Pêncşem, 9 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Çelîk ê ku berdana wî hatibû taloqkirin, hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    30 û 33 sal şûn da hatin berdan: Berxwedan jiyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Projeya JES’ê ya bandorê li gundên Gimgimê bike çû ber destê dadgeriyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê ji bo meşa Gemlîkê bang hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê berê yê Pirsûsê Ercan hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kongreya yekemîn a Partiya Ciwan a Êzidî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Partiya Ciwanên Êzidî’ li Şengalê ava bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê berê yê Pirsusê Nahsan Ercan koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevkê PJAK’ê: Têkoşîna Kurdan wê di nava her şert û mercî de dewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Agiriyê 13 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta 3 şervanên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona Encamnameyê ya Konferansa “Aştî Bê Me Nabe” hate eşkere kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê rapora meha Adarê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gundê Elpelûr ê Kobanê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara duyemîn a Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Pirsên ku rojnamevan dixwazin ji Rêber Apo bipirsin
Rojane

Pirsên ku rojnamevan dixwazin ji Rêber Apo bipirsin

Rojnameya Yenî Yaşamê di beşa ‘Hevpeyvîna Duşemê’ de pirsên ku rojnamevan dixwestin ji Rêber Apo bipirsin, weşand.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Sibat 2026 Dema xwendinê: 15 dq.
Parvekirin

Bi destpêkirina pêvajoya aştiyê re gelek rojnamevanên ku dixwazin bi Rêber Apo re hevdîtin bikin, li Tirkiyeyê serî li Wezareta Edaletê dan. Rojnamevanên ku serî li wezaretê dane, heta niha bi tu rengî bersiv negirtine.

Ji Rojnameya Yenî Yaşamê Nezahat Dogan, jî rûpela ‘Hevpeyvîna Duşemê’ ji bo pirsên rojnamevanan cihê kir.

Pirsên rojnamevanan bi vî rengî ne:

DÎCLE MUFTUOGLU-AJANSA MEZOPOTAMYA

Di pêvajoya êrîşên li ser Rojava de hin nîşaneyên girîng ên derbarê yekîtiya Kurdan de derketin holê. Lê belê komên neteweperest nîqaş li ser yekîtiya Kurdan û Neteweya Demokratîk derxistin û gotin ku divê yekîtî li ser Neteweya Demokratîk be. Gelo Neteweya Demokratîk paradîgmayeke ku yekîtiya Kurdan dide aliyekê?

Formuleke ku Yekîtiya Demokratîk û Neteweya Demokratîk bike yek çawa dê bê avakirin?

BANU GUVEN- ÎLKE TV

Di rojnameya Yenî Yaşamê de hatibû nivîsandin ku piştî êrîşên li ser Helebê we nameyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re şandiye. Di vê nameyê de we gotiye ‘planeke pir mezin ji bo Kurdistan û Rojhilata Navîn heye û êrîş dê berdewam bike.’ Heman nivîs her wiha dibêje ku we got ku piştî Rojava hat desteserkirin dibe ku êrîş li Şengal, Başûrê Kurdistanê û heta Qendîlê jî belav bibe. Hûn aktor û armancên plana ku li Rojhilata Navîn heta Sûriye, Kurdistan, Şengal û Başûrê Kurdistanê dirêj dibe, çawa pênase dikin?

Daxuyaniya Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan li ser Îraqê di vê tabloyê de li ku derê ye?

MURAT SABUNCU- T24

Lêkolîna raya giştî nîşan dide ku di nav beşeke berfireh a civaka Tirkiyeyê de dijberiyeke xurt û dûrbûna li hemberî we heye. Bi taybetî me ev yek di dema hatina Komîsyona Meclîsê bo Îmraliyê de bi rengekî zelal dît. Gelo hûn difikirin ku di siyaseta sivîl de bibin aktorekî rasterast an nerasterast, teşe bidin an jî rêberiya DEM Partiyê bikin, an jî partiyeke ku dê navê xwe biguherîne, di warê fikir û rêveberiyê de? Eger niyeteke we ya wiha hebe, gelo astengiyên civakî ya li Tirkiyeyê dikare bê têkbirin?

Ji ber ku kanalên ragihandinê yên li Îmraliyê medyaya civakî nagirin nav xwe û bi taybetî jî rexne û pirsên ciwanên Kurd nayên veguhestin, gelo di rewşek bi vî rengî de nexşerêyek berfireh dikare were amadekirin?

CANDAN YILDIZ-T24

Birêz Abdullah Ocalan ev 27 sal in hûn di girtîgehê de ne û salên dirêj hûn hatin tecrîdkirin. Hûn mîmarê pêvajoyê ne? Gelo di navbera azadiya we û pêvajoyê de têkiliyek heye û heke hebe têkiliyekek çawa ye?

Her wiha çareserkirina pirsgirêka Kurd wê çawa bandorê li ‘peymana Tirkiyê’ bike?

CAN DUNDAR-YOUTUBE

Di 17’ê Adara 1993’yan de, ji bo bernameya Roja 32’yemîn hevpeyvînekê bi we re bikim hatim Geliyê Bekaa. Dîsa pêvajoyeke agirbestê bû. Cara ewil bû ku hûn cilên sivîl li xwe dikin. Dema ku min pirsî, “Hûn dikarin xeyal bikin ku rojekê vegerin Tirkiyeyê û li meclîsê siyasetê bikin?” we ev bersiv da, “Ne vegera min a girîng guhertina Tirkiyeyê ye.” Di 33 salên bihurî de, li gorî we Tirkiye çawa guherî? Eger ez vê pirsê di pêvajoyeke nû ya agirbestê de dubare bikim, “Hûn dikarin xeyal bikin ku rojekê li meclîsê siyasetê bikin?”

AMERÎN ZAMAN – AL-MONÎTOR

Li gorî nûçeyên çapemeniyê, tê îdîakirin ku têkiliya we ya bi Mazlûm Kobanê (Ebdî) re mîna ‘bav û kur’ e. Hûn dikarin nêrînên xwe yên derbarê Kobanê de bi me re parve bikin? Hûn rastiya ku ew gihîştiye asta lîderekî ku îro bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re bi telefonê axivî, çawa dinirxînin?

Li gorî we ew dikare bibe siyasetmedarekî baş?

ÎRFAN AKTAN- SPOT BASIN KOOPERATÎFÎ

Di hevpeyvînekê de ku we di sala 1992’yan de bi Mehmet Elî Birand re da, we bal kişand ser şerên mezhebî û diyar kir ku hûn naxwazin pevçûnên mayînde li dû xwe bihêlin. Lê belê, agirbestên paşê, vekişîna di sala 1999’an de, pêvajoyên 2009 û 2013-15’an û heta fesixkirina PKK’ê jî dawî li pevçûnan neanîn. Bi berçavgirtina rewşa heyî ya li Rojhilata Navîn, neteweperestiya zêde û pergala cîhanî ya hişk, hûn difikirin ku îhtîmala pêkanîna xeta îdeolojîk û siyasî ya ku we parastiye kêm bûye.

OZNÛR DEGER- AJANSA JINNEWS

“Îdeolojiya Rizgariya Jinan” ku we di 8’ê Adara 1998’an de da destpêkirin, îro bi felsefeya “Jin Jiyan Azadî”  bandorek cîhanî çêkiriye. We diyar kir ku jin nêzîkî azadiyê dibin û “Civak bêyî azadiya jinan nikare were azadkirin.” Hûn têkoşîna rizgariya jinan a îro di kîjan qonaxê de dibînin? Kêmasî û destketiyên wê çi ne? Ji bo azadiya civakê divê çi gav werin avêtin?

FATÎH POLAT- ROJNAMEYA EVRENSELÊ

Bi balkişandina ser daxuyaniya we ya 27’ê Sibata 2025’an, ku ji hêla Sirri Sureyya Onder ve hatiye vegotin, “Daxistina çekan û fesixkirina PKK’ê naskirina siyaseta demokratîk û aliyê qanûnî hewce dike”, di derbarê beşa daxuyaniya we ya derbarê PKK’ê de gavên berbiçav hatine avêtin. Lê belê, di derbarê “naskirina siyaseta demokratîk û aliyê qanûnî” de, ji bilî komîsyona ku li Meclîsê hatiye avakirin, gavên girîng nehatine dîtin. Di çarçoveya danûstandinên ku hûn li Îmraliyê dimeşînin de, gelo di demek nêzîk de aliyê dewletê dê gavên berfirehtir bavêje da ku çarçoveya siyaseta demokratîk berfireh bike?

ALÎŞER DELEK-ROJNAMEVAN

Di demekê de ku PKK’ê hat fesixkirin û têkoşîna çekdarî di Kongreya we ya 12’yemîn de bi dawî bû; Hûn ferqa cudahiya bingehîn di navbera têgihîştina dewletê ya “avahiyek unîter” û “yek netewe” û modela we ya “konfederalîzma demokratîk” û “xweseriyê” de çawa dibînin, çarçoveyek ku hem fikarên Tirkiyeyê yên li ser dabeşbûnê sivik bike û hem jî misogeriya destûrî ji bo hebûna Kurdan peyda bike, çi çarçoveyek hiqûqî ya hevpar û berbiçav bikar tînin?

SEMÎHA ALANKUŞ- AJANSA JINNEWS

Hûn azadiya jinê wekî ‘rastiya civakê’ û ‘dilê modernîteya demokratîk’ pênase dikin; Îcar îro, ji bo jineke ku hem di nav şer, hem jî di nav şîdeta dewleta mêr û êrîşên ku jiyana rojane normalîze dike de dijî, hûn çawa jê re dibêjin ku ‘rizgarkirina xwe’, ‘derxistina xencerê ji pişta xwe’ ne tenê armanceke siyasî ye, di heman demê de çalakiyeke xweparastinê û hilbijartineke exlaqî ye? Li gorî we, tirsa di nav jinan de, dîsa bi pênaseya we, ‘rewşa tirsa azadiyê’, çawa bandorê li pêşveçûna têkoşîna jinan a rêxistinkirî dike, û hûn di vê mijarê de ji jinan re çi dibêjin?

ÎRFAN DEGÎRMENCÎ- YOUTUBE

Desthilatdar kesên têkoşîna mafê LGBTI’yan dimeşînin weke ‘’rêxistin’’ bi nav dike û bi taybetî jî ji sala 2025’an û pê ve ku weke ‘’sala malbatê’’ îlan kiriye, wan hedef digire. Hûn têkildarî vê yekê çi difikirin?

Tiştekî ku hûn dixwazin ji welatiyên LGBTI’yên ku dixwazin bi rêya sûcdarkirinên neberbiçav ên weke ‘’dijberiya exlaqa giştî’’ werin cezakirin re bibêjin heye?

YILDIRAY OGÛR- ROJNAMEYA KARAR

Hûn derbarê Selahattîn Demîrtaş de çi difikirin? Dikare di siyaseta Kurd û pêşeroja siyaseta Tirkiyeyê de roleke çawa bilîze?

EVRÎM KENEPEK – BIANET

Nifşeke ku atmosfera şer û pevçûnên giran a salên 1990’î, kuştinên failnediyar, valakirinên gundan, binfêkirinên mafan û têkoşîna çekdarî bi awayekî rasterast jiyaye hebû. Roja îroyîn jî nifşeke ciwan a ku bi awayekî rasterast ew serdem nejiyaye, hin cihan bûye şahidê şer û pevçûnan lê belê ji malbatên xwe, bîrê û trawmaya kolektîd dewr standiye, heye. Êş, birîn, hêrs, zanebûna nasnameyî û daxwaza edaletê jî di navbera nifşan de tê  veguheztin. Gelo hûn dixwazin roja îroyîn ji van ciwanan re çi bibêjin?

Gelo hûn dixwazin têkildarî awayê têkoşînê ji vê nişfa ku trawmaya berê li gel heye lê belê wê pêşerojê ava bikin re çi bibêjin?

Ciwanek Kurd pirsa ‘’Ez ê tiştên ku berê rû dane ji bîr nekim lê belê ez nizanim wê çawa pêş bikevim û divê ez çi bikim?’’ li we bike, hûn ê çi bersivê bidin?

SERDAR ALTAN–ROJNAMEGER

Hûn li gel avakirina fikrên civaka demokratîk di heman demê de bi rêya persfektîfeke sosyalîst qala guherîn û veguherînekê dikin. Dema ku hûn PKK’ya ku mohra xwe li pêvajoya pêncî salên dawiyê daye, fesix dikin û têkoşîna çekdarî bi dawî dikin hûn pêvajoya veguherîna avaniya kadroyî ya rêxistinê ku wê ji civaka demokratîk re pêşengtiyê bikin, çawa digirin dest û berxwedanên muhtemel çawa dinirxînin?

DENÎZ NAZLIM – ROJNAMEYA SOLFASOL

Piştî banga we ya 27’ê Sibatê biryara çekberdan û fesixkirina PKK’ê hate standin lê belê piştre têkildarî çekdanîn bi PKK’ê re sînordar e, nîqaş hatin birêvebirin. Rayedarên dewleta Tirk, bi israr îdîa kirin ku banga çekdanînê li Îranê ji bo PJAK û li Sûriyeyê jî ji bo YPG/YPJ’ê jî hatiye kirin û di nava raya giştî de nediyariyek çêbû. Gelo biryara çekdanînê ji bo her du hêzên berbehs jî derbasdar e yan na îfadeya ‘’çekanînê’’ bes ji bo PKK’ê derbasdar e?

Tevî ku bangeke ya bi vî rengî jî tune ye îdîaya nûnerên dewlet û desthilatdariyê ya bi vî rengî tê çi wateyê?

SÛNA ERDEM– ROJNAMEGER

Gelo ji destpêka têkoşînê û heya niha kêliyeke we poşmantiyê  heye?

Bi taybetî jî wê yê di mijara xwegihandina encama bi leztir û kêmtir windakirinan û  pêkanîna aşitiyê de pêngav û mijareke cuda li gel fikra xwe ya roja îroyîn cudatir bigirta dest?

GURKAN ÇAKIROGLÛ- NIVÎSKAR

Me têkildarî paşerojê gelekî tiş anîn ziman, we jî. Me bi hev re êş kişand. Êdî dewletê paradîgmaya Kemalîst a xwe dispêre asîmîlasyonê li dû xwe hişt û paradîgmaya we ya têkildarî entegrasyonê qebûl kir. Gelo hûn têkildarî pêşerojê çi difikirin?

Li ser navê avakirina rêya ber bi sedsala Tirkiyeyê ve diçe pêngava we ya piştî vê çi ye?

Yek neteweya ji du gelan, ji netewedewletê ber bi neteweya demokratîk wê ev rêwîtî çawa diyar bibe?

ÎNAN DEMÎREL–TELE-2

Li hevkariya AKP-MHP’ê, banga we ya ji bo PKK’ê ya çekdanîn û xwefesixkirinê ji destpêkê heya niha ji bo QSD-YPG’Ê jî derbasdar e? Daxuyaniya Sirri Sureyya Onder a ‘’Weke prensîb bang ji bo her kesî ye’’ jî weke palpişta vê yekê hate nîşandan. Girêdayî vê yekê gelek caran rêveberiya QSD-YPG’ê bi pêkneanîna egerên banga 27’ê Sibatê hate rexnekirin. Li gorî we li vir nediyariyek heye?

Ger wisa be ev rewşa nediyar çima nehate zelalkirin? Gelo banga we YPG jî digirt nava xwe?

HÎLMÎ HACALOGLÛ – YOUTUBE

Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan û siyaseta Kurd ev demeke dirêj e bi gotina ‘’pirsgirêka 100 salan’’ di rastiyê de mesafeyekê dixin navbera Komarê. Di girteya hevdîtina 24’ê Mijdarê a heyeta Komîsyona Meclîsê de we gelek caran gotina ‘’Komara Demokratîk’’ bilêv kiriye.  Her wiha hûn dibêjin ku ‘’AKP’ê têkildarî avakirina Komara Demokratîk pêngavên cidî avêtine.’’ Li welatekî ku Akademîsyenên Aşitiyê hema bibêjin ev 9 sal in ji zanîngehan hatine dûrxistin; biryarên Dadgeha Qanûna Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya têkildarî girtiyên Doza Geziyê Osman Kavala, Can Atalay û Tayfûn Kahraman nayên bicihanîn, paşçavkirina biryarên DMME’yê yên têkildarî Selahattîn Demîrtaş û sekna darazê ya li gel birêvebirinê ya li dijî prensîba cudabûna hêzan a pêneseya sereke ya Montesquieu ya ji bo demokrasiyê li gorî we çawa nêzî komara demokratîk dibe, hûn ‘’Komara Demokratîk’’ çawa pênase dikin û hûn têgeha ‘’Rojhilata Navîn a Demokratîk’’ çawa pênase dikin?

HUSEYÎN KALKAN – ROJNAMEYA YENÎ YAŞAM

Ji bo parastina şoreşa Rojava hemû Kurdên li seranserê cîhanê û dostên wan rabûn ser piyan. Ev xwepêşandanên sivîl û girseyî planên komkujiyên li Sûriye û Rojava pûç kirin. Hûn vê geşedanê di çarçoveya paradîgmaya ‘’Aşitî û Civaka Demokratîk’’ de çawa dinirxînin?

ROB VREEKEN–DE VOLKSKRANT

Encamek ji şer û pevçûnên 40 salan hate bidestxistin, ji bilî mirina bi hezaran însanan?

NEZAHAT DOGAN

Di destpêkê de hûn dibêjin ku ‘’rastpênasekirina jinan, diyarkirina rola wan a di nava jiyana civakî de ji bo jiyana rast esas e.’’ Roja îroyîn weke ku di doza Epstein de jî xuya dike, tevî ku jin ev qasî ji aliyê kujerên kastîk ve hatine dorpêçkirin jî wê çawa ji jiyana çêkirî-teknolojîk, takekesî, zayendparêz formula Jin Jiyan Azadî were bidestxistin?

Di heman demê de divê rêya xwerizgarkirna ji hilweşîna exlaqî-polîtîk, rizîbûn û dejenerebûnê çawa were dabînkirin?

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Wezîrê Plandanînê yê Iraqê ferman da ku Gulale bibe navçe
Nûçeya Pişt re Kampa Holê hate girtin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Keça Cuma Xelîl (Bavê Teyar): Bavê min Rêbertî bi min da naskirin

Keça Cuma Xelîl (Bavê Teyar), Leyla Cûma ku li Girtîgeha Jinan a Erzînganê tê girtin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk bombe li Şêrawayê barand: Kesek bi giranî birîndar bû

Dewleta Tirk a dagirker gundekî Şêrawayê bombe kir. Gundiyek bi giranî birîndar bû.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Reqayê cenazeyê 3 şervanên QSD’ê hatin veşartin

Cenazeyên 3 şervanên QSDˈyên li Helebê şehîd bibûn ji aliyê xelkê Reqayê ve bi merasîman…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Çelîk ê ku berdana wî hatibû taloqkirin, hat berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

30 û 33 sal şûn da hatin berdan: Berxwedan jiyan e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mazlum Ebdî li Kobanê bi partiyên Kurd re hevdîtin kir

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?