Ev xebata ku sala par di meha Çileyê de destpê kir û li sê navçeyên bajêr bi 2 hezar û 975 jinan re rû bi rû hat kirin, bû neynika pirsgirêkên ku jin ji ber xizaniyê dikişînin. Piştî vê xebatê, rêveberiyên herêmî armanc dikin ku li gorî daxwaz û hewcedariyên jinan ên ku di cih de hatine tespîtkirin, projeyan bixin meriyetê.
Li Tirkiyeyê jin di warê aborî de li gorî mêran bi rîskeke mezin a xizaniyê re rû bi rû ne. Li gorî rapora TUÎK’ê ya sala 2024’an a “Bi Îstatîstîkan Jin”, rêjeya jinên di bin rîska xizanî yan jî dûrxistina civakî de ne %31,5 e; ev rêje di mêran de derdora %27,1 e. Yanî rîska xizaniyê ya jinan ji ya mêran diyartir û bilindtir e. Li herêmê (Kurdistanê) ku ev rêje hîn kûrtir dibe, hem rêjeya jinên dixebitin hem jî rêjeya îstihdamê kêmtir e. Li gorî rapora ÎŞKUR’ê ya Amedê, %44’ê bêkarên qeydkirî jin in. Li Amedê hem rêjeya îstihdama giştî hem jî ya jinan ji navîna Tirkiyeyê gelekî kêmtir e. Li Tirkiyeyê rêjeya îstihdama jinan di asta %30 de dimîne, lê ev rêje li Amedê dadikeve %20’an. Piraniya karên heyî ji bo mêran têne veqetandin û îstihdama mêran a li bajêr sê qatî ya jinan e.
Yekîtiya Şaredariyên Başûrê Rojhilatê (GABB), ji bo tespîtkirina xizaniya kûr a jinan û dîtina çareseriyan, lêkolîneke qadê ya bi navê “Rewşa Xizaniyê ya Jinan: Nexşeya Newekheviyê ya Amedê” pêk anî. Di sala 2025’an de li navçeyên Rezan, Sûr û Peyasê xebatên karkerî hatin kirin. Bi 2 hezar û 975 jinan re anketa rû bi rû hat kirin û bi 29 jinan re jî hevpeyvînên kûr hatin kirin. Di raporê de xizanî di çarçoveya keda nav malê, barê lênihêrînê, îstihdam/bêkarî, balansa dahat û lêçûnê, alîkariyên civakî, deynbarî, stargeh û gihîştina hewcedariyên bingehîn de bi awayekî berfireh hat nirxandin.
Di raporê de hat destnîşankirin ku jinên hatine dîtin xwedî dahateke diyar nîn in û jiyana xwe bi alîkariyên civakî didomînin. Di raporê de hat diyarkirin ku jin ji ber pirsgirêkên aborî di warê civakî, çandî û psîkolojîk de jî bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin; bi taybetî jinên berdayî an jî yên rastî tundiyê hatine, bêtir fikarên aborî dijîn. Hat diyarkirin ku di vê encamê de para kiryarên qeyûman û girtina saziyên jinan jî pir mezin e. Rêveberiyên herêmî armanc dikin ku bi van encaman re qadên hilberîn û îstihdamê ji bo jinan zêde bikin û planên xwe yên budçeyê li gorî vê amade bikin.
‘JINÊN KU DI NAV ROJÊ DE TU TIŞTEKÎ NAXWIN HENE’
Lêkolînerê serbixwe Semiha Ari ya ku di xebatê de cih girt û rapor nivîsand, hûrguliyên di raporê de û mînakên kûr ên xizaniyê yek bi yek vegotin. Ari destnîşan kir ku jinên penaber, yên berdayî an jî yên di bin zextê de ne di her pêvajoyê de zehmetiyan dikişînin; her wiha jinên ku di xaniyên bi kirê de dijîn an jî tu dahateke wan tune ye, bêtirî xwe li ser hewcedariyên zarokên xwe difikirin û bi deyn jiyana xwe didomînin. Semiha Ari encama raporê bi van gotinan şirove kir: “Ev tabloyeke wisa ye ku ne bi xizaniyê, bi birçîbûnê dikare were pênasekirin.”
Semiha Ari got: “Her çend xizanî tenê kêmbûna dahatê nebe jî, lêkolînê pêwendiya xizaniya jinan a bi dahat û îstihdamê re bi awayekî pir xurt nîşanî me da.
Li gorî anketan, li navçeyên Rezan û Sûrê %90’ê jinan, li Peyasê jî %75’ê wan di karekî bi dahat de naxebitin. Belê, Tirkiye welatê ‘xizanên dixebitin’ e, lê heke dahata we tune be û hûn bêkar bin, hûn bi birçîbûnê re rû bi rû ne. Lewre li hemberî bêkarî û krîza enflasyonê ya ku em niha tê de ne, polîtîkayên civakî yên ku we biparêzin tune ne. Bi rastî, rewşa jinên ku me pê re hevpeyvîn kir, ji xizaniyê bêtir ‘birçîbûn’ pênase dike. Kêmasiya xurekê pir belav e. Jinên ku digotin hinek rojan tu tiştekî naxwin hebûn. Heke dahateke jinan ji karê bi heqdest tune be, ev tê wê wateye ku debara wan bi piranî girêdayî hevjîn, bav, bi kurtasî girêdayî malbatê ye. Dahata ji hevjîn an jî bavan tê jî, di rastiyê de ‘xerciya berîka’ ye ku ji bo jin malê birêve bibin tê dayîn. Piraniya jinên ku me pê re hevpeyvîn kir, bi taybetî yên xwedî zarok, diyar kirin ku ew hema hema ji bo xwe tu lêçûnekê nakin û dahata xwe ji bo hewcedariyên malê û zarokên xwe bikar tînin.”
‘JIN JI BO XUREK JI ZAROKÊN XWE RE BIKIRIN DEYN DIKIN’
Semiha Ari, ji bo zehmetiyên ku jin ji ber xizaniyê di jiyana rojane de dikişînin mînak dan û wiha got: “Hevjînên jinên ku me bi taybetî li Sûr û Rezan bi kûrahî hevpeyvîn bi wan re kirin, bi piranî kesên ku di karên bi yewmiye, bêpergal û bi dahata kêm de dixebitîn bûn. Hinek ji wan gotin ku hevjînên wan bi mehan e bêkar in. Gelek ji wan di rewşekê de bûn ku nedikarîn hewcedariyên bingehîn ên wekî xurek, gihîştina tendurustiyê û stargehê peyda bikin. Ji ber ku sîgortaya wan a civakî jî bi rewşa xebata hevjînên wan ve girêdayî bû, hinek ji wan nedikarîn biçin nexweşxaneyan û dermanên pêwîst bikirin. Jixwe ji bo van kesan, ku li xaniyên pir nexweş, bi rutubet, zivistanê germkirina wan û havînê hênikirina wan dijwar e de dijîn, dayîna wan kirêyên kêm jî zor bû. Wan hewcedariyên xwe yên herî bingehîn ên wekî xurekê kêm dikirin da ku karibin pereyê kirê bidin. Gelek kes hebûn ku ji bo hewcedariyên bingehîn qertên krediyê bikar dianîn an jî mecbûr diman deyn bikin. Jinên ku ji bo ji zarokê xwe re xwarinên sivik bikirin deyn dikirin hebûn. Nîvê van malên ku xwedî dahateke rast û durust nîn in, di bin deynan de bûn.”
‘YÊN KU XIZANIYÊ HERÎ ZÊDE DIJÎN JINÊN BERDAYÎ NE’
Semiha Ari anî ziman ku jinên ku berpirsiyarê lênihêrîna zarokan in, ji ber kêmbûna kreşan nikarin di tu karî de bixebitin; her wiha li bajêr piraniya karan ji mêran re hatine veqetandin û jin tenê ji keda nav malê berpirsiyar tên girtin. Ari bal kişand ser wê yekê ku jin tevî van bêderfetiyan jî, bi çûna paqijiya malan an jî wekî karkerên demsalî hewl didin dahateke bi dest bixin. Ari diyar kir ku mercên xebatê dîtina kar ji bo jinan dijwar dike û bi taybetî jinên penaber an jî berdayî di vê pêvajoyê de bêtir zehmetiyan dikişînin.
Ari di berdewamiya axaftina xwe de cih da van xalan: “Divê em behsa wê yekê jî bikin ku di rewşa penabertiyê de xizanî çawa giran dibe. Di nav jinên ku me pê re hevpeyvîn kir de penabereke Sûriyeyî hebû. Di du karan de bi hev re dixebitî. Digot, ‘Bes e ku zikê zarokên min têr bibe, ez tu tiştekî nexwim jî dibe.’ Ev hem yek ji mînakên herî giran ên xizaniya dixebitin e, hem jî mînak e ku nîşan dide ka jin, bi taybetî jinên penaber xizaniyê çawa girantir dijîn. Mijareke din jî rewşa jinên berdayî an jî di qonaxa berdanê de ne. Di nav beşdaran de kesên ku xizaniyê herî giran dijiyan ew bûn. Ew bi temamî bi tenê û bê piştgirî hatibûn hiştin. Gava jin ji mêrên ku tundiyê lê dikin hewl didin jiyaneke nû ava bikin, pergal bi rastî wan ceza dike. Mînak, jineke ku di qonaxa berdanê de bû, ji ber ku berdana wê hîn bi fermî neqediyabû nedikarî alîkariya civakî bistîne; heta ji bo zarokê xwe yê astengdar jî nedikarî bistîne, lewre kesê ku ew pê re di qonaxa berdanê de bû di karekî bi sîgorta de dixebitî. Ew bi tena serê xwe hewl dida li sê zarokên xwe yên bêdahat binêre.”
‘EV XEBAT JI BO ME DESTPÊKEK E’
Midûra Jin û Malbatê ya GABB’ê Necla Gursoy diyar kir ku daneyên bi dest ketine pir cidî ne û li ser encamên lêkolînê û gavên ku rêveberiyên herêmî bavêjin axivî.
Necla Gursoy destnîşan kir ku bi vê xebata raporkirinê armanc dikin ku pirsgirêkan di cih de tespît bikin û li gorî wê xebatên çareseriyê bimeşînin û got: “Ev lêkolîn di heman demê de hewcedariyeke polîtîk e. Di serdemên qeyûman de saziyên ku rasterast bersiv didan hewcedariyên aborî û civakî yên jinan, xizmet û bername hatin tasfiyekirin, girtin an jî bêfonksiyon hatin hiştin. Tengbûna zemîna mafan a li qadê, bandoreke xerabtir li xizaniyê kir. Me ev xebat da destpêkirin da ku piştî vê xerabkirinê, rêveberiyên herêmî karibin polîtîkaya xwe ya civakî ji nû ve ava bikin.”
‘JI BO ME YA GIRÎNG EW E KU GOTINA JINAN BIBE DANEYÊN ZANISTÎ’
Necla Gursoy bal kişand ser alîkariyên civakî yên di raporê de û destnîşan kir ku piştgiriya civakî ne ‘alîkarî’ ye, ‘maf’ e. Gursoy bal kişand ser wê yekê ku tevî tabloya giran a xizaniyê, rêjeya alîkariya civakî pir kêm e û got ku alîkariyên ku tenê ji yek kanalê tên dayîn, piştî demekê xizmetê ji pergaleke ku xizaniyê ‘birêve dibe’ re dike. Gursoy diyar kir ku divê ev alîkarî dadperwer û çareserker bin û der barê daxwazên bingehîn ên jinan ên di raporê de wiha got:
“Di raporê de di heman demê de hêviya bingehîn a jinan ji şaredariyan qadên îstihdamê, perwerdeya pîşeyî û derfetên hilberîn/bazarê ne. Di vê çarçoveyê de, wekî Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a GABB’ê û şaredariyan, em li ser xeteke giştî dixebitin; modelên kurs û îstihdamê yên ku keda jinê xuya dikin û bi dahatê re digihînin hev, piştgiriyên wekî JinKartê ku veguhastinê hêsan dike, bernameyên piştgiriya dadî û hiqûqî, navendên hilberînê yên wekî şîrxane û qadên wekî EkoJinê ku beşdariya jinan a di jiyana civakî û çandî de mezin dikin. Em vê xebatê wekî destpêkekê dibînin. Ji bo me wateya sereke ya raporê ew e ku gotina jinan bibe dane. Niha ev dane dikare wekî zemînekê were bikaranîn ku şaredarî pêşaniyên polîtîka û budçeya xwe ji nû ve ava bikin. Em ê sernavên hewcedariyên di raporê de bi vî rengî bi plan û budçeya şaredariyan ve girêbidin.”

