Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê ragihand ku Kampa Holê ya li bejahiya Hesekê hatiye girtin. Di dîmenan de yên li ser înternetê hatin parvekirin tê dîtin ku hin konên li kampê şewitîn.
Rêvebirê kampê ku ji hêla hikumeta demkî ve hatiye destnîşankirin Fadî El Qasim diyar kir ku kamp “piştî temamkirina pêvajoya valakirinê” hatiye girtin. El Qasim behsa mekanîzmayên valakirinê û rêxistinên ku malbatan pêşwazî kirine, nekir.
Bi ragihandina girtina kampê re, dîmenên ku li ser înternetê belav bûne, nîşan didin ku di çend kon û deverên di nav kampê de agir derketiye. Der barê sedema van de şewatan daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

