Pêncşem, 1 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrsînê û 58 kesên din hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş Beştaş: Pêvajo dimeşe, lê belê kêmasî nehatine çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Psîkolog Kaya: Aştî tenê bi ragihandinê pêk nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya xwemalî û nasnameyan aştiya feraseta dewleteke demokratîk e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 1’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sibe cenazeyên 25 qurbaniyên komkujiya Şengalê tên radestkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê bombe li kampa Partiya Demokrat a Kurdistanê Îranê barand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevkarê ku hate cezakirin, berpirsê qetilkirina 4 gerîllayan bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li Urmiyeyê bijîşkek bi êşkenceyê binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê YBŞ di nava artêşa Iraqê de cih bigire; li Şengalê bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cebar Yaver: Nelihevkirina PDK-YNK’ê rê li ber gefan vedike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên kedê Said Çomlek û Kerem Tonka li Mexmûrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Bila mirina Rojîn Kabaîş bê ronîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Ji Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Ereb daxuyaniya têkildarî 15’ê Sibatê
Rojava

Ji Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Ereb daxuyaniya têkildarî 15’ê Sibatê

Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Ereb diyar kir ku ji bo ewlekarî û aştiya mayinde ya li herêmê û çareseriya siyasî demokratîk a pirsgirêka Kurd divê tecrîda li ser Rêber Apo bê rakirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Sibat 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Ereb bi wesîleya salvegera 27’an a komploya 15’ê Sibata 1999’an daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin “27 sal di ser yek ji bûyerên herî xeternak ên dîroka nûjen a Rojhilata Navîn re derbas bûn: Rêber Abdullah Ocalan piştî zext û dersînokirina bi darê zorê ku têlên wê di payîza 1998’an de, bi komployeke navneteweyî ya bi serkêşya NATO’yê (DYE û Îsraîlê) di 15’ê Sibata 1999’an de hat revandin. Ev komplo ne li dijî Rêber Abdullah Ocalan tenê bû, lê belê gelê Kurd û projeyek fikrî û siyasî hedef kir.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku salan isbat kirin ku komplo ne bûyerek ji rêzê ya di çarçoveya şerekî navxweyî de bû, lê beşek ji nû ve dazeynekirineke berfirehtir a Rojhilata Navîn bû, armanc ew bû ku her hewldanek ji bo avakirina rêyek demokratîk ên li ser bingeha xwişk û biratiya gelan û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên neteweyî û olî de têk biçe.

Di daxuyaniyê de işaret bi vê yekê hat kirin ku komploya navneteweyî bi rêbzên cuda dewam dike û ev nirxandin hatin kir “Piştî 27 salan careke din nîşaneyên heman komployê lê bi rêbzên cuda derketin holê. Rejîma Tirk û hêzên din ên ku komploger, serkêşiya komploya 6’ê Çileya îsal kirin. Di vê çarçoveyê de êrişên tesfiyekirinê li dijî projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan destpêkirin. Ev proje jî berhema ramanên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê neteweya demokratîk, nenavendîtî, avakirina hevpeymanek civakî ya hevpar di navbera Kurd, Ereb, Suryan û pêkhateyên din de ye.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, hedefkirina projeya Rêveberiya Xweser û jiyana hevbeş a li Sûriyeyê di heman demê de hedefkirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e ku Rêber Apo di 27’ê Sibata 2025’an de ragihandibû. Hate bibîrxistin ku gelê Kurd di çarçoveya pêvajoyê de gavên girîng avêtin, lê dewleta Tirk tu gavên cidî, di serî de azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo neavêt.

Di daxuyaniyê de komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo hat şermezarkirin û hate gotin, rejîma Tirk û hêzên navneteweyî yên beşdarî komployê bûne, berpirsên sereke yên rêvebirin û pêkanîna komployê ne.

Di daxuyaniyê de işaret bi tecrîda li ser Rêber Apojî hat kirin û hate diyarkirin ku tecrîd binpêkirina qanûna navneteweyî û nirxên edaleta mirovî ye. Her wiha hate destnîşankirin berdewama tecrîdê dihêle ku Rêber Abdullah Ocalan nikaribe rola xwe ya esasî di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de bilîze.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku hedefgirtina projeya Rêveberiya Xweser û hewldana jihevxistina wê berdewama kompoya yekemîn e û derfetên çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurdî di hundirê dewletê de asteng dike.

Di daxuyaniyê de hate gotin, hedefgirtina hevbendiya Kurdî-Erebî xizmeta projeyên jihevxistin û kaosan dike, lê ximzeta gelên ku li hemberî teror û tundrawiyê berdêlên giran dane, nake.

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku “Ezmûn îspat kiriye dîlgiritna fîzîkî nayê wateya bêdengkirina ramanê. Ramanên ku ji girtîgeha Îmraliyê derketin holê dîwaran derbas kirin û hişt ku nîqaşek kûr li ser wateya dewlet, hemwelatîbûn û nasnameyê li Rojhilata Navîn ji nû ve were şikildayîn. Bi her hewldanek bêdengkirina vî dengî, nîqaşa li ser alternatîfên demokratîk ên gengaz li herêmek ku ji şer û pevçûnan westiyayî ye berfireh dibe. Her rêyek cidî ya ji bo aramî û ewlehiyê li herêmê bi çareseriyek siyasî ya dadperwer ji bo pirsgirêka Kurd, bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan ve girêdayî ye.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin “Di salvegera 27’an de, em bûyerek dîrokî ya trajedîk bi bîr tînîn, lê wekî dersa; bi dîlgirtinê fikr û felsefeya wî tesfiye nabe. Li ser xirbeyên hevkariyên di navbera gelan de îstîqrara mayînde ava nabe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gelê Qamişloyê bi biryardariya guhertina dîroka komployan meşiya
Nûçeya Pişt re ‘Divê em bi hemû hêza xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî têbikoşin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Berdana Bekir Yollu yê 30 sal in girtî ye, cara duyemîn hate taloqkirin

Berdana girtiyê nexweş ê 30 salan Bekir Yollu yê li Girtîgeha Kirşehîd tê ragirtin, cara…

Ji aliyê Stêrk TV

Şehîd Jiyan Timoqî bi berxwedana xwe destan nivîsî

Şehîd Jiyan Timoqî ku ji bo li ser xeta Fermandar Bêrîtan bibe gerîlayeke têkoşer gelekî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li dijî biryara CHP’ê ya ‘Îmraliyê’ bertek hatin nîşandan

Gelek derdor bertekên tund nîşanî biryara CHP’ê ya neçûna Îmraliyê dan.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Pentagonê wezîfeyeke nû da Elon Musk: Wê şerê siberojê plan bike

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Talîban: Di êrişên hewayî yên Pakistanê de zarok jî di nav de 9 sivîl mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

‘Em ti carî keda şehîdên xwe ji bîr nakin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Meral Daniş Beştaş: Pêvajo dimeşe, lê belê kêmasî nehatine çareserkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?