Konferansa “Em ê bişkivin ji ber ku şer nikare kokên me hilweşîne” a ku ji hêla tora “Jinên Pêşerojê Dirêzin” û tevgerên jinan ên li Emerîkaya Latîn ve hatî organîzekirin, serê sibê li paytexta Kolombiya Bogotayê dest pê kir.
Di axaftinên vekirinê de, hate diyarkirin ku ev konferans nîşan dide ku têkiliyên di navbera jinan de bi tu şêweyên mêtingerî, kapîtalîzm an serdestiya mêran nikarin qut bikin. Piştî misogeriya ewlehî, beşdariya demokratîk û lênêrîn û baldariya hevparhat ravekirin, xwepêşandanek ku hêza cihêrengiyê û girêdana di navbera jin û xwezayê de nîşan da hat pêşkêşkirin.
Xwepêşandan bi strana dengbêjî ya ku ji hêla jinek Kurd ve bi dengê xwe ya berxwedan û yekîtîya jinên Abya Yala û Kurdistanê ve hatî gotin dest pê kir. Jinên ji welatên cûda yên ku cilên neteweyî li xwe kiribûn, derketin ser dikê, di destek wan de mûm û di destê din de bergên sor, zer û kesk hilgirtibûn, reqisîn. Piştre jinên derketin ser dikê bi zimanê xwe yê dayikê, berxwedana ku jinan li ser erd û avê ji çemên Abya Yala heta çiyayên Kurdistanê, nivîsandine silav kirin. Di dawiya xwepêşandanê de, hemû jinan bi hev re stranek spanî ya ku ji bo konferansê hatî çêkirin gotin. Stran diyarî tov, erd û asîmanê ku Abya Yala û Kurdistanê digihîne hat kirin.
Konferans bi dîmena bi navê “Bayê Hevpar” a ku şerê sêyemîn ê cîhanê yê ku ji hêla kapîtalîzm, mêtingerî û milîtarîzma li dijî jinan vedibêje hat pêşandan. Di dîmen de têkoşîna hevpar a ku bi pêşengiyan jina ji bo xweserî û xwezayê tê meşandin hat vegotin. Piştî pêşandan dîmen, komek jin a ku têkoşîna kolektîf a ku temsîl dikin û analîzek siyasî xwendin.
ARMANCA KONFERANSÊ PÊŞIYA BERXWEDANA LI DIJÎ ŞERÊ CÎHANÎ VEKE YE
Di analîza siyasî de dijminê hevpar wekî kapîtalîzm, emperyalîzm, serdestiya mêran û pergala mêtinger hat ragihandin. Komên çepgir û pêşverû vexwendin rexnedayînê û hat diyarkirin ku têkoşîna civakên cûda pêşengiya têkoşîna heyî dikin.
Di analîzê de hat diyarkirin ku krîza navneteweyî di heman demê de krîzeke şaristanî ye ku bandorê li qadên jiyanê dike û wiha hat gotin: “Ev krîz ji ber ku kapîtalîzm xwe ji nû ve hildiberîne û rê li ber xweza û mirovahiya ku hewl dide xwe ji nû ve hilberîne digire. Nijadperestî û mêtingerî civakan bê milk dihêlin, beden, dîrok û erdê dike meta û jiyanên hêja û bêqîmet diafirînin. Hewl didin ji nû ve teşeyê bidin asoya hevpar a mirovahiyê bi qirkirin, bêcezatiya navneteweyî û tundiyê. Careke din em şahidiya ku mêtingerî, netewe dewlet, emperyalîzm û serdestiya mêran in ku bi awayekî nêçîrvanî êrîşî jin, koçber, xizan û zarokan dikin.”
Piştî daxuyaniyê, dirûşmeya “Em ê şîn bibin, hûn nikarin bi vî şerî kokên me jê bibin” hatin berzkirin.
RÛNIŞTINA YEKEM: POLÎTÎKAYÊN MÊTINGERIYÊ Û TÊKOŞÎNA PARASTINÊ
Di rûniştina yekem a bi sernavê “Li Abya Yala polîtîkayên mêtingerî û êrîşan de têkoşîna ji bo parastina axê” de polîtîkayên derxistina çavkaniyên xwezayî yên wekî (maden û petrol û îstismara derûnî û bedenî) li parzemînê û polîtîkayên dewletan, şîrketên pirneteweyî û hêzên paramîlîter hatin nîqaşkirin.
Rûniştina yekem ji aliyê nûnera Femînîstên Abya Yala ve hat birêvebirin. Axaftina yekem ji aliyê Nadia Umana ve, li ser navê Kongreya Gelan a Kolombiyayê hat kirin.
Nadia Umana diyar kir ku Kongreya Gelan rêxistineke wiha ye ku ev 15 sal in hewl dide têkoşînan bide hev û têkoşîna gund û bajaran bi hev ve girê bide. Umana wiha domand: “Me ew herêmên ku ji destên me hatibûn girtin, careke din bi dest xistin. Hişmendiya baviksalarî xwe her roj nû dike. Em bi êrişên dîrokî yên mêtingerî û kapîtalîzmê re rû bi rû ne. Gelek celebên êrişan hene. Bo nimûne, projeya enerjiya paqij xwe wekî alternatîf ferz dike û dest dide ser xwezaya me. Paramîlîtarîzm xwe wekî polîtîkayeke dewletê ji nû ve ava dike. Komên çekdar wekî çeteyên derveyî dewletê tên dîtin, lê ew bi dewletê ve girêdayî ne û tên teşvîqkirin. Êrîşên li dijî me, dişibin yên li Wenezuelayê. Li dijî van êrişan, helwesta hevpar û berxwedaneke wekî vê konferansê gelek girîng e.”
Piştre, nûnera şaredariyeke Meksîkayê Atahuelpa Sofia axivî û wiha got:
“Pîşesaziya li herêma me pêş dikeve, qirêjbûna av û axê zêdetir dike. Niha di herêmeke piçûk de zêdetirî 900 pargîdaniyên neteweyî û navneteweyî yên elektronîk, kîmyewî û motoran hatine avakirin. Ez dixwazim mînakekê bidim daku bandora vê qirêjiyê diyar bibe: Kefên qirêj ên ku li ser çavkaniyên avê çêdibin, dibin sedem ku zarok di temenekî pir piçûk de bi nexweşiya penceşêrê bikevin, nexweşiyên nenas di laş de peyda bibin û nexweşiyên gurçikan di nava girseyeke mezin a gel de belav bibin. Herêma me yek ji wan deran e ku dewleta Meksîkayê herî zêde dewlemend dike. Li vir, ne tiştekî asayî ye ku zarok di temenê piçûk de bi nexweşiyên giran bikevin.”
‘LI DIJÎ ÊRIŞÊN DEWLET-NETEWEYÊ, PÊKHATEYÊN KOMUNAL RIZGARKER IN’
Axivêra sêyem ku li ser navê Yekîtiya Komunên Wenezuelayê beşdarî konferansê bûbû, ev xal destnîşan kirin: “Em ev 28 sal in di bin êrîşên hêzên derve yên ku modela neolîberal ferz dikin û dewlet-neteweya ku dixwaze hêzên komunal tune bike de ne. Em bawer dikin ku tenê pêkhateyên komunal dikarin me rizgar bikin. Komun wê me rizgar bike. Ji ber vê yekê em dewleteke komun dixwazin, lê ew dixwazin me tune bikin. Em ji ber pîşesaziya petrolê dikişînin. Têkoşîna me ya destûra bingehîn a sala 1999’an pir girîng bû. Me derbasî demokrasiyeke beşdar kir. Ew destûrek e ku mirovan wekî ‘kirdeyên zagonî’ nas dike û berxwedana me ya li dijî dewleta emperyalîst nîşan dide. Xala 5’emîn a destûrê radigihîne ku em Bolîvarî ne û di şopa Simon Bolivar de, em xwe wekî gelên Kolombiyayê yên azad, serwer û yekbûyî pênase dikin. Lê belê ji wê gavê û pê de êrîş dest pê kirin. Ji ber ku em parastina jiyanê dikin. Ji ber ku me ew axa ku gel keda xwe dabûyê, kir a xwe. Vê yekê şerek da destpêkirin. Lê em têdikoşin. Tenê çavkaniya me dengê me ye.
‘EM BI DAHOL Û RUHÊ XWE AXA XWE DIPARÊZIN’
Carmen Alverez ji Konfederasyona Gelên Xwecih ên Hondurasê, li ser navê 47 civakan wekî axaftvan beşdarî konferansê bû. Alverez, êrîşên pargîdaniyên pir-neteweyî û dewletê û berxwedana jinan bi van gotinan anî ziman:
“Em li ber deryayê dijîn. Derdên me pir in. Em di bin êrîşa pargîdaniyên pir-neteweyî û dewletê de ne. Lê bav û kalên me, me diparêzin. Di nava rêzeke kûr de em axa xwe diparêzin. 47 civak bi heman pirsgirêkê re rû bi rû ne. Pargîdaniyên pir-neteweyî û dewlet axa me ji destê me digirin û me derdixînin. Em jî parastinê dikin. Bo nimûne bi vekirina dozan. Lê dewlet me tune dihesibîne. Em axa xwe paşve dixwazin lê nayê qebûlkirin. Dibêjin ku em ‘tu kes’ in, lê em civakeke aştiyê ne.

