Sêşem, 4 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Pêşniyara ‘qanûna çarçoveyî’ wê sibê pêşkêşî meclisê bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanyaya îmzeyan ya bi daxwaza “mafê hêviyê” hat destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    AKP: Pêşnûmeya qanûna çarçoveyê wê sibê pêşkeşî Serokatiya Meclisê bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana girtiyê 31 salan Aydin Altig cara duyem hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Qanûna çarçoveyê vekirina deriyê aştiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Haniy Karasû hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Komîteya Tenduristiyê ya Mexmûrê: ‘Tenduristiya Rêber Apo tenduristiya me ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga li dijî darvekirinan: Nerazîbûn têrê nake, gav divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê bîranîna Şengalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîranîna li Şengalê bi dawî bû: Xweseriya Şengalê biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Li Şengalê edalet pêk nehatiye, divê statuya gelê Êzidî were misogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dadgerê Êzidî Şengalî: Divê ji bo sûcên DAÎŞ’ê dadgeheke taybet bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    MKG: Meha Tîrmehê 5 rojnamevanên jin hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber nûçeya Gulistan Doku derbarê rojnamevan Zîlan Azad lêpirsîn hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    REPAK: Têkoşîna jinên Êzîdî wê azadiyê misoger bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Em ê bibin îradeya gelê xwe yê Êzidî yê berxwedêr

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJŞ: Rêxistiniya jinên Êzidî wê ti carî rê nede jenosîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyona Jinan a KNK’ê: Şengal divê bibe herêmek xweser!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dikanek li Kerkûkê dîroka çar parçeyên Kurdistanê radixe pêş çavan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Comerd û Berbang li Dêrikê konserek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ÎHD: Li girtîgehên Anatoliya Navîn sê mehan 1.046 caran mafên mirovan hatin binpêkirin
Rojane

ÎHD: Li girtîgehên Anatoliya Navîn sê mehan 1.046 caran mafên mirovan hatin binpêkirin

Şaxê Enqereyê yê ÎHD'ê ragihand ku di nava sê mehên dawî yên sala 2023'an de li girtîgehên li herêma Anatoliya Navîn herî kêm hezar û 46 caran mafên mirovan hatine binpêkirin, herî kêm 6 girtiyan jiyana xwe ji dest dan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Sibat 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên di navbera mehên cotme-mijdarê yên sala 2023’yan de li girtîgehên Anatoliyaya Navîn hatine kirin, eşkere kir. Rapor, li avahiya komeleyê bi daxuyaniyekê hate parvekirin. Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen Hevserokê Şaxa ÎHD’a Enqereyê Omer Faruk Yazmaci û Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Umît Can Akbulut tev li daxuyaniyê bûn.

Rapor, ji hêla Nûray Çevîrmen ve hate parvekirin.

Çevîrmen, da zanîn ku di nava 3 mehan de li girtîgehên Herêma Anatoliyaya Navîn herî kêm hezar û 46 binpêkirin hatine tespîtkirin.

Di beşa encamê ya raporê de bang li hikûmetê hate kirin ku li gorî peymanên neteweyî û navneteweyî tevbigere û biryarên AYM û DMME’yê bicih bîne. Di raporê de 17 xal hatin pêşniyarkirin.

Li gorî raporê, di nava mehên navborî de ji 31 girtîgehê li Herêma Anatoliya Navîn 166 kesan û ji 13 girtîgehên derveyî herêmê jî 24 bi giştî 189 kesan serî li komeleyê dane. Hat destnîşankirin ku di serlêdanan de hatiye tespîtkirin ku di nava 3 mehan de herî kêm hezar û 46 binpêkirin li girtîgehên Anatoliyaya Navîn hatine kirin. Li gorî tespîtan, di nava van 3 mehan de ji girtîgehên cuda herî kêm 6 girtiyan jiyana xwe ji dest dan û 2 girtiyan jî bi awayeke guman jiyana xwe ji dest dan.

Hat diyarkirin ku li dijî van binpêkirinan, ji girtîgehên cuda herî kêm 4 girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê yên domdar-dorveger kirine û ji van çalakiyan hinek jê hêj berdewam in.

Di berdewamê de qala greva birçîbûnê ya demkî û dorveger ku di 27’ê mijdarê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” li girtîgehan hatiye destpêkirin hate kirin. Di raporê de hat gotin ku ji bo şopandina çalakiya greva birçîbûnê ya li Herêma Anatoliyaya Navîn li gel rêxistinên tenduristî, hiqûq, mafên mirovan û pîşeyî Koordînasyona Şopandina Grevên Birçîbûnê hatiye avakirin.

Li gorî daneyên komeleyê di 20’ê nîsana 2022’yan de eşkere kiriye; li girtîgehan herî kêm 651 yek jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Di heman demê de bi hincetên cuda tedawiya girtiyên nexweş tê astengkirin û tedawiya bi destkelemçekirî lê tê ferzkirin. Li gorî raporê; di nava 3 mehên dawî de li Girtîgehên Herêma Anatoliyaya Navîn herî kêm 286 binpêkirinên mafê tenduristiyê hatin tespîtkirin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku silavkirina hev a girtiyan jî ji bo cezayên disiplînê weke hincet tên nîşandan û bi heman sepanên keyfî tehliyeya girtiyan tê taloqkirin. Li gorî raporê; di encama lêpirsînên disiplînê de cezayên weke qedexeya agahîgirtinê û cezayê hucreyê li girtiyan hatin birîn û ev lêpirsîn jî weke hincet hatin nîşandan û tehliyeya wan tê taloqkirin. Hat destnîşankirin ku bi hinceta lêpirsînên disiplînê û cezayan girtî ji mafê xwe yê berdana bi şertê kontrola edlî bêpar tên hiştin. Her wiha girtî ji ber biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê mafên berdana bişert û serbestiya bikontrol asteng kir. Di vê çarçoveyê de li Herêma Anatoliyaya Navîn derheqê 14 girtiyan de lêpirsîn hate destpêkirin, li girtiyekî cezayê disiplînê, li girtiyekî cezayê qedexeya tevlibûna çalakiyan a ji bo mehekê, ji bo 4 girtiyan cezayê hucreyê hate dayîn, mafê berdana bikontrol a 31 girtiyan bi biryara ÎGK’ê hate astengkirin û tehliyeya girtiyekî jî hate taloqkirin. Bi giştî 52 binpêkirinên mafan pêk hatin.

Bi domdarî di raporê de hat diyarkirin ku daxwazên girtiyan ên şandina girtîgehên malbatên wan lê dijîn hate redkirin û di vê çarçoveyê de girtîgehan herî kêm rê li ber 621 binpêkirinan vekir. Di raporê de hat destnîşankirin ku binpêkirin herî zêde di mijara sewqên bi darê zorê û sirgunan de hatine kirin û hat gotin ku herî kêm 27 girtî ne bi daxwaza xwe hatin sirgunkirin. Her wiha mafê perwerdeyê yê 5 girtiyan hate astengkirin û 10 girtiyan jî ji bo piştgiriya hiqûqî û serdana parêzeran serlêdan kirin.

Di beşa encamê ya raporê de li dijî van binpêkirinan bang li AYM û DMME’yê hate kirin ku mafên girtiyan bên parastin. Di pêşniyaran de 17 xal hatin rêzkirin û bang hate kirin ku li dijî van binpêkirinan tavilê bikevin nava liv û tevgerê.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HPG’ê Çekjîn Anûş bi rêzdarî bi bîr anî
Nûçeya Pişt re Ji HPG’ê çalakiya tolhildanê: 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêrazorê şehîd bû

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku endamê wan Salih Etallah dema erka xwe bi cih dianî…

Ji aliyê Stêrk TV

Peyama Rêber Apo ya ji bo Şengalê: Ez hebûn û mafên we diparêzim

Rêber Apo ji gelê Şengalê re peyameke taybet şand û diyar kir ku ferman wê…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk li Serêkaniyê 16 kes revand

Li Serêkaniyê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin 16 kes hatin revandin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Pêşniyara ‘qanûna çarçoveyî’ wê sibê pêşkêşî meclisê bê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Kampanyaya îmzeyan ya bi daxwaza “mafê hêviyê” hat destpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

AKP: Pêşnûmeya qanûna çarçoveyê wê sibê pêşkeşî Serokatiya Meclisê bê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Berdana girtiyê 31 salan Aydin Altig cara duyem hate taloqkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?