Tirkiyeyê de agahiyên berfireh dan.

 

*Di vê pêvajoya şer de gelê Kurd hem ji aliyê koalîsyonê hem jî ji aliyê dewletên cîhanê ve bi tenê hate hiştin. Di vê derbarê de têkiliyên we çêbûn? Hûn van têkiliyan çawa dinirxînin?

Dema ku em geşedanên dawî yên li Sûriyeyê li ber çavan digirin, tê dîtin ku ji Fransayê heta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, ji Almanyayê heta gelek dewletên din, tenê bi anîna ziman a fikaran sînor man. Ev rewş, ji ber ku dewlet li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin, heta astekê dikare were fêmkirin. Dewlet di encamê de li gorî berjewendiyên xwe gavan diavêjin. Lê belê, di panzdeh salên dawî de bi hêzên koalîsyonê re ji bo tasfiyekirina DAIŞ’ê têkoşîneke pir dijwar hate meşandin û di vê pêvajoyê de berdêlên giran hatin dayîn.

Her çiqas mesele li ser bingeha berjewendiyan were girtin jî, xala sereke ya ku em dixwazin balê bikşînin ser, nirxên ku têne parastin in. Ev têkoşîn ne ji bo nirxên dewletekê an welatekî, ji bo parastina nirxên hevpar ên mirovahiyê yên ku heta îro hatine komkirin hat meşandin. Ji ber vê yekê, tenê anîna ziman a fikaran ne bes e. Bi taybetî di qonaxên destpêkê yên pêvajoyê de, diviyabû hewldanên çalaktir û bi biryartir hatibûna kirin. Mixabin di vî alî de gav nehatine avêtin. Ev polîtîkayên durû, di nav têgeh û pêkhateyên civakî yên wan welatan de jî bi awayekî cidî têne hîskirin. Eşkere ye ku ev ê di demên pêş de ji bo van welatan jî pirsgirêkan derxîne holê. Berî ku li Sûriyeyê çareseriyeke siyasî ya rastîn pêk neyê, destûreke nû neyê amadekirin û mafên hemû cudahiyan bi taybetî jî yên Kurdan neyên mîsogerkirin, vekirina qadan ji bo pêkhateyên mîna HTŞ’ê û radestkirina pêvajoyê ji van re, nayê qebûlkirin.

HTŞ ne pêkhateyeke yekreng û tenê ye; ji rêxistinên cuda pêk tê û hinek ji van rêxistinan ji DAIŞ’ê jî radîkaltir in. Ji ber vê yekê, ferzkirina radestbûneke wiha li ser Kurdan neheqiyeke mezin e. Divê ev xal bi taybetî were destnîşankirin. Li dijî vê neheqî û ferzkirinê, gelê Kurd li çar parçeyan û li diasporayê helwesteke hevpar nîşan da û gel û dostên xwe xistin tevgerê. Van çalakiyên ku pêş ketin, hêzên din ên navnetewî jî neçar kirin ku di vî alî de gavan bavêjin.

Di encamê de lihevkirina ku hatî kirin, her çend peymaneke ku hemû bendewariyên gelê li Rojava bû nebe jî, dîsa jî destkeftiyek girîng e. Herêmên Reqa û Tebqayê, wekî ku tê zanîn, herêmên ku nifûsa Ereban lê zêde bû. Ev rastiyek bû ku her kesî dizanibû; piştî xaleke şûn de ev herêm wê ji aliyê rêveberiya Rojava ve radestî gelê Ereb ê herêmî bihata kirin. Jixwe rêveberiya van qadan ji aliyê Kurdan ve nedihat fikirîn. Lê di pêvajoya vekişînê de diviyabû mekanîzmayek diyar bihata xebitandin. Piştî vekişîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk, li herêmê tevlihevî û kaoseke cidî derket holê. Mixabin berdêla encamên vê kaosê di salên pêş de dîsa gelên herêmê wê bidin. Ji ber ku zîhniyet û pêkhateya hêzên ku hatine herêmê tê zanîn. Li vir ji nîqaşên bawerî an bêbaweriyê zêdetir, careke din derket holê ku ya herî girîng baweriya bi hêza xwe ye. Faktora bingehîn a ku dê encamê diyar bike, baweriya gel a bi xwe û bi hêza xwe ye. Ev rastî careke din hate îsbatkirin û divê ev were pêşxistin.

*Hûn polîtîkaya gelê Kurd a li hemberî polîtîkayên şer û cudakariyê çawa dibînin? Ev rewş ji bo pêvajoya li Tirkiyeyê çawa dikare were nirxandin?

Vê pêvajoyê careke din nîşan da ku ya sereke ne bawerî an bêbaweriya li hemberî aktorên derve ye, baweriya gel a bi hêza xwe û bi mafên xwe yên rewa ye. Faktora bingehîn a ku dê encamê diyar bike, baweriya gel a bi xwe û bi hêza xwe ye. Ev rewş careke din hatiye îsbatkirin. Divê ev bawerî were pêşxistin. Ji ber ku heta helwesteke zelal neyê nîşandan, tu hêzeke navnetewî ne piştgiriyeke mayinde pêşkêş dike, ne jî têkiliyên taktîkî pêş dixe. Ji ber vê yekê, divê helwesta gel bi taybetî were destnîşankirin û were teqdîrkirin. Ji Silêmaniyê heta Kerkûkê, ji tevahiya Başûrê Kurdistanê heta Rojava, tevlîbûna ciwanan a ji bo berxwedanê bi awayekî eşkere nîşan daye ku gel bi parçekirinê nayê tepisandin. Van geşedanan nîşan da ku polîtîkaya “parçe bi parçe tepisandinê” ya ku berê dihat meşandin, êdî naxebite.

Êdî ne pêkan e ku parçeyekî bitepisînin û parçeyên din bêdeng bikin û paşê bi dorê berê xwe bidin qadên din. Ev rastî berê jî gelek caran hatiye ziman. Di erdnîgariya Rojhilata Navîn de Kurd êdî aktorek in û hêzeke girîng in. Bi nedîtina vê hêzê, bi ferzkirina radestbûnê an jî bi rêya zorê, ne pêkan e ku encamek were girtin; ev nêzîkatî berê encam neda, piştî vê jî nade. Ev rewş di hevdîtinên hatine kirin de jî bi eşkere hatiye gotin. Dema ku êrîşên li ser destkeftiyên Kurdan ên li Rojava berdewam dikin, di heman demê de li Tirkiyeyê pêşxistina gotina “pêvajoyê” nayê qebûlkirin. Bi cudakariyê gihîştina encamekê ne pêkan e. Polîtîkayên cudakarî û sînordarkirinê heta îro tu encam nedane.

Helwesta hevpar a gelê Kurd a li çar aliyên cîhanê dibe diyarker. Kurd li ku derê bin, li hemberî êrîşeke li ser destkeftiyên xwe reflekseke hevpar nîşan didin. Ev rewş bi awayekî zelal tê dîtin. Ji ber vê yekê ji bo pêvajoyê hewce bi helwestên durû û bêsemimiyet nîn e. Divê samîmiyet bi gavên şênber were nîşandan. Divê neyê hêvîkirin ku Kurd nêzîkatiya “hûn tevlî wir nebin, em li vir berdewam bikin” qebûl bikin. Nêzîkatiyeke wiha ji aliyê tu Kurdî ve nayê qebûlkirin. Her çend pêvajo dem bi dem wekî ku gihîştibe xala sekinandinê xuya bike jî, ev pêvajoyek e û di her geşedanê de gotina “bi dawî bû” ne rast e. Lê belê eşkere ye ku geşedanên li Rojava dê rasterast bandorê li pêvajoya li Tirkiyeyê bike. Geşedanên erênî dê encamên erênî, geşedanên neyînî jî dê bertekên cidî û bihêz biafirînin. Ev geşedan berê jî hatibûn gotin û bi bertekên ku derketin holê, rastiya van nirxandinan li qadê jî hat îsbatkirin. Bersiva gel nîşan da ku tiştên hatine gotin ne tenê gotin in, di pratîkê de jî bersiva wan heye. Ji ber vê yekê, bi polîtîkayên cudakarî û dijminatî çareserî nayê hilberandin.

Heke bi rastî çareseriyek tê armanc kirin, êdî divê gavên eşkere, zelal û şênber werin avêtin. Di vê xalê de divê mirov vê jî bibîne: beşên ku ji pêvajoyên şer sûdê werdigirin hene. Dewlet an jî hinek pêkhateyên di nav dewletê de vê bi eşkere neynin ziman jî, pratîkên wan vê helwestê nîşan didin. Yên ku nikarin bêjin em li dijî aştiyê ne, bi prakitên xwe nîşan didin ku ew berdewamiya şer tercîh dikin.

*Rola birêz Abdullah Ocalan û berpirsyariya ku di vê pêvajoyê de girtiye ser milê xwe ji aliyê her kesî ve hat dîtin. Tevî ku hîn hinek kes hene vê yekê înkar dikin, xwedîderketina li banga 27’ê Sibatê dê çawa pêşî li şer û krîzên siyasî bigire?

Bi banga 27’ê Sibatê re pirsê “Gelo divê polîtîkayeke paralel were meşandin an na?” tê rojevê. Di vê xalê de eşkere ye ku ya divê were kirin, girtina ber çavan a nirxandinên birêz Abdullah Ocalan e. Divê mirov mînaka şênber a vê yekê bi taybetî destnîşan bike. Di şert û mercên ku Rojava di bin tecrîdeke giran de bû de jî, Rêberê Gelê Kurd ê ku geşedanên li qadê bi awayê herî baş dişopand, li hemberî metirsiyên gengaz hişyarî didan û di pêkanîna lihevkirina dawî de roleke diyarker lîst. Di nav bêderfetiyan de jî helwesteke bi biryar nîşan da. Li hemberî vê helwesta bi biryar, xebatên curbecur ên dezenformasyonê hatin meşandin û hat xwestin ku rastî werin berovajîkirin. Heta hinek derdoran bi êrîşên li ser paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan xwestin xwe bikin aktor. Lê belê ev hewldan li hemberî heqîqetê bêbandor man û bi demê re temirîn.

Li dijî encamên paradîgmaya ewlehîparêz û îstîxbaratî ya ku bi salan e tê kirin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê modeleke alternatîf derket holê. Vê modelê ne tenê di erdnîgariya Rojhilata Navîn de, ji bo hemû gelên bindest ên cîhanê nîşan da ku jiyaneke alternatîf pêkan e. Ji ber vê yekê, yên ku dixwestin bi êrîşên qirêj xwe bidin jiyandin bi ser neketin û dê bi ser nekevin jî. Li vir eşkere ye ku divê xala çareseriyê ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn were nirxandin. Pêşniyara civaka demokratîk a birêz Abdullah Ocalan, li cihekî wisa ye ku eleqeya wê bi hemû gelên Rojhilata Navîn û beşên bindest re heye. Rastiya ku pêşdîtinên wî yên heta îro bi giranî pêk hatine jî vê rastiyê piştrast dike. Ji ber vê yekê aktorê herî girîng di xala çareseriyê de birêz Abdullah Ocalan e û ev heqîqet e. Di plansazî, hesab û guhertinên ku dê werin kirin de, divê perspektîfeke ku rol û misyona birêz Abdullah Ocalan dibîne were esasgirtin. Ev rewş ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo welatên din jî derbasdar e.

*Ruhê yekîtiya netewî yê ku derketiye holê divê çawa were mezin kirin? Di vê xalê de çi dikeve ser milê siyasetmedar û saziyan?

Bi polîtîkayên cudakar meşandina vê pêvajoyê ne pêkan e. Îro derketina bi milyonan mirov a li qadan, dirûşmêyên wan û helwesta wan vê rastiyê bi eşkere nîşan dide. Di vê çarçoveyê de divê mirov behsa meseleya yekîtiya netewî jî bike. Di sala 2014’an de dema Kobanê cara yekem rastî êrîşê hat, dilê gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê li Kobanê bû yek. Ev rewş ji bo gelê Kurd peyameke pir bi hêz e.

Her çiqas di paşerojê de bi sedemên curbecur yekîtiya netewî ya demokratîk bi temamî pêknehatibe jî, bi êrîşên dawî re careke din hate dîtin ku helwesta hevpar xwedî hêzeke wisa ye ku dikare gelek tiştan biguherîne. Di vê xalê de peyama ji gel tê zelal e. Divê ev ruhê yekîtiyê yê ku di qada civakî de pêk hatiye, di asta partiyên siyasî û saziyan de jî bi gavên şênber bersiva xwe bibîne. Divê ev gav bêyî ku werin derengxistin werin avêtin.

Birêz Abdullah Ocalan bi salan e balê dikişîne ser girîngiya yekîtiya netewî ji bo Kurdan, di vê mijarê de pêşniyaran dike û roleke çêker dilîze. Her çend di sala 2013’an de di vê mijarê de gihîştibûn qonaxeke girîng jî, pêvajo temam nebû û paşve hat zivirîn. Berdêla vê yekê jî hîn gelê Kurd dide.

Lê îro gel li çar parçeyên Kurdistanê peyameke eşkere û zelal dide siyasetmedar, sazî û hemû pêkhateyên civaka sivîl. Di vê rêyê de divê xebata kongreya netewî were lezkirin û destpêkirin. Kongreya netewî ya ku dê were avakirin, ne tenê ji bo Bakurê Kurdistanê an Rojava, ji bo hemû parçeyên Kurdistanê û li hemberî geşedanên ku di pêşerojê de derkevin dê bibe mertal. Bi vî awayî mirov dikare bi pêş ve biçe û di erdnîgariya Mezopotamyayê de zemîna çareseriyeke mayinde ava bike.

*Di vê pêvajoya ku fikar berdewam dikin de divê çi were kirin, çi gav werin avêtin?

Divê mirov ji feraseta li ser navê gelê Kurd fikirîn, biryardayîn û diyarkirina rê vegere. Gelê Kurd bi xwe biryara xwe dide û bi xwe çalakiya xwe diyar dike. Her çend daxuyaniyên dawî di nav gelê Kurd de hinek bendewarî afirandibe jî, heta ku bersiva gotinan bi gavên şênber neyê dayîn tu wateya wan namîne. Rastiya ku biryara mafê hêviyê hîn nehatiye pêkanîn, vê rewşê bi eşkere nîşan dide. Di aliyekî de operasyonên siyasî, binçavkirin û zext berdewam dikin, di aliyê din de jî pêşxistina gotina çareseriyê nakokiyeke cidî ye.

Ji ber vê yekê êdî divê gavên şênber, wêrek û samimî werin avêtin. Heta ku di navbera gotin û pratîkê de aheng neyê çêkirin, şikestin dê kûrtir bibin û ev ê feydeyê nede tu kesî. Heta ku ziman, polîtîka û pratîk nebin yek, ne pêkan e ku mirov behsa çareseriyeke rastîn bike.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Doktrînên şerê modern, têgihiştina berxwedan bêwate ye ava dikin’
Nûçeya Pişt re Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çalakiyên ‘Deng bide azadiyê’: Ji Abdullah Ocalan re azadî!

Xizmên girtiyan di deng bide azadiyê de li hev civiyan û ev peyam da, “Heta…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Di têkbirina DAÎŞ’ê de rola Abdullah Ocalan girîng e’

Hîndekarê Zanîngeha El Ezherê Şêx Ehmed Turkî destnîşan kir ku di têkbirina DAÎŞ'ê de rola…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Bi saya Rêber Apo jin gihîştin vê astê’

Ji rêveberên Kongra Starê ya Kantona Firatê Xwînav Xelîl got, "Bi saya Rêber Apo em…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

‘Doktrînên şerê modern, têgihiştina berxwedan bêwate ye ava dikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 10’Ê SIBATA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Zilamê ku bi destûr ji girtîgehê hat berdan sê kes qetil kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?