Berdevkê hikumeta Talîbanê Zabihullah Mucahîd got, “Bi dehan leşkerên Pakistanê hatin kuştin (…). Gelek jî birîndar bûn, hinek dîl hatin girtin.”
QEREQOL HATIN BIDESTXISTIN!
Mucahîd ji AFP’ê re axivî û îdîa kir ku di nava du saetan de wan zêdeyî 15 qereqolên Pakistanê bi dest xistine.
Alîkarê berdevkê hikumeta Efgan Hamdûllah Fitrat jî got, “Li dijî dijmin, weke bersivdanê operasyoneke berfireh hate destpêkirin.” Têkildarî windahiyên nava leşkerên Efgan hîn daxuyaniyek nehate dayin.
Wezareta Enformasyonê ya Pakistanê jî li ser platforma X’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku hêzên Efgan li seranserê sînorê eyaleta Hayber Pahtunhvayê bi rengekî yekalî êriş kiriye û Pakistanê jî tavilê û bi xurt bersiv daye.
Êrişa hêzên Efgan piştî êrişên hewayî yên Pakistanê yên dawiya hefteyê li wîlayetên Nangarhar û Paktikayê hate kirin. Pakistanê diyar kiribû ku ev bombardûman bersiva li “êrişên xwekujî yên dawî” yên li welatê wan e.
PAKISTANÊ BI RENGEKÎ EŞKERE ŞER ÎLAN KIR
Hikumeta Pakistanê piştî operasyona hêzên Efgan ên roja Pêncşemê li seranserê xeta sînor hate kirin, ragihand ku wan li dijî rêveberiya Talîbanê “şerekî eşkere” îlan kirine.
Pakistanê nîvê şevê di serî de Kabûl û Kandahar li hemberî gelek hedefên Efgan êrişên hewayî kir. Wezîrê Karên Hundir ê Pakistanê Mohsin Nakvi ev êriş weke “bersiveke guncaw” a pêngava rojek berê ya li Efganistanê pênase kir.
Wezîrê Parastinê yê Pakistanê Khawaja Asif li ser platforma X’ê daxuyaniyek da û got, “Kevirê me yê sebrê êdî terizî. Di navbera me de êdî şerekî eşkere heye.” Serokwezîr Şahbaz Şerîf jî li ser hesabê X’ê yê hikumetê got, “Yekîneyên me xwedî wê kapasîteyê ne ku her cûre hewldanên êrişkariyê têk bibin.”

