Bêguman di dîroka gelên berxwedêr hemûyan de rojên lehengiyê hene, rojên têne bîranîn hene. Lê belê ji bo gelê Kurd gelekî girîng e ku ev weke hefteya lehengiyê bê dîtin, li ser vê bingehê wate ji têkoşînê re bê dayin; ev yek ji aliyê dîrokî û civakî ve girîng e. Ev rewş di heman demê de ji ber rastiya civaka Kurd e. Hem ji aliyê dîrokî hem jî ji aliyê civakî ve gelê Kurdistanê xwedî dîrokeke gelekî cuda ye. Dîroka gelê wKurd bi taybetî 200 salên dawî bi temamî bi komkujiyan derbas bû. Bi êş, zordarî û zilmê tijî ye. Di nava rastiyeke bi vî rengî ya dîrokî de rabûna tevgera Apoyî û bi têkoşîna wê ya azadiyê re bi taybetî 200 salên dawî û bi gitşî jî di nava rastiya dîrokî ya hezaran salan de guhertinên mezin pêk anî. Sedema afirandina Hefteya Lehengiyê û girîngiya vê yekê di nava têkoşîna azadiyê de ev rastiya dîrokî ye.
Pêvajoya ku wate da Hefteya Lehengiyê şehadeta yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê Mazlûm Dogan a 21’ê Adara 9182’an û şehadeta bi lehengî ya fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) a 28’ê Adara 1986’an bû. Rojên di navbera van herdu şehadetan her sal weke hefteya lehengiyê tê bîranîn. Girîngiya vê hefteyê jî ew e ku piştî kesayetiya van hevrêyan di dîroka Kurdistanê de guherîn û veguherîn pêk hatin. Pêşengên mezin Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz rastiyek danîn holê. Vê rastiyê di şexsiyeta Kurdan de ji aliyê civakî, dîrokî, siyasî, îdeolojîk, fikrî û jiyanî ve guherînên bingehîn xwe re anî. Asta lehengiyê ku di dîroka têkoşîna azadiyê de derkete holê, di karakterê van kesayetên pêşeng de şênber bû ku ev yek ji faktorên bingehîn ên girîngiya vê hefteyê ne. Ya ku nasname afirand û nirxên îdeolojîk ên tevgera Apoyî hemû ava kir; ev kesayetên leheng in ku di nava dîrokê de derketin holê. Li ser vê bingehê dîroka ava bû.
Di vir de girîngiya Mazlûm Dogan bi şênberî derdikeve holê. Ji ber ku tevgerê taybetmendiya partîbûnê, rêbaza wê ya jiyanê û nasnameya milîtaniyê di şexsê Mazlûm Dogan de bi dest xist. Bi taybetmendiyên xwe yên jiyanê nasname da tevgera Apoyî. Mazlûm Dogan bi çalakiya xwe re jî ev yek gihand asta herî bilind. Bêguman ev destpêkek e û piştî wê jî bû destpêka çavkanî û pêşketinan hemûyan ku mohra xwe li dîroka têkoşîna azadiyê xist. Ya ku girîngiya kesayetiya Mazlûm Dogan destnîşan dike ev e. Civaka Kurd a ber bi tinebûnê ve diçû, bi tevgera azadiyê re jinûve kir xwedî îrade.
PÊŞENGÎ JI JIYANA BI NAVÊ KURDÎTIYÊ RE KIRIN
Ev civaka ku îradeya wê jê hatibû stendin, hatibû lawazkirin, newêrîbû bi navê xwe bipeyive, ji ziman û çanda xwe hatibû dûrxistin, nikarîbû hebûna xwe bîne ziman, bi tirs didpeyivî û ji xwebûnê dûr ketibû; bi rabûna tevgera Apoyî re jinûve bû xwedî îrade. Di demekê de ku li Zindana li Amedê mercên herî giran hebû, bi taybetî pişti darbeya 12’ê Îlonê faşzîma dewleta Tirk li ser civakê di asta herî bilind de dihate ferzkirin pêşengê mezin Mazlûm Dogan bi îradeya ku danî holê faşîzm hilweşand. Îradeya ku nîşan da, berxwedana ku kir û bi taybetmendiyên kesayetiya xwe tîpekî nû yê mirov, feraseteke nû ya Kurdîtiyê destnîşan kir. Mazlûm Dogan bi vê çalakiya xwe re pêşengî ji jiyana ji niha û pê ve ya bi navê Kurdîtî û mirovahiyê re kir.
Derketina gerîla ya li serê çiyayên Kurdistanê, berxwedana li çiyê, destpêkirina tevgera gerîla û şerê gerîla yê ku 15’ê Tebaxê destpê kir jî çavkaniya xwe ji vê berxwedanê werdigire. Di vê pêvajoyê de yê ku li çiyayên Kurdistanê pêşengiyê ji şerê gerîla re dike, wê bi rê ve dibe, şer dide dstpêkirin û dîrokê jinûve dinivîsîne jî fermandar Mahsûm Korkmaz e. Fermandar Mahsûm Korkmaz ew kesayet e ku Mazlûm Dogan ew tevlî nava partiyê kir. Di vir de ya girîng ew e ku ev rastî baş bê fêhmkirin. Dema ku kesayetek dema xwe biafirîne; bigihêje rastiya xwe, bi jiyan, hewldan, têkoşîn, berxwedan û azadiyê re bibe yek, ev kesayet dikare dîrokê jî biguherîne, dikare civakê jî biguherîne. Kesekî bi vî rengî di dewamiya têkoşîna xwe de her tim tê bîranîn. Ji ber vê yekê jî tişta ku di şexsê fermandarê mezin hevalê Mahsûm Korkmaz de derkete holê ew bû ku rastiya tevgera Apoyî jinûve şîn bû û bi pêş ket.
Ev rastî bi berxwedana zindanê ya bi pêşengiya Mazlûm Dogan destpê kir bû xwedî nasname. Ev îrade, ev berxwedana ku derkete holê êdî nikare bê tinekirin. Ev îrade wê serketinê misoger bike. Di şexsê van lehengna de mirovekî nû yê Kurdistanê, mirovekî nû yê azad ê Kurdistanê derkete holê. Têkoşîna ku heta niha têkoşîna çekdarî meşand, bi pêngava Rêber Apo re derbasî qonaxeke nû bû. Eger ev pêvajoya aştî û civaka demokratîk bigihêje serketinê, destektiyên ku heta niha hatine bidestxistin, wê têkoşîna gelê Kurd derbasî asteke hîn pêşketî bike. Wê pêşî li feraseta neteweya demokratîk û siyaseta demokratîk veke. Bêguman ên ku hîmê bingehîn ê vê têkoşînê anîn û heta roja îro anîn wê ti carî neyên jibîrkirin, wê timî bibin pêşengên têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê.

