Bûyerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya di nava salekê de qonaxek krîtîk ji bo diyarkirina cihê pirsgirêka Kurd di pêvajoya ji nû ve avakirina Sûriyeyê de nîşan didin. Êrîş di seranserê sala 2025’an de zêde bûn. Di 29’ê Çileya 2026’an de peymanek agirbest û entegrasyonê hate ragihandin. Lê belê, şert û mercên dorpêçkirinê berdewam dikin û rewşa Rojava hê ne diyar e.
Peymanên 10’ê Adar û 1’ê Nîsana 2025’an bi berdewamî hatin binpêkirin. Komên çete yên bi pêşengiya Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker, êrîşî Rojava kirin. Berxwedana gelê Kurd, dostên wan û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên li seranserê cîhanê van êrîşan têk birin. Di encama vê berxwedanê de, peymana 29’ê Çileya 2026’an hate îmzekirin.
Ji bo Rojava sala 2025’an saleke ku rageşî û binpêkirin lê zêde bûn. Her çend Peymana 10’ê Adarê entegrasyonê pêşbînî dikir jî, ew ji aliyê Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) û komên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên destekkirin ve gelek caran hat binpêkirin. Di Çileya 2026’an de, pevçûn hîn dijwartir bûn. Civînên li Şamê ya bi tevlîbûna Fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed pêk hat, ti encam nedan. Di 6’ê Çileyê de, êrîş li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dest pê kirin. Di 16’ê Çileyê de, Dêr Hefîr, Tebqa, Reqa û Dêrazor hatin hedefgirtin.
Di civîna 19’ê Çileyê de ya li Şamê ji QSD’ê hat xwestin ku “Hesekê û Kobanê vala bike û çekên xwe deyne.” Lê QSD’ê vê ferzkirinê red kir. Êrîş ber bi Kobanê, Hesekê û Qamîşloyê ve belav bûn. Piştî vê yekê, Rêveberiya Xweser a Rojava seferberî îlan kir. Berxwedana gel nerazîbûna navneteweyî xurt kir.
Di 27’ê Çileyê de Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed ji bo hevdîtinê çûn Şamê. Di 29’ê Çileyê de peymanek ji aliyê Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Wezareta Ragihandinê ya Sûriyeyê ve hat parvekirin û di 30’ê Çileyê de hate ragihandin. Ji bo pêvajoya agirbest û entegrasyonê bernameyek hate destpêkirin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, di civîneke gel de diyar kir ku Rêber Apo cihê xwe di vê pêvajoyê de girtiye. Bakirhan, anîbû ziman ku Rêber Apo bang li QSD’ê kir ku pêvajoyek demokratîk bi Şamê re bide destpêkirin, ji Enqereyê xwest ku di plana tasfiyekirina Kurdan de cih negire û got ku Rêber Apo di rawestandina êrîşan de roleke girîng lîstiye.
Bakirhan, gotibû ku helwesta Rêber Apo şer rawestandiye û rê li ber pêkhatina peymana 30’yê Çile vekir.
Peymana 30’yê Çileyê, vekişîna hêzên leşkerî cihên diyarkirî, pevguhertina girtiyan û kesên dîlgirtî, vegera koçberan û misogerkirina destûrî ya mafên Kurdan dihewîne. Her çend di meha yekem de hin pêşketin çêbûbin jî, pêkanîn ne domdar bû.
Peyman wekî metneke agirbest û entegrasyonê ya berfireh ku di navbera QSD’ê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hat îmzekirin û hat weşandin. Lê tevî ku mehek bi ser vê peymanê re derbas bû jî, di warê bicihkirina vê de hê nakokî dertên. Her çend hin gav hatibin avêtin jî mijarên wekî dorpêça li ser Kobanê ku weke pirsgirêkek krîtîke didome û mafên gelê Kurd bi destûrî nehatine misogerkirin.
Di 2-3’yê Sibatê de karwanên Hêzên Ewlekariya Giştî yên girêdayî Waliyê Derayê de gihîştin Heseke û Qamîşloyê. Bi giştî 214 personel hatin bicihkirin. 10 ji van wekî beşek ji tîmek teknîkî dest bi xebata bi hêzên ewlehiyê yên Rojava re kirin.
Di 4’ê Sibatê de diyarkirina Nûreddîn Îsa Ehmed wekî Waliyê Hesekê, wekî gavek di pêvajoya entegrasyona îdarî de hat hesibandin.
Li herêma Cîzîrê, hêzên leşkerî ji navendên bajaran vekişiyan û wekî lîwayan hatin bicihkirin. Li qadên stratejîk ên wekî balafirgeh û qadên petrolê pêşketin çêbûn. Herî dawî jî di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û yekîneyên din ên ewlehiyê de xalên kontrolê yên hevpar li herêma Çelebiyê ya Kobanê hatin avakirin.
Tê plankirin ku Hêzên Ewlehiya Navxweyî yên Kobanê tevlî Hêzên Ewlehiya Giştî yên Helebê bibin û lîwayek tevlî Şaxa Helebê bibe. Xalên kontrolê yên li Şêxler û Çelebiyê hatine avakirin gavên pêşîn ên vê pêvajoyê ne.
Di derbarê vegera koçberan de pêşketinek sînordar heye. Ji sala 2018’an û vir ve, ji ber desteserkirina milk û malên welatiyan, bi darê zorê gel neçarî koçber kirin, zêdetirî 300 hezar welatî neçar mane ku ji Efrîn derkevin. Di 16’ê Sibatê de, hate ragihandin ku zêdetirî 400 malbat dê vegerin deverên Cindirês, Mebata û Şiyê yên Efrînê. Di 23’yê Sibatê de, komîteyên ewlehî çûn Efrîn û Helebê û komîteyên hevpar avakirin. Lê belê, vegera milk û malên welatiyan û misogerkirina ewlehiyê hîn jî ne diyar in.
Di heman demê de dorpêça li ser Kobanê ku ji 20’ê Çileyê ve berdewam dike, wekî xala herî hesas a peymanê tê dîtin. Dorpêçkirin bi rengekî berevajî ruhê peymanê berdewam dike û pirsgirêkên baweriyê li herêmê girantir dike. Ev yek nîşan dide ku HTŞ’ê û bandora Tirkiyê berdewam dikin û li hemberî entegrasyona tam Şam xwe giran dike. Wekî din, misogeriya destûrî ya mafên Kurdan hîn bi tevahî nehatiye bicîhanîn.
GELEKÎ KU DI BIN DORPÊÇÊ DE YE
Dorpêça li ser Kobanê bûye sedema krîzeke mirovî ya giran ku bandor li ser bêhtirî 600 hezar sivîlan kiriye. Ji ber dorpêç û girtina rêyan gihîştina xwarin, derman û alîkariya mirovî zehmet bûye. Bêhtirî 200 hezar kes li 70 deverên cuda di stargehên demkî de dijîn. Di nav van koman de malbatên ku ji Efrînê koçber bûne jî hene.
Peymana 29’ê Çileyê ji bo Rojava xalek girîng e. Hin êrîş hatin rawestandin û pêvajoya entegrasyonê dest pê kir. Lê pirsgirêkên pratîkkirinê yên ku di meha yekem de hatine kirin, nîşan didin ku hîn hewirdoreke ewle li herêmê nehatiye avakirin.

