Li gorî rapora rêxistinê ya piştî şerê 29 mehan hatî weşandin, jinên Fîlîstînî yên li Xezeyê rû bi rûyê “zirarên cidî” ne. Di raporê de hate destnîşankirin ku koçberiya bi zorê, kêmbûna xurekê û astengiyên Îsraîlê yên li hemberî alîkariya mirovî, vê rewşê hîn girantir dike.
Ji Sekreteriya Giştî ya Amnesty International Agnes Callamard diyar kir ku mafên jinan “bi rengekî sîstematîk tê binpêkirin” û tiştên diqewimin bi gotinên tund rexne kir. Callamard anî ziman ku jin û zarokên keç “bi zanebûn” tên hedefgirtin. Rêxistinê geşedanên li Xezeyê weke “dewama qirkirinê” nirxand.
SÎSTEMA TENDURISTIYÊ LI BER HILWEŞÎNÊ YE
Rapor xwe dispêre hevdîtinên bi jinên ku meha Sibatê ji cihên xwe hatine kirin û 26 xebatkarên tenduristiyê re hatine kirin.
Li gorî daneyên World Health Organization, nuqteyên tenduristiyê yên li Xezeyê êdî ji %60 nikare xizmetê bide.
JINÊN DUCANÎ Û DAYIKÊN NÛ DI BIN ŞERT Û MERCÊN GIRAN DE NE
Li gorî daneyên United Nations, tê texmînkirin ku heya navîna Cotmeha 2026’an 37 hezar jinên ducanî û dayikên nû wê di aliyê tîmarbûnê de pirsgirêkan bijîn.
Li gorî şahidên di raporê de, gelek jinan pêvajoya ducaniyê û zayînê li çadirên qelebalix û di bin şert û mercên sar û qirêj de derbas kirin.
Jinên nexweşên kronîk jî, di bin rîskek cidî de ne. Tê diyarkirin ku li Xezeyê zêdeyî 18 hezar nexweş pêdivî bi tahliyeya tibî ya lezgîn dibînin.
TEVÎ AGIRBESTÊ JÎ MIRIN ÇÊDIBIN
Tevî ku di Cotmeha 2025’an de agirbestek çêbû jî, operasyonên leşkerî didomin. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ji vê dîrokê heya dawiya Sibata 2026’an 630 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan; ji van 202 zarok in, 89 jin in.
Bi vî rengî, ji 7’ê Cotmeha 2023’yan û vir ve li Xezeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane ji 72 hezarê derbas kir.

