Çarşem, 16 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rêber Apo: Divê Îran darvekirinan rawestîne, dest ji êrişên li ser herêmên Kurdan berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqereyê 8 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîn Ay bû hevşaredarê nû yê Bajarê Mezin ê Amedê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qetilkirina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên siyasî yên Kurd ragihandin ku ew ê dest bi greva birçîbûnê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    PJAK, YRK û HPJ’ê serdana şehîdgehê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojhilatê Kurdistanê di greva giştî de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrettîn Demîrtaş: Yên ku zêdegaviyê di rexneyan de dikin nafikirin, teqlîdê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serdana gora Jîna Emînî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwiyek li ser rêya azadiyê…

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê daxwazên rewa yên gel bibin bingeha guhertinan’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hejmara taybet a kovara ‘Jinên Rojhilat’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    DAKB’ê: ‘Jin Jiyan Azadî henaseya têkoşîna azadiya jinan e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tahliyeya girtiya 33 salan Hîcran Bînîcî salekê din jî hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raportora NY’ê ya ji bo Îranê: Israra azadiyê ya jinan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Muradî: ‘Jin, Jiyan, Azadî’ projeya civaka demokratîk û azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xaneqînê jinek hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Divê nêrîn û daxwazên me yek bin’
Rojava

‘Divê nêrîn û daxwazên me yek bin’

Beşdarên konferansa jinan diyar kirin ku Sûriye di pêvajoyeke hesas re derbas dibe û destnîşan kirin ku ji bo parastina destketiyan divê ew jin yekîtiya xwe ava bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Adar 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Beşdarên konferansa “Werin em bi hev re têbikoşin, ji bo misogerkirina mafên jinan di destûra Sûriyeyê de” ya Kongra Star ji ANF’ê re axivîn, ku konferans 17’ê Adara 2026’an li Qamişloyê hate lidarxistin.

Ji beşdarên konferansê Hevseroka Ofîsa Têkiliyan a PYD’ê Sema Bekdaş li ser rola jinan a di mezinkirina Şoreşa Rojava de axîvî û ev yek anîn ziman:  ‘’Di Şoreşa Rojava de û heta roja me ya îro jinan bi her awayî têkoşîna xwe daye meşandin. Têkoşîna ku hatiye meşandin, tekez kir ku azadiya civakê girêdayî azadiya jinan e. Jinan di projeya civaka demokratîk û veguhertina civakê de pêşengtî kir. Her wiha di Şoreşa Rojavade xwedî rol û misyoneke mezin bûn ku karîn di nava civakê de guhertinên cidî pêk bînin û dengê jinan li cîhanê belav bikin. Jinan di asta Sûriye, Rojhilata Navîn de yekîtiya xwe ava kirin û karîn têkoşîna xwe bikin yek. Di encama têkoşîna jinan de ku rojane bilindtir dibû gelek berdêlên giran dihatin dayîn, bi dehan şervanên jin şehîd bûn.’’

Sema Bekdaş di dewama axaftina xwe de anî ziman ku xeteriyên cidî li ser jin û destkeftiyên jinan hene û got: ‘’Ji ber ku em dizanin ku ji dîrokê ve jin çawa hatine tunekirin û mafê wan çawa hatine çewisandin. Di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de hebûna jinan pîvanek bû ku dîroka xwe bi xwe nivîsandin. Nasname, qanûn û hevpeymana xwe ava kirin. Ev hemû di encama têkoşîn û berxwedana jinan de çêbûn. Her wiha divê vê serdemê de bi taybetî di van pêvajoyên ku niha em tê re derbas dibin de ji bo ku em destkeftiyên xwe di destûra Sûriyeyê de bi cih bikin û fermî bikin, em têkoşîna xwe bilinditr bikin. Ji ber ku em di pêvajoyeke hesas re derbas dibin û gelek xeterî li ser jin û destkeftiyên jinan hene. Ji ber ku di Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de îradeya jinan dernakeve pêş. Lê belê li Rojava hebûna jinan di her qadê de pîvaneke esasî ye û hemû zagon û biryar li ser wê esasê tên danîn.’’

Hevseroka Ofîsa Têkiliyan a PYD’ê Sema Bekdaş di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku divê jin rêxistinbûyîna xwe bilindtir bikin û got: ‘’Di qanûn û bendên biryarên hikûmeta demkî de jin nayên dîtin. Ji ber wê ji me tê xwestin ku em hîn zêdetir xwe birêxistin bikin ku a niha çavê her kesî li Rojava ye. Divê em ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û misogerkirina mafê jinan têbikoşinû  bikaribin tecrûbeya heyî biparêzin û erk û misyona xwe ya di nav şoreşê de girtî pêk bînin.’’

Piştre Endama Fermandariya YPJ’ê Zîlan Cesûr axivî, bal kişand ser rola YPJ’ê ya di nava Şoreşa Rojava de û ev yek anîn ziman: ‘’YPJ ev 14 sal in li Rojava û Sûriyeyê  sîstema xwe ava kiriye û xebatên xwe dimeşîne. Me gelek zor û zehmetî kişandin, lê belê îro me hebûna xwe ava kiriye. Zehmetiyên ku dihatin kişandin jî ji ber wê yekê ne ku em di civakekê dê nedihatin qebûlkirin û îradeya wê nedihate dîtin. Cihgirtina jinan di nava qada leşkerî de û li Sûriyeyê tecrûbeyeke pir mezin bû. Di encama wê de îro YPJ’ê li seranserê cîhanê tê naskirin.’’

Endama Fermendariya YPJ’ê Zîlan Cesûr sozdayîna xwe ji bo jinên Sûriyeyê nû kir piştre tekez kir ku wê heta dawiyê hemû jinan biparêzin û ev yek anîn ziman: ‘’Em weke YPJ’ê hebûn, destûr û sîstema xwe diparêzin. Ji ber ku me soz daye jinan ku em hemû pêkhateyên xwe ku heta dawiyê doz, hebûn û îradeya jinan biparêzin. Em weke YPJ’ê dibêjin ku em heta dawiyê li pişt dayîk, xwişk û hemû jinan bin û em ê wan birparêzin.’’ 

Endama Koordînasyona Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omer jî nêrînên xwe anîn ziman û got: ‘’Di 14 salên ku li Sûriyeyê pirsgirêk dihatin jiyîn, jinan li hemberî wê têkoşîn û berxwedana xwe da destpêkirin û karîn li herêmên xwe mafên xwe biparêzin. Mînaka wê têkoşîna ku jinan e ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kiriye. Tevlîbûna jinan di her qadê de hebû û karîn bigihîjin cihê biryarê û di avakirina biryarê de hevkar be. Her wiha ji aliyê xweparastinê ve jî jinan hêza xwe ava kir. Ev hemû ji bo jinan destkeftiyên mezin in.’’

Emîne Omer di berdewamiya axaftina xwe de qala rewşa jinên li Sûriyeyê kir û wiha pêde çû: ‘’Ev 14 sal in li gel derketina aloziyên Sûriyeyê, bandoreke mezin ser jinên li Sûriyeyê hate kirin. Ji ber ku bûn qurbanî û bi gelek zehmetî, astengî û tundiyê re rû bi rû man. Lê belê jinan ji bo xwebi rêxistinkirinê hewl dan û li ber xwe dan. Bi hilweşandina rejîma BAAS’ê û hatina hikûmeta demkî re jin bi hêvî bûn ku piştî van zehmetiyên ku hatine kişandin mafê jinan di destûra Sûriyeyê de werin parastin, lê belê di gavên ku hikûmeta demkî avêtine de rola jinan kêmtir dibe. Di destûra Sûriyeyê bi xwe de xalên ku mafê jinan biparêzin, nînin.’’ 

Endama Koordînasyona Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omer tekez kir ku ji bo ku jin hebûna xwe di nava Sûriyeya nû de misoger bikin divê yekîtiya xwe ava bikin û got: ‘’Îro xetereyeke cidî li ser mafê jinan heye. Ji ber ku her ku diçe jin dûrî siyaset û mafê xwe dibe û weke hemwelatiyên di asta duyem de tên dîtin. Weke jin di vê pêvajoya dîrokî de divê jin li hev xwedî derkevin û yekîtiya xwe ava bikin. Ji ber wê jî di demên pêş de destûra Sûriyeyê ya mayînde were nivîsandin û divê jin têde hebe, divê jin destkeftiyên xwe winda nekin. Divê bi hev re bi her awayî têkoşîna xwe bidin meşandin da ku hevdu xurt bikin. Divê nêrînên me û daxwazên me yek bin da ku em bikaribin avakirina Sûriyeyê de rola bilîzin û cihê xwe ava bikin.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KCK’ê bang kir ku Cejna Remezanê bibe wesîleya aştî, edalet û azadiyê
Nûçeya Pişt re Ji Hevserokên DEM Partiyê peyama Cejna Remezanê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Mala Kurdan a Moskowê şahiya 8’ê Adarê hat lidarxistin

Li avahiya Mala Kurdan a Moskowê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hat pîrozkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Stenbolê Kurdek ji Dihokê hate qetilkirin

Hakim Loqman ê ji Dihokê, li Stenbolê ji ber axaftina bi Kurdî rastî êrîşa bi…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Di têkbirina DAÎŞ’ê de rola Abdullah Ocalan girîng e’

Hîndekarê Zanîngeha El Ezherê Şêx Ehmed Turkî destnîşan kir ku di têkbirina DAÎŞ'ê de rola…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

49 girtî hatin berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Gazî Egîd Efrîn: Ji bo me rêya şehîdan esas e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mazlûm Ebdî bi nûnerên partiyên Kurdan re civiya

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Rojava çalakiyên ji bo zimanê dayikê: Zimanê me nasnameya me ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?