Ji bo şervanê YPG’ê Dîndar Bor (Şervan Bêrîtan) ku di 20’ê Çileyê di êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk ên ser rojavayê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dabû, li mala malbata wî ya li Colemêrgê taziye hate danîn. Endam û rêveberên MEBYA-DER’ê, DBP, DEM Partî û gelek welatî bi girseyî çûn serdana taziyeya Dîndar Bor.
Hevseroka Şaxa MEBYA-DER’ê ya Wanê Hanim Kayayê di taziyeyê de got: “Hevalên me, ji bo rûmeta me û gelê me li dijî DAIŞ’ê têkoşiyan. Divê em nehêlin ev pêşeroja me tarî bikin. Em soz didin ku em ê li ser doza wan bin û xeyalên wan pêk bînin.”
Di taziyeyê de gelek caran dirûşmên “Ey şehîd xwîna ta li erdê namîne” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

