Duşem, 28 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Xozatê li dijî tiryak û çetebûnê meşeke girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê ji bo Denîz Goktaş banga azadiyê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Desteya Şopandin û Nirxandinê civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gaziyan serdana rêveberiya Kobanê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 28’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amed û Sultanbeyliyê şehîd hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê li biryargehên partiyên Kurd xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêniyê 83 salî yê Qendîlê: Hesret û hêviya me azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Feryada dayika Ceylan li dilê min neqişî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolandina gora komî ya Şerfedînê bi dawî bû, pêvajoya tiba edlî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Necîp Çarpaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinê ya helbesta Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê: Jîla Huseynî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Ji Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re daxuyaniya têkildarî komploya 15’ê Sibatê
Rojava

Ji Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re daxuyaniya têkildarî komploya 15’ê Sibatê

Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Sûriyeyê diyar kir ku sala 2026'an bikin sala azadiya Rêber Apo û azadiya gelê Kurd.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Sibat 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Sûriyeyê di çarçoveya çalakiyên bi boneya salvegera 27`an a Komploya Navneteweyî ya 15`ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo de daxuyanî da.

Daxuyanî bi amadebûna endamên înîsiyatîfê li ber avahiya Navenda Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê ya li bajarê Qamişlo hate dayîn. Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji hêla endama însiyatîfê Şama Mihemed ve û bi zimanê Erebî ji aliyê  endama înîsiyatîfê Jiyan Ekendî ve hate xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de hate diyarkirin ku “di 15`ê Sibata 1999`an de, bi destê hêzên navneteweyî ji bo ku felaketeke dîrokî bi encamên giran û bandorên neyînî yên dirêj bê çêkirin, xirabtirîn komplo li dijî gelê Kurd hate çêkirin. Bi komployê Rêber û fîlozof Abdullah Ocalan ji paytexta Kenya Nairobi revand û desteser kir. Ev komplo, berjewendiyên hêzên navneteweyî yên piralî, li ser pişta maf, xeyalên azadî û dadê yên gelan nîşan da.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku armanca hêzên navneteweyî ji komployê tunekirina dengê maf û azadiyê bû û wiha hat domandin ” Rêber Abdullah Ocalan di 27 salên berxwedan û sekinê de, bi gelê Kurd re li dijî şidet, înkarkirin û jenosîda herî dijwar a ji aliyê hêzên ku hewl didin û hê jî dixwazin nasname û serxwebûna wî tunê bikin, rawestiye. Di bin mercên nemirovî ku dîrok mîna wê nedîtiye, Rêber Abdullah Ocalan bi hişê xwe yê zana, dîtina xwe ya kûr û nirxandina xwe ya rast a bûyeran, li dijî şer û wêranê sekiniye. Rêber Abdullah Ocalan her gav ji bo çareseriya demokratîk xebitiye û wê wekî rêya yekane ya aştiyê dîtiye. Ji ber baweriya wî ku jiyana hevpar a gelan li ser bingeha wekhevî, dad û azadiyê, bingehê ku divê pêşeroja herêmê li ser were avakirin. Lê mixabin, her çiqas ev axaftin ji bo aştiyê, ewlekariyê û aramiyê vekirî be jî hêzên tarî tenê bi awayekî, neteweperest, mezhebperest û berjewendiyên navneteweyî yên li dijî wan diaxivin û li ser rêya xwe ya ku tenê bêtir şer, wêranî û jenosîdî ser gelê Kurd ê kevnar dimeşîne.”

Di daxuyaniyên de êrişên vê dawiyê yên li ser Rojava wekî berdewama komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hat binavkirin û wiha hate gotin “Xwesteka gelê Kurd û xeyala wî ya azadiyê têk bibin. Lê gelê Kurd li hemû herêmên Kurdistanê û derveyî welat, wekî ku her gav kirî, isbat kir ku vîna wî hişke û naşike. Berxwedana şervanên YPG û YPJ ji bo hemû gelên herêmê û cîhanê, bû çavkaniya îlhamê.”

Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: “Serê xwe bilind bike ji bo wan qehremanên ji bo şeref û rûmeta gelê Kurd şer kirin, serkeftinên mezin li dijî zilm û zordariyê bi dest xistin. Serê xwe hezaran caran bilind bike ji bo fedakariyên şehîdên ku bi xwîna xwe ya pak welat avda. Em bawer dikin û ev baweriya me ji yekrêziya Kurd û berxwedana zarokên me tê, ku komployên mezin yên li dijî Kurdan, her çiqas bihêz bin jî, nikarin berxwedana Kurdan têk bibin, Berevajî wê, ew dê pêşerojeke ronak û serkeftî ava bike. Em dê sala 2026`an bikin sala azadiyê, sala azadiya Rêber Abdullah Ocalan û sala azadiya gelê Kurd li her deverê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KCK: Em bi dirûşma ‘Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Rojava re’ rabin ser piyan
Nûçeya Pişt re Ehmed Xoce: Zêdeyî 200 hezar kesî berê xwe daye Kobanê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

Komîngeha Şehîd Suweyda Pîran a Hunera Destê Jin a girêdayî Weqfa Jin a Şehîd Şervîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Silêmaniyê 4’ê Nîsan bi çandina daran hat pîrozkirin

Li Silêmaniyê bi çandina daran 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêber Apo hat pîrozkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 2’Ê HEZÎRANA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Qonaxa duyemîn a paqijkirina mayînan dest pê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Nîjeryayê zêdetirî 80 kes hatin revandin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Taylandê bîlançoya lehiyê giran dibe: 8 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?