Çarşem, 18 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    KONGRA-GEL: Bila cejna Newrozê bibe wesîleya aştî, azadî û demokrasiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojê 17 dermanan dixwe: Li gorî dadger dikare bi tenê îdare bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kazliçeşmeyê heta bi Yenîkapiyê Newrozên Stenbolê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Menzione: Bersiv ji daxwaza me ya dîtina Abdullah Ocalan re nayê dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 18’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampa KDP-Î li Koyê du carin tê bombebarankirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gerîlayên HPG û YJA Starê: Di vê Newrozê de em ê pêvajoyê bi ser bixînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê herî kêm 4 teqîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Cizîra Botan bi 77 meşaleyan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi kareograsfiya Mazlum Dogan Newrozê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Êlihê ji bo Şerzan Sasûn û Raman Soro sersaxî hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wêranşarê Newroza bi coş: Divê statuya Abdullah Ocalan zelal bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ferîde Eralp: Azadiya jinan bi destwerdanên derve nayê bidestxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E ji bo destdirêjiya li Neuköllnê got: Edalet nayê veşartin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rohilat Efrîn li Zurichê axivî: Têkoşîna me dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em bi rola xwe rabin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê ji bo Zeynep Celaliyan name ji Meclîsa Federal a Elmanya re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Polîtîkayên desthilatê tundiya li ser jinê asayî dike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Karayilan: Newroz 2026’an divê bibe Newroza azadiya Rêber Apo
Kurdistan

Karayilan: Newroz 2026’an divê bibe Newroza azadiya Rêber Apo

Fermandarê HPG'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku Newroza 2026'an divê bibe "Newroza azadiya Rêber Apo" û destnîşan kir ku ji bo serketina pêvajoyê divê dewlet gavên şênber biavêje.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Adar 2026 Dema xwendinê: 27 dq.
Parvekirin

Fermandarê HPG’ê Mûrat Karayilan ji ANF’ê re axivî û pêvajoya li ser çareseriya pirsgirêka Kurd nirxand. Hevpeyvîna bi Mûrat Karayilan re bi vî rengî ye:

Newroza 2026’an nêz dibe. Yek ji taybetmendiyên Newroza îsal jî ev e ku bi cejna Remezanê re ye. Bi minasibeta van her du cejnên girîng, peyama we çi ye? 

Berî her tiştî ez silav û rêzên xwe pêşkêşî tevahiya gelê me dikim. Belê, îsal em hem cejna olî hem jî ya neteweyî bi hev re pêşwazî dikin. Di serî de ya Rêber Apo, ez Newroz û cejna Remezanê ya dayikên şehîdên me yên leheng, malbatên wan û hemû hevalên me pîroz dikim. Dîsa Newroz û Cejna Remezanê ya tevahiya Kurdistanê, gelên herêmê û bawermendan pîroz dikim. Meha Remezanê ne tenê meha rojiyê ye; Remezan di heman demê de meha paqijkirina nefs û ruh, meha bedewî û aştiyê ye. Cejna Remezanê jî cejneke wiha pîroz e. Cejna Newrozê jî cejna biratî, yekîtî, têkoşîn û berxwedanê ye. Ev di dîroka gelên herêmê û gelê me de xwedî cihekî girîng û pîroz e. Ji ber vê yekê, em hêvî dikin ku di her du cejnan de ruhê neteweyî, ruhê azadî, aştî û piştgiriyê bêtir geş bibe. Rojên wiha pîroz nêzîkatiyeke wiha ferz dikin. Em hêvî dikin ku ev cejnên ku bi hev re tên pîrozkirin, bandorê li ser rojeva heyî û civakên bawermend bikin. Di vê çarçoveyê de ez cejna her kesê xwedî bawerî careke din pîroz dikim. 

Cejna Newrozê bi têkoşîna me re gihiştiye asteke nû. Bi taybetî nirxandinên Rêber Apo yên li ser dîroka gelê me, tevgera Medya û derketina Newrozê, girîngiyeke mezin da Newrozê. Nirxandinên ku li ser vê bingehê hatin pêşxistin, ji bo me bû rojeke nû û derketineke nû. Ji ber vê yekê heval Mazlum Dogan di şert û mercên zindana Amedê de roja Newrozê bi 3 darikên kibrîtê Newroz pîroz kir û çalakiya xwe ya dîrokî pêk anî. Dîsa şoreşgerên wekî Zekiye Alkan û Rahşan Demirel bedenên xwe dan ber agir û agirê Newrozê gurr kirin û Newroz pîroz kirin. Ji ber vê yekê di dîroka têkoşîna me de cihê Newrozê girîng û taybet e. Li ser vê bingehê ez hemû şehîdên Newroz û şoreşê di şexsê Kawayê Hemdem heval Mazlum Dogan û Zekiye Alkan de bi bîr tînim û li ber wan bejna xwe ditewînim. Di van rojên pîroz de ez soza ku me daye wan careke din dubare dikim. Em ê heta dawiyê li ser xeta wan û şopa wan têbikoşin û ji bo serkeftina armancên wan ên pîroz têkoşînê bilind bikin. Agirê Newrozê agirê mizgînî, serkeftin û serfiraziyê ye. Bi ruhê agirê Newrozê em ê teqez encam bigirin û doza şehîdên leheng bi ser bixînin. 

Di wan demên dawî de hin kedkarên doza azadiya Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan û şehîd bûn. Herî dawî jî şehadeta Salih Muslim hat ragihandin. Ji bo van şehadetan hûn ê çi bêjin? 

Wekî ku we jî diyar kir, di vê dema dawî de hin kesayetên ku keda wan di têkoşîna gelê Kurd de heye, rol lîstine û fedakariyên berçav kirine, ji ber nexweşiyê wefat kirin. Di serî de heval Salih Muslim (Bavê Welat), heval Osman Kiliç (Gundî) û Ehmed Huseynî, ez hemû hevalên ku jiyana xwe ji dest dane bi rêz û minet bi bîr tînim û li ber xatirên wan bejna xwe ditewînim. 

Ez Salih Muslim ji mêj ve nas dikim. Salih Muslim li Tirkiyeyê xwendibû. Ji ber wê siyaseta Tirkiyeyê dişopand lê Tevgera me ji nêz ve nedinasî. Piştî ku nas kir, bi taybetî di sala 1983’an de piştî hevdîtina bi Rêber Apo re, êdî biryar da ku bi Tevgerê re bimeşe. Ji wê demê ve di xebatên azadiya Kurdistanê de keda wî pir çêbû. Di wan deman de li Erebistana Siûdî dixebitî. Rêber Apo bi xwe yekser bi xebatên Erebistana Siûdî re eleqedar dibû. Li wir kadro tune bûn, kesên welatparêz hebûn. Bi telefonê yekser bi wan re dipeyivî, her dem têkilî datanî. Yek ji wan jî heval Salih Muslim bû. Heval Salih Muslim gelek caran bi rêya telefonê yan jî bi hevdîtinên rûbirû Rêber Apo ji nêz ve nas kir. Ji ber vê yekê Rêber Apo ji bo wî got: “Ji bo min mîna Sırrı Sureyya Onder pir hêja û giranbiha ye.” Bi rastî jî hevalên wiha di xebatên me de rolên pir girîng lîstin. Heval Salih Muslim jî wisa bû. Bi bêgumanî beşdar bû û fedakariyeke mezin nîşan da. 

Erebiya wî baş bû, di warê wergerandina fikir û ramanên Rêber Apo de jî kedeke mezin da. Li Kobanê pêşî Enver Aluş di vê mijarê de ked dida, daxuyanî û hwd. wergerand. Piştre heval Salih Muslim bêtir ramanên Rêbertiyê nivîsandin û nirxandinên wî yên giştî wergerandin. Bi gotineke din, hem di xebatên îdeolojîk de hem jî di xebatên siyasî û rêxistinî de ked da. 

Nemaze piştre di avakirina PYD’ê û di pêvajoyên destpêkê de wekî hevserok rol lîst û di siyaseta Kurd de ked da û cihekî girîng girt. Di têkoşîna xwe ya di çarçoveya xeta Rêber Apo de roj bi roj kûr bû, bi biryardarî û sekneke bêtir beşdarbûneke xurt nîşan da. Belê, Salih Muslim kesekî ku soza kadrobûnê dabû partiyê ne bû, lê mîna kadroyekî giştî yê şoreşê dixebitî. Bi vê şêweyê hevalên ku li her çar parçeyên Kurdistanê dixebitin hene. Dikare were gotin ku ew ji bo wan hemûyan mînak e. Tevî ku soza kadrobûnê nedabû partiyê jî, bûbû kadroyekî welatê azad, kadroyekî têkoşîna azadiyê; şev û roja xwe da, hem malbata wî hem jî wî bi xwe her cure fedakarî nîşan da. Di nav têkoşînê de wekî rêberê gelekî mînak derket holê. Hevalên din ên wiha jî hene. Ne şert e ku kesên di têkoşîna Apoyî, azadî û demokrasiyê de rol dilîzin teqez bibin kadroyên partiyê yên sondxwarî. Ya girîng ew e ku mirov bi biryardarî û bê dudilî beşdar bibe, di ramanên rêbertiyê de kûr bibe û di vê çarçoveyê de rol bigire ser xwe û rola xwe bileyize. Salih Muslim ji bo vê yekê mînakeke mezin e. Me gelek xebat bi hev re kirin. Bîranînên hevalên leheng ên mîna Salih Muslim nayên jibîrkirin. Li ser vê bingehê ez wî careke din bi rêz bi bîr tînim, sersaxiyê ji malbata wî û gelê me yê hêja yê Kobanê re dixwazim. 

Di nav têkoşîna me de kesên ku bi vî rengî xwedî rol in, di çarçoveya demokrasî û welatparêziyê de beşdar bûne û erkên girîng pêk anîne hene. Yek ji wan jî, wekî ku Rêber Apo jî amaje pê kiriye, Sırrı Sureyya Onder e. Sırrı Sureyya jî tevî ku ne kadroyê tevgerê ye, hevalekî ku roleke girîng lîstiye. Berê di tevgerên çep ên Tirkiyeyê de wekî sosyalistekî cih girtibû, di zindanê de mabû; hunermend, ronakbir, siyasetmedar û hevalekî ku xwedî gelek behreyên din bû. Piştî ku xeta Rêber Apo û Tevgera me nas kir, bi biryardarî û kelecaniyeke mezin beşdar bû. Wekî kesekî Tirkmen ku ji tevgera çep a Tirkiyeyê tê, sempatiyeke mezin û eleqeyeke germ ji doza gelê Kurd re nîşan da. Ev helbet meseleya durustî, paqijî û wijdanê ye. Wî ev dît û xwest bixebite. Min ew di sala 2013’an de nas kir. Her gava ku dihat cem me, teqez şevekê dima, me bi wî re axaftinên pir berfireh û sohbet dikirin. Mirovekî wiha vekirî bû û ji bo têkoşîna azadî, sosyalîzm û demokrasiyê her cure fedakarî dikir. Li ser vê bingehê ez Sırrı Sureyya Onder jî careke din bi rêz bi bîr tînim. Bîranînên wan dê her dem bi me re bijîn. 

Di heman demê de, ez dixwazim hevalê Huseyin Aykol jî bi bîr bînim; ew jî wekî Sırrı Sureyya bi eslê xwe ji Tirkiyeyê bû û di nav tevgera çep a Tirkiyeyê de cih girtibû, piştî ku zilm û nemafiya dewleta Tirk a li ser têkoşîna azadiyê dît, bi tevahî tevlî Têkoşîna Azadiya Kurd bû. Heval Huseyin Aykol, tevî ku têkiliya xwe ya bi rêxistina xwe re bi temamî nebirîbû jî, hemû jiyana xwe diyarî Têkoşîna Azadiya Kurd kir. Bi rastî sosyalist, enternasyonalist û şoreşgerêkî mezin e. Hem ji bo têkoşîna sosyalîzm û azadiyê ya Tirkiyeyê hem jî ya Kurdistanê bi fedakariyeke mezin ked da û xizmet kir. 

Min heval Huseyin Aykol di sala 1991’ê de nas kir. Berê bi telefonê, piştre jî di sala 1992’an de li Lubnanê, li qada rêbertiyê li Akademiya Mahsum Korkmaz me hev dît. Wê demê Rêber Apo jî li wir bû. Wê demê ne tenê hevpeyvîn kirin; di heman demê de li ser wê yekê ku em çawa dikarin hevkarî bikin û ew dikare çi rolê bileyize nîqaş kir. Di wê pêvajoyê de li ser derxistina Rojnameya Ozgur Gundem ku wê rojane weşanê bikira jî nîqaş hatin kirin. Yanî kesekî ku ji bo serkeftina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê amade bû her cure fedakariyê bike bû. Jixwe heta şehadeta xwe her ked da û xizmet kir. Bi vî rengî bû kedkarekî mezin ê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê. Çawa ku li Tirkiyeyê ji bo doza sosyalizmê ked da, di têkoşîna gelê Kurd de jî bû kedkarekî pêşeng. Mirovekî taybet bû. Mînakên mîna wî kêm in. Evqas durust, paqij, biwijdan û girêdayî Têkoşîna Azadiya Kurd bûn pir girîng e. 

Heke îro em di biratiya gelan de roj bi roj kûr dibin, divê were zanîn ku rola hevalên wiha tê de pir zêde ye. Belê, di destpêka tevgera me de hevalên kadro yên wekî Haki Karer, Kemal Pir û piştre Emine Erciyes, Gulnaz Ege rol lîstin; ligel wan hevalên mîna Sırrı Sureyya Onder û Huseyin Aykol ku ji tevgera çep a Tirkiyeyê hatine, cîhan nas kirine, çandî û zana ne, bi van kûrbûnan beşdarî Têkoşîna Azadiya Kurd bûne û bûne pirek di navbera gelan de. Beşdarbûna wan a bi ruhê enternasyonalist bingeha yekîtiya gelan xurt kir û van mirovên hêja hîn jî di têkoşîna me de vê rolê dilîzin. Dê her dem wisa be û em ê heta dawiyê li ser xeta wan têkoşîna azadiya gelan bilind bikin û bi ser bixînin. 

Di van rojan de yê ku me wî ber bi rêwîtiya dawî ve oxir kir hevalê me Selîm Sadak bû. Ew li beravên Çemê Dîcleyê li gundê Bafê yê Botanê mezin bû û kesayetiyek bi welatparêziya xwe dihat nasîn. Di sala 1991’an de, dema ku Têkoşîna Azadiya Kurd gihîşt astekê ku dikare di siyaseta Tirkiyeyê de rolek bilîze, pêwîst bû ku hin kes wekî parlamenter werin hilbijartin. Di wê pêvajoyê de, nîqaşên ku kî dikare cih û warê gerîla, berxwedan, têkoşînê, çavkanî û keleha Têkoşîna Azadiya Kurdistanê Botanê temsîl bike, dihatin kirin. Wê gavê navê Selîm Sadak hat rojevê û me bi vî awayî navê wî bihîst. Bi rastî, ew û hevalê me yê rêzdar Orhan Dogan wekî nûnerên gelê Botanê hatin nîşandan û wekî ku tê zanîn gelê me ew pesend kirin û bi vî rengî ew bûn parlamenter. 

Hevalê Selîm Sadak ê ku jiyana xwe ji bo welatparêziyê terxan kir, piştî ku ket siyasetê di nav gelê me û li Tirkiyeyê hat nasîn. Ew 10 salan di zindanê de ma û gavek jî paşve neavêt û welatparêziya xwe kûrtir kir. Piştre, me pê re hevdîtin kir. Me li ser gelek tiştan nîqaş kir; me hevdu nas kir û gelek xebat bi hev re meşand. Li ser vê bingehê, ez hevalê Selîm Sadak bi rêzdarî û hurmet bi bîr tînim û sersaxiyê ji gelê Hezex-Botanê û malbata wî re dixwazim. Ez di wê baweriyê de me ku wê zarok û malbata Selîm Sadak li ser rêya bimeşin. Hevalekî ku mohra xwe li demekê xistiye û rol lîstiye divê beriya her kesî malbat û xizmên wî li ser şopa bimeşin. Divê hemû welatparêz li ser rêya hevalên wisa durist, paqij û girêdayî welatê xwe bimeşin. Bi vî rengî mirov dikare li ser rêya Selim Sadak kûr bibe, pêş bikeve û biserkeve. Li ser vê bingehê, ez careke din sersaxiyê ji gelê hêja yê Hezexê re dixwazim. Hevalên mîna Selîm Sadak ê ku welatparêxiya wî xurt, bi biryar û girêdayî têkoşîna azadiya gelê Kurd, ji bo me û hemû welatparêzan mînak in. Divê Selîm Sadak û yên mîna wî di vê çarçoveyê de werin dîtin û divê em wan bi vî rengî nemir bikin. Em li ser vê bingehê nêzîkî van şoreşgerên qehreman û hevalên hêja dibin. 

Îro 18 roj in li ser Îranê êrîşa Emerîka û Îsraîlê heye. Li ser vê şerê hûnê çi bêjin? 

Ev şerê berdewam dike tevahiya herêmê girtiye nav xwe. Ev Şerê Cîhanê yê Sêyemîn e. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ji bo herêmê li gorî berjewendiyên xwe ji nû ve dîzayn bikin tê meşandin. Ew şerekî di navbera hêzên hegemonîk û statukoparêz de ye. Tu eleqeya gelên herêmê bi vî şerî nîne. Ev şer ne şerê gelên herêmê ye. Ji ber vê yekê, em di vî şerî de ne aliyê ti kesî ne. Wekî tevger, xeta me ya sêyemîn  a xeta azadî û demokrasiyê ji bo gelan heye. Em li ser vê bingehê tevdigerin. Lê ev şer zirarê dide her kesî. Bi gotineke din, sivîl û kesên ku têkiliya wan bi tu aliyan re tune ne zirarê dibînin. Di aliyê siyasî, aborî, civakî û leşkerî de bandorê li tevahiya herêmê dike. Di encama desteserkirina Tengava Hurmuzê, bandorê li tevahiya aboriya cîhanê jî dike. Jixwe di vê çarçoveyê de rojeveke berfireh heye. Lê bêhtir bandorê li gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê dike. Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê gelekî girêdayî nirxên xwe ye, xwedî hestek kûr a dîrok û welatparêziyê ye. Bi wesîleyê ez bi rêzdarî gelê Rojhilatê Kurdistanê silav dikim. Di pêvajoyek ewqas girîng de, divê gelê me bêtir xwe birêxistin bike, bi hişmendî tevbigere û ji her cûre êrîş û rewşan amade be. Ger êrîşek li dijî gelê Rojhilatê Kurdistanê pêş bikeve, bê guman em ê li pişt wan bisekinin. Bê guman, divê hemû gelê Kurd bi ruhekî neteweyî piştgiriyê bidin hev. 

Îro, gelên Îranê û gelên Rojhilatê Kurdistanê di çarçoveya vî şerî de ketine serdemek pir girîng. Divê ev rewş bi awayekî cuda neyê destgirtin. Çarenûsa gelên Îranê bi hev ve girêdayî ye. Ji bo ku pêvajoyê bi vî rengî pêşwazî bikin, divê xwişk-biratî û yekîtiya gelan bêtir derkev pêş û li gorî wê tevbigerin. Ez di wê baweriyê de me ku ev pêvajo wê bi xwe re ji bo hemû gelan û gelê Kurd serdemek nû û erênî bîne. Wekî ku me anî ziman divê geşedan bi awayekî rêxistinkirî û hişmendî werin destgirtin, divê tevger û pergala parastinê li her derê bê xurtkirin. Heke ne wisa be wê eciqandin çêbibe. Ez di wê baweriyê de me ku gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê xwedî şiyan e ku pêvajoyê bi awayekî rast şîrove bike, bizanibe kengî û çi divê were kirin, bi hişmendî tevbigerin û erkên xwe bi cih bînin. 

Neteweya demokratîk yek ji fikrên girîng a Rêber Apo ye. Lêbelê piştî geşedanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş li ser vê yekê çêbûn. Bersiva we li hemberî wan êrîşan çi ye? 

Em hewce nabînin ku bersivê bidin kesên ku bi awayekî nebaş diaxivin, yên ku beşdar nabin, yên ku xizmetê nakin, yên ku 24 saetên xwe nadin têkoşîna gelê Kurd, yên ku ji fedakariyê re ne amade ne û yên ku direvin. Ew mîna kontra tevdigerin. Tiştê ku ew dikin ew e ku li Ewropayê ku reviyane ê dijberiya têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dikin. Ked û xwîna rijandî paşguh dikin, hewl didin rûmet û nirxa wê kêm bikin. Kesên bi vî rengî çiqasî tevbigerin bila bigerin, nikarin rojê bi bêjingê veşêrin an jî tarî bikin. Ji ber ku bandora rojê pir mezin e. Derketina holê ya Rêber Apo li Kurdistanê ronesansek afirand, ronakbîrî anî û gelê Kurd di aliyê siyasî, leşkerî, civakî û dîrokî ve aqil û stratejiya xwe pêş xistiye û rê li ber kûrbûn û pêngavekê vekiriye. Kes nikare vê yekê ji nedî ve were. 

Yek ji berhemên mezin ên Rêber Apo Stratejiya Neteweya Demokratîk e. Nêzîkatiyên teng ên neteweperest rol û mîsyona gelê Kurd teng dikin, dixe qalibekê û bi tenê hiştinê re ji hêzê dixe. Siyaseta wiha ya paşverû û teng a neteweperestî xizmeta gelê Kurd nake. Gelê Kurd di nav xwe de asê dike Ev nêzîkatî, ji xizmeta gelê Kurd wêdetir, berevajî vê ye; em dizanin ku ev êrîş ji hêla dijmin ve têne birêve birin. Trolên dijmin vê yekê dixin rojevê. Ji ber ku dijminên gelê Kurd herî zêde ji siyaseta neteweya demokratîk ditirsin. Mînak, ew dibêjin, “Ma Kurd kî ne ku gelê Ereb û Tirk têxin nava tevgerê?” Wan her tim Kurdan wekî kole dibînin. Ji ber vê yekê, ew bêtir li dijî siyaseta neteweya demokratîk tevdigerin. Em ji rapor û tomarên cûrbecûr dizanin ku ew herî zêde ji siyaseta neteweya demokratîk a ku ji hêla Rêber Apo ve hatî pêşxistin ditirsin. Saziyên îstîxbaratê yên dewletên dagirker li ser vê mijarê bi gelekî dixebitin. Lê em hin kesên ku xwe wekî Kurd bi nav dikin û heta bandorê li hin welatparêzan, heman tiştan tînin ziman dibînin. Ev nêzîkatiyek xelet e. Ew rola Kurdan teng û kêm dike. Rêber Apo hewl dide ku têkoşîna azadî, demokrasî û xwişk-biratiya gelan a gelê Kurd li herêmê bike pêşeng. Yên ku gelekî ji neteweperestiyê hez dikin, hewce ne ku vê rastiyê bibînin. Em jî li ser vê bingehê, dixwazin şoreşa azadî û demokrasiyê li herêmê pêk bînin, guhertin û veguherînê pêk bînin. Ev armancek pir girîng û stratejiyek mezin e. Lê aqlê hin kesan ewqasî teng e û pêşbîniya wan kêm e ku hewl didin vê stratejiyê bi sekneke teng a nîjadperestiyê li ber çavan bixin. Ev hewldaneke bê feyde ye. Divê her welatparêz vê rastiyê bibîne. 

Mînak dema QSD’ê li Rojava heta Dêrazor û Reqayê çû bi gotina, “Çi karê Kurdan li wê derê heye, çima ciwanên Kurd dişînin mirinê” rexne dikirin. Dema ku QSD’ê ji wê derê vedikêşe dîsa rexne dikin. Ji ber ku karê wan rexnekirin û reşkirina rastiyan e. Di rastiyê de ev ne rexnekirin e. Her kes ji bo rexneyê rast vekirî ye. Em tevgera rexne û rexnedayînê ne. Mafê welatparêzan heye ku bi gotina, ‘Çima wisa bû’ rexne bikin. Lê li vir ne rexne reşkirin û berovajîkirina rastiyan heye. Tişta ku divê bê dîtin eve. Niha tişta ku pêwîste gelê me yê Rojavayê Kurdistanê bike xurtkirin û pêşxistina siyaseta neteweya demokratîk e, bi gotinekî din xwişk û biratiya gelê Kurd, Asurî-Suryanî û Ereb e. Tenê bi vê siyasetê dikarin bi awayekî gîştî şoreşa demokratkiyê li Sûriyeyê pêş bixin û bibin xwedî rol û mîsyon. Dikarin bi têkoşîna demokrasî û siyasetê xwe ji her aliyê ve xurt bikin. Siyaseta neteweya demokratîk îro dikare Kurdan di siyaseta Sûriyeyê de bike hêzekî bingehîn. Bi di nava xwe de xwe tengkirinê û di kilîdbûna Kurbûnekî bi vî tarzî de nikare tîştek bike. Ji ber vê yekê nêzîkatiyên bi vî rengî ne di berjewendiya gelê me de ye. Divê hemû welatparêz û alîgirên demokrasiyê vê rastiyê li ber çavan bigrin û li gorî wê tevbigerin.  

Rêber Apo çi dibêje? Dibêje ez dixwazim ji Kurdan re cihek çêbikim. Çima? Ji ber ku bi awayekî fermi tu cihên Kurdan tune ye. Niha neteweyên ku di Neteweyên Yekbûyî de dewlet in hene, lê platforma ku neteweyên ku ne dewlet in jî hene. Gelo li wir Kurd hene? Li wir jî tune ye. Yanî di vê cîhanê de cihek nedane Kurdan. Kurd hîn jî nifûseke bê qeyd û bê cih e. Belê, li hin deveran statuya xwe heye. Ev baş e. Başûr ji vî alî ve gaveke girîng e; her wiha Rojava gavê diavêje. Lê belê divê em zanibin ku hîn jî qeyda me nîne; Qeydeke Kurdn nîne. Pêwîstî bi têkoşîneke cidî heye. Ji ber vê jî Rêber Apo dibêje ew hewl dide ji bo Kurdan cihekî çêbike. Di qanûnên Tirkiyeyê de wê cih jê re bê dayin. Têkoşîna tê meşandin bi qasî têkoşîna demokrasî û sosyalîzma demokratîk, ji wê wêdetir têkoşîna Kurdîtî û Kurdistanî ye. Weke Kurd em ê çawa li herêmê li ser xaka xwe azad bijîn? Niha têkoşîna vê tê meşandin û divê her kes vê heqîqetê bibîne.

Rêber Apo 54 sal in vî karî dimeşîne. Bala xwe bidinê, nîvê van salan girtî ye, nîvê van salan jî li derve derbas bûn. Hem li derve hem jî li zindanê ji aliyê teorîk, siyasî, felsefî ve karekî bêeman dimeşîne, gelekî hewl dide. Bi vî rengî ji bo Kurdan çeperek afirand; gelek pêşketin pêk anî û niha jî dixwaze vê demê bi ser bixîne. Her kesên ku têkildarî Kurdîtiyê bi kûrahî difikre, divê di vê çarçoveyê de binirxîne. Têkoşîna ku Rêber Apo û Tevgera me ji bo Kurdistanê meşand bi çend gotinan nikare bê vegotin. Ev hemû bi lehengiay şehîdan, bi keda Rêber Apo û destanên li zindanan û çiyê hatin afirandin. Bi hêsanî nebû. Ji ber vê jî hewldanên hin kesan ên li ser komputerê hewl didin tevlîheviyê bikin bê wate ye, encamê nikare bi dest bixe. Lê belê ji bo serxistina têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd, divê gelê me û welatparêzên Kurd li ser vê heqîqetê xwe kûr bikin.

Dewam dike…

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rojê 17 dermanan dixwe: Li gorî dadger dikare bi tenê îdare bike
Nûçeya Pişt re TJK-E: Werin em di Newrozê de li dora heman agirî bicivin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Fransa: Em bi biryar in ku Fîlîstînê nas bikin, lê em ê vê bi tenê nekin!

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot diyar kir ku ew bi biryar in Dewleta…

Ji aliyê Stêrk TV

Rotînda Amed: Her gotina Rêbertî talîmat e

Ji delegeyên Kongreya 12'emîn a PKK'ê Rotînda Amed ragihand ku her gotineke Rêber Apo ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Bakirhan: Pisûlaya me Abdullah Ocalan e

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li Newroza li Sêrtê axivî û got, "Pisûlaya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Gerîlayên HPG û YJA Starê: Di vê Newrozê de em ê pêvajoyê bi ser bixînin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Hewlêrê herî kêm 4 teqîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

KONGRA-GEL: Bila cejna Newrozê bibe wesîleya aştî, azadî û demokrasiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

MSD: Çareseriya pirsgirêka Efrînê bi bidawî dagirkeriya Tirkiyeyê ve girêdayî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?