Yekşem, 1 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Fatma Unsal Botan: Desthilatdarî di vê pêvajoyê de MGK’ê dide pêş, ev yek cihê rexneyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 1’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sancar: Abdullah Ocalan derbasî cihê nû yê li Îmraliyê hatiye çêkirin bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiya Dr. Zeyneb Silêmanî ya girtî giran e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Samsunê ‘Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê civîna gel hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Em ê nirxên ku şehîdan bi fedakariyê afirandin her tim biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi merasîmeke heybet 7 şehîdên Şengalê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan car din edalet xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlaya YJA Starê Rojbîn Sonmez hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîdên me siberoja me ronî kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo kurê xwe yê bûye mexdûrê tiryakê têdikoşe: ‘Ciwanên me ji vê jehrê rizgar bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Newaya Jin bi manşeta ‘Parastina cewherî mafê hebûnê ye’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna kedê ya li dijî kapîtalîzm û mêtingeriyê’ hat axaftin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Elîf Aslan jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Jinan: Divê em aştiyê mîsoger bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Voce Arcaica ya ku ji bo Nagîhan Akarsel tê lidarxistin wê di 7’ê Mijdarê de li Romayê be

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E û KON-MED’ê li dijî qirkirina jinan pêngava têkoşîna civakî da destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > KJK: Em vê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo
Jin

KJK: Em vê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

KJK: Em vê Newrozê bikin Newroza pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, bikin sala serketina têkoşînê ku jin, ciwan û gelê Kurd digihîne Rêbertî."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Adar 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Koordînasyona Koma Jinên Kurdistanê (KJK) got, “Em şehîdên xwe yên Newrozê di şexse hevrê Mazlûm Dogan, Rahan Demîrel, Zekiye Alkan, Sema Yuce, Ronahî û Bêrîvan de bi hesret, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin.”

Koordînasyona KJK’ê têkildarî cejna Newrozê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Tevgera Newrozbûnê ku Rêber Apo li dijî sîstema Dehaqan a mêr ê serwer û zalim ê ji dîrokê heta niha dewam dike da destpêkirin, bi têkoşîneke bi heybet a 52 salî re ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê gihîşt wê astê ku jiyaneke azad û aştiyê bi xwe re bîne û ji bo hemû bindestan bû bersiveke civakî. Rêber Apo hemû nirxên jiyanê, demokrasiyê, wekhevî û azadiyê yên ji mirovahiyê-jinan hate dizîn radestî xwediyê wan kir û weke Prometheus ê hemdem li dijî sîstema xwedayên bê maske û qralên tazî her roj xwe nû kir, ji mirovahiyê re bû ronahî û weke rojê hîn jî şewq dide. Agirê berxwedan, azadî û serketinê ku li warê Xwedawendê li Zagrosan beriya niha bi 2638 salan ji aliyê Kawa ve li dijî Dehaq ê zalim hate dadan, di nava sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê de jî digihîne me jinan û gelan û eşqa azadiyê ya Mem û Zîn pêk tîne. Dem hatiye ku dîroka Kurdan û gelan êdî ji dîroka qirkirinên trajîk derkeve.

Di pêvajoyekê de ku bi şerê berjewendiyan ê kapîtalîzma hov re di nava tarîtiyê de tê fetisandin, şahidî ji wê yekê re tê kirin ku bi ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo re mirovahî dibe xwedî hêviya jiyana azad ku bi hesreta wê ye. Li vê xakê ku dergûşa mirovahiyê, civakîbûnê, azadî û bedewiyê ye, li şûna zivistanên dijwar dîroka biharbûn, ronîbûn û jinûve vejînê tê nivîsandin.

Jinûve vejîn bi formul û felsefeya bi sêhr a Jin Jiyan Azadî jidayikbûna jiyana azad e, rastiya jinê ya Newrozbûyînê ye, rastiya civak û gelê bi îrade, xwedî hêza xwerêveberiyê, xwerêxistinî û nasnameya xwe ye.

Rêber Apo di jinûve avakirina mirovahiyê ya bi felsefeya Jin Jiyan Azadî de rola damezrîner, ş ensê azadbûnê da me jinan, ev rûmet bi me da jiyandin. Em Newrozê li Rêber Apo pîroz dikin û silav dikin. Ji bo me jinan tenê rêyeke jiyanê heye, ew jî jiyana azad a bi Rêbertî re ye. Em dibêjin dem ew dem e ku vî şensê jiyana azad ê bi Rêber Apo re afiriye veguherînin tevgerea hevrêtiyê ya herêmî, gerdûnî û neteweyî ya jinan, biharbûna jiyanî û civakî pêk bînin û azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger bikin.

Meşa me ya Newrozbûyînê û azadiya bi pêşengiya jinên Kurd, di şexsê şoreşa jinê ya Rojava de bi wê wezîfeyê re rû bi rû ye ku têkoşîna civaka azad û jiyana azad a di dîroka jinê de hatiye afirandin di asta herî bilind de temsîl bike. Têkoşîna me ku bi vejînê hate destpêkirin û bi berxwedanê mezin bû, bi têkoşîna avakirina civaka komînal re ku tê wateya jinûve jidayikbûnê, êdî bûye xwedî rastiyeke gerdûnî. Asta birêxistinkirina sîstema civaka komînal wê me jinan û gelan nêzî jiyana azad bike. Hêza rêxistinbûnê ya jinê wê bibe vegera bi rengekî azad a li jiyanê ya bi rengekî bi heybet û jinûve avabûna jiyana civakê. Em vê Newrozê ku ji bo me tê wateya hatina biharê û nûbûnê, bi avakirina komînên xwe yên demokratîk re bikin Newroza Avakirina Jiyana Nû. Em destketiyên xwe yên ku bi pêşengiya Rêber Apo bi têkoşîna gelê me û jinan bi dest xistine, bi avakirina komînan bixin pratîkê, Kurdistanê ji bo Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê bikin deriyê ber bi sosyalîzma civaka demokratîk.

Newroz bila bibe ew roj ku agirê azadiyê veguhere ruhê yekîtiyê yê jinan, gelan û hemû bindestan ê li hemberî zaliman.

Agirê Newrozê divê weke heqîqeta Kurdan ku gelekî xwe timî ji xweliyên xwe ava dike, venemire. Ruhê yekîtiyê yê Newrozê ku beriya hezaran salî serketin bi xwe re anî, îro bi hevrê Ş. Ehmed Hêmin bûye sembol. Bi vî ruhê yekîtiya neteweyî re bila ev Newroz bibe Newroza neteweya demokratîk.

Em vê Newrozê bikin sala serketina têkoşînê, misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, sala xwegihandina jinan, ciwanan û gelê Kurd a li Rêber Apo.

Em bang li hemû jin, mêr, mirovahiyê dikin ên ku rûmeta jiyana bi rûmet hildigirin, li dijî zilm, zordariya serweriya mêr di mirovbûnê de israr dikin, ku Cejna Newrozê veguherînin peymana jiyana azad a bi Rêbertî re, govenda azadiyê û bihara azadiyê. Ji bo vê jî divê her kes biherike qadên Newrozê, daxwaza demokrasiyê bilêv bikin û têkoşîna ku azadiya fîzîkî ya Serok Apo misoger dike, bide destpêkirin.

Em çalakiyên azadiyê yên jinan hemûyan pîroz dikin ku ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê rabûn ser piyan, bi sed hezaran kesî qad dagirtin û pirek ava kirin.

Em hêvî dikin ku Cejna Remezanê ku ruhê piştevanî, çandî ya komînal a alema Îslamê zindî dihêle li tevahiya cîhanê bibe wesîleya aştî, xwişk-biratî û azadiyê, em pîroz dikin. Li dijî şerê ku hewl dide di navbera gelan, bawerî û çandan de bê derxistin, em banga xwedîderketina li Banga Aştî û Civaka Demokratîk dikin û li vê xakê ku dergûşa mozaîka çandan de welatê bihuştê ava bikin.

Em Newroza bi milyonan mirovî pîroz dikin ku bi kelecana guhertina dîroka netewe dewlet a kevn, kapîtalîzm, qirkirin û şer, bi kelecana jinûve avakirina dîroka civakeke komînal a demokratîk ku xwe dispêre azadiya jinê dadikevin qadan. Bi Rêber Apo re wê azadî bi ser bikeve.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gund amade ne ku agirê Newrozê vêxin: Tu caran nekarîn wî ruh û agirî vemirînin!
Nûçeya Pişt re Li Kobanê amadekariyên cejnên Newroz û Remezanê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Hêzên Ewlekariya Hundir-Jin ewlehiya civakî pêk tînin’

Hevseroka Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd Konferansa Hêzên Ewlekariya Hundir-Jin a…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 29’Ê ADARA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Êrîşên li hemberî hev ên Îsraîl û Îranê 4 roj in dewam dikin

Êrîşên Îsraîl û Îranê yên li hemberî hev doh bi şev jî dewam kirin. Di…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

‘Dadgerî newekheviya zayendî mezin dike’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Em ê nirxên ku şehîdan bi fedakariyê afirandin her tim biparêzin’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Newaya Jin bi manşeta ‘Parastina cewherî mafê hebûnê ye’ derket

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Têkoşîna kedê ya li dijî kapîtalîzm û mêtingeriyê’ hat axaftin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?