Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê bi wesîleya meha Remezanê daxuyanî da û diyar kir ku şerê li Rojhilata Navîn, êşên mezin bi gel dide jiyîn. KCK’ê destnîşan kir ku ev pêvajo tenê bi îbadetên şexsî na, bi têkoşîna gelan a ji bo aştî, xwişk-biratî û civaka demokratîk dikare were derbaskirin û got, Misilman divê meha Remezanê ji bo çareseriya pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn, bi berpirsyarî binirxînin.
Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye: “Alema Misilman ji bo rojiyên meha Remezana 2026’an xwe amade dike. Misilman wê her roja vê meha xêr bi rojî û tefekurê derbas bikin. Weke Tevgera Azadiyê em hêvî dikin ev tefekura Misilmanan bibe wesîle ku ji bo pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn û zehmetiyan li ser bingehê demokratîk çareserî bên hilberandin. Bi vê wesîleyê em dixwazin ku ev meha Remezana pîroz ji bo hemû alema Îslamê aramî, aştî û xwişk-biratiyê bîne. Em hêvî dikin ku duayên hemû Misilmanên ku bi girtina rojiyan berê xwe dane rastî, edalet, xwişk-biratî û parvekirinê, qebûl bibin.
Meha Remezana sala 2026’an di serî de li Sûriye û Îranê, hemû gelên Rojhilata Navîn di bin xeteriya qirkirina mezin de pêşwazî dikin. Pêvajoya şer êşên mezin bi civakên Misilman û gelên li herêmê dide jiyîn. Gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn di bin xeteriya qirkirinê de ne, zarok ji ber birçîtî û sermayê jiyana xwe ji dest didin, destdirêjî li jinên di şer de şehîd bûne tê kirin û porê wan tê qutkirin, cenazeyên wan ji avahiyên bilind tên avêtin, lewma em bawer dikin ku di Îslamê de nayê qebûlkirin ku Misilman Remezanê tenê bi girtina rojiyan derbas bikin. Bi vê wesîleyê em dixwazin bi bîr bixin ku Misilmanên Rojhilata Navîn divê vê meha Remezana pîroz hîn zêdetir li ser pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn û alema Îslamê lêhêrbûn bikin û çareseriyê hilberînin. Em bang li Misilmanan dikin ku li dijî feraseta netew dewletê ya ku ji bo herêma me xeter e, di nava aştî û xwişk-biratiya gelan de, ji bo avakirina jiyaneke demokratîk, komunal û azad bi hev re bixebitin û têbikoşin.
Bi pêşxistina aştiya civakî û avakirina civaka komunal û demokratîk, em dikarin birînên şer bigirin. Bi avakirina civaka demokratîk em dikarin êşên mezin û windahiyên çêbûne, telafî bikin. Di vî warî de em bang li hemû alema Îslamê û Misilmanên Rojhilata Navîn dikin ku li dora nirxên demokratîk ên Îslamê bibin yek û ji bo berjewendiya hemû gelên li Rojhilata Navîn civaka demokratîk ava bikin. Li ser bingehê yekîtiya gelan û xurtkirina jiyana xwişk-biratiyê, em ji bo pêvajoya ku em di nav de ne banga tevkariyê dikin. Em bang li her kesê dikin ku mîna mumînên mezin li dijî hêzên ku ji bo berjewendiyên xwe bi her cure nirxên mirovahiyê re dilîzin, rabin û yekîtiya demokratîk pêş bixin, avakirina civaka demokratîk pêk bînin.
Em di nava pêvajoyeke dîrokî de ne ku pirsgirêkên hebûn û azadiyê yên gelên Rojhilata Navîn û gelê Kurd tên nîqaşkirin û li çareseriyê tê gerîn. Tê zanîn ku ev pêvajo ji bo Kurdên li hemû qadan dijîn, wê bi pêşketina aştî û civaka demokratîk re şêwe bigire û karakter qezenc bike. Çareseriya ku Paradîgmaya Netewa Demokratîk ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd pêş xistî, tenê pirsgirêka Kurdî nagire nav xwe, ji bo hemû pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê jî çareseriyê dihilberîne. Paradîgma ji ber vê taybetmendiya xwe ji aliyê hêzên sîstema kapîtalîst ve tê hedefgirtin. Em bang li hemû Misilmanên demokratîk û antî kapîtalîst dikin ku li dora fikrê demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê bibin yek ku di şexsê Kurdan de ji bo pirsgirêkên civaka Rojhilata Navîn û mirovahiyê çareseriyê dihilberîne.
Kurdistaniyên hêja,
Em dixwazin bi bîr bixin ku têkoşîna gelê Kurd li ser xaka xwe, bi ziman, nasname, çand û baweriyên xwe ji bo daxwaza jiyana azad didin meşandin, îbadeta herî mezin e. Daxwaza jiyana azad a gelê Kurd, weke ku ola Îslamê jî ferman dide, mafek e. Li gorî Quranê ku mezintirîn nirxê Îslamê ye, berxwedana li dijî kesên ku gelekî înkar dikin û tune dihesibînin, bi qasî rojiyê pîroz e. Ev prensîba Îslamî, di şert û mercên em di nav de dijîn berpirsiyariyên mezintir dide ser milên Kurdan. Gelê Kurd ê ku pêkvejiyana di çarçoveya biratiya gelên Kurdistanî de weke prensîba exlaqî dibînin, ji bo avakirina yekîtiya xwe, parastina hebûna xwe û pêkanîna azadiya girêdayî Perspektîfa Neteweya Demokratîk bi berpirsiyariya birêxistinbûnê re rû bi rû ye. Ji bo jiyanîbûna Paradîgmaya Neteweya Demokratîk berpirsiyariyên weke xebitîna bi tempoyeke mezin, avakirin û jiyîna pêşerojeke azad û demokratîk a li gel gelên din a gelê Kurd, xwe pêşvebirina li gel hişmendiya Neteweya Demokratîk û zêdetir pêşvebirin û xurtkirinan birêxistinbûna demokratîk ên girîng dide ser milên wan.
Pêvajoya ku em weke gel derbas dikin, weke wecîbeyên olî bicihanîna erkên me yên neteweyî jî pîroz dike. Bi vê wesîleyê bi wesîleya Meha Remezana ku em ketinê em bang li alimên Kurd dikin ku erkên xwe yên welatparêziyê di çarçoveya xizmeta yekîtiya me ya neteweyî de bi awayekî xurttir bi cih bînin. Bila alim û seyda, terîqet û cemaetên ji Başûrê Kurdistanê bizanibin ku pûçkirina fitneya dijmin wê bi rêya xurtkirina xebatên yekîtiya neteweyîpêk were. Di vê mijarê de ji qadên din zêdetir li Başûrê Kurdistanê erk û berpirsiyarî dikeve ser miên wan. Her wiha em dixwazin ku alim seydayên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayî bizanibin ku divê bi feraseta Îslama demokratîk ji hemû agavan zêdetir têkariyê li avakirina civaka demokratîk bikin û piştgiriyê bidin. Bi taybetî jî em dixwazin bi bîr bixin ku li hemberî neteweperestiya ku ji bo gelan bi hev bidin şikandin, tê bikaranîn divê têkoşîneke birêxistintir bidin meşandin. Em li bendê ne ku li qada Bakûr xebatên Kongreya Îslama Demokratîk ji bo aşitî û civaka demokratîk di asta ku berpirsiyariya dikeve ser milên wan bidin ser milên xwe de birêxistibûna xwe bi pêş bixin. Em dixwazin ku li qada Rojhilat serokên olî di nava karên ku piştevaniyê bidin têkoşîna civakî de û di nava xebatên çareserkirina pirsgirêkên civakî yên ku ji ber zextên rejîmê derketine holê de bin.
Bi vê wesîleyê ji ber ku rêberên olî yên civakê ne em ji seyda, alim, meleyan pêşniyar dikin ku di suhbetên Remezanê de, weaz û xutbeyên xwe de jibo ku Kurd mafê xwe yê herî xwezayî bi dest bixin, divê bînin ziman ku xwe weke Neteweya Demokratîk ava bikin. Divê li her derê were gotûbêjkirin ku pêşxistina yekîtiya neteweyî ya demokratîk a Kurdistanê wê gelê Kurd bike Neteweya Demokratîk. Divê wate û girîngiya dabînkirina beşdariya bi awayê seferberiyê ya ji pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî ji Rojava re statu’ re were vegotin.
Di serî de Kurdistanî em bang li hemû Misilmanan dikin ku di van demên dijwar de zêdetir di nava parvekirinê de bin. Girêdayî fermana exlaqî ya Îslamê ku dibêje ‘kesê ku dema cînarê wî birçî be û ew bi zikê têr radizê, ne ji me ye’ em li bendê ne ku di vê meha Remezanê de zêdetir parvekirin û hevparbûnê esas bigirin. Em dixwazin ku li hemû cihên ku Kurd lê dijîn hûn fitre û zekatên xwe di serî de gelê Kurd ê mexdûrên şer ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava ji bo ku bigihîje gelên li herêmê dijîn bidin saziyên welatparêz. Em dixwazin bi bîr bixin ku hûn sifreya xwe ya fitareyê di serî de Rojava û Rojhilat li gel hîskirina cihên ku lê şer û têkoşîn heye, dûrî ji îsraf û mezaxtina nehewce û bi terzeke mutewazî amade bikin. Em dixwazin bi bîr bixin ku parvekirina sifreyên fitareyê ya li gel kesên hewcedar, pirsîna rewşa kesên temenmezin û nexweşan û bicihanîna pêdiviyên wan jî yek sewabên herî mezin ên meha Remezanê ne.
Em li bendê ne ku hemû gelê Kurd ê Misilman ê ku xwe bi nirxên baweriya Îslamê didin naskirin, li rex doza gelê Kurd a mafdar bisekine. Ji bo avakirina jiyana hevpar a li gel gelên Rojhilata Navîn, demokrasî û azadiyê em bang dikin ku bi gelê Kurd re di nava têkoşîna demokrasiyê û eniya hevpar de cih bigirin. Careke din di serî de Misilmanên Kurdistanî em hêvî dikin ku Remezana Misilmanên demokratîk bibe wesîleya başiyan û rojî, dua û niyetên wan werin qebûlkirin.’’

