Çalakiyên ku di navbera 27ê Sibatê û 8ê Adarê de bên lidarxistin, bi dirûşma “Parastina Şoreşa Jinê” tên birêvebirin. Program ji aliyê Meclîsa Jinê ya Dest-Dan e.V., Hunera Mizgîn, Jinên Koma Feraşîn û Delîl Çiyager, Jinên Ciwan ên Berlînê, KJAR û Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd (Cênî e.V.) ve tê organîzekirin. Di nav bernameyê de ji pêşangehan heta atolyeyan, ji nîşandana fîlman heta panelan, ji govendê heta muzîka gelêrî gelek çalakiyên dewlemend hene.
ROLA JINÊ DI BÎRA ÇANDÎ DE
Yek ji xalên sereke yên çalakiyê, rola diyarker a jinan a di dîroka Kurd de ji bo parastina huner û çandê ye. Komîteya amadekar diyar dike ku çanda Kurd bi salan e rû bi rûyê polîtîkayên asîmîlasyonê ye û parastina huner û çandê tê wateya têkoşîneke birêxistinkirî. Jinên ciwan ên Kurd ên li diyasporayê dijîn jî destnîşan dikin ku têkoşîna çandî ne tenê bi Kurdistanê sînordar e û parastina nasnameyê bi rêya huner û çandê pêkan e.
DİYARÎ ROJAVA Û ROJHILAT HATE KIRIN
Rojên Çandê armanc dike ku balê bikişîne ser geşedanên li Rojava, Rojhilat û beşên din ên Kurdistanê. Organîzatoran diyar kir ku wan ev çalakî diyarî berxwedana van herêman kirine.
Program dê bi pêşangeheke hunerî dest pê bike û bi şeva fîlman, nîqaş, govend û muzîka kevneşopî ya wekî Dengbêjî û Siyaçemane Hewraman berdewam bike. Çalakî dê di 8ê Adarê, Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de, bi meşeke mezin bi dawî bibe.
Agahiyên Programê:
- 27ê Sibata 2026; 18:30 – 21:30: Vekirina Pêşangehê; Cîh: Alte Münze (LOFT), Berlin 10179
- 28ê Sibata 2026; 14:00 – 16:00: Atolyeya Monoprint I – Teknika Tetra Pak; Cîh: Alte Münze (LOFT) (Tenê ji bo jinan)
- 28ê Sibata 2026; 17:00 – 19:00: Atolyeya II – Perwerdehiya Şoreşgerî û Xwebersivdayîna Kolektîf; Cîh: Alte Münze (LOFT) (Tenê ji bo jinan)
- 01ê Adara 2026; 15:00: Atolyeya III – Çand, Xweparastin û Tevgera Jinên Ciwan; Cîh: Alte Münze (LOFT)
- 04ê Adara 2026; 18:30: Govenda Kurdî – Ji Perspektîfa Jinê Folklora Kurdî; Cîh: Kiezraum, 10963 Berlin
- 06ê Adara 2026; 18:30: Siyaçemane Hewraman & Dengbêj; Cîh: Kiezraum, 10963 Berlin
- 07ê Adara 2026; 18:30: Şeva Fîlman – Stêrka Li Ser Xetê û GotûbêJin; Cîh: Kiezraum, 10963 Berlin
- 8ê Adara 2026; 14:00: Meşa Roja Têkoşîna Femînîst “Hûnandina Aşitiyê – Parçekirina Patriyarkayê”; Cîh: Alexanderplatz
Hunermendên beşdar: Aylam Abdo, Lava Bayat, Leyla Toprak, Lêlav Omar, Mahin Khodayari, Norhin Al-Hussein, Sholeh Rahmani, Susan Azizi, Vian K. Hussein, Widad Nabi, Hêlan Jawish, Felicitas Arnold (Bablîsk).

