Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi giştî li 53 navendan bi dirûşmên “Newroza azadî û yekitiya demokratîk” û “Newroza azadî û demokrasiyê” pîrozbahiyên Cejna Newrozê hatin lidarxistin. Der heqê pîrozbahiyan de lêpirsîn hatin destpêkirin û gelek kes hatin binçavkirin û girtin. Têkildarî serdegirtinên malan, binçavkirin û girtinan li gelek bajaran daxuyanî hatin dayin.
AMED
Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER), li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyanî da. Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê Muhîttîn Mugaç di daxuyaniyê de axivî û got ku di encama darizandin û lêpirsînên derhiqûqî de gelek kes hatine binçavkirin. Mugaç, got: “Me dît ka pirsgirêkên nehiqûqî çawa tên kirin û fllamayên kesk, sor û zer çawa dikin mijara sûc. Tevî ku di Newroza Amedê de li ser ewlehiyê gelek lihevkirin hatin kirin û girtek hatin girtin jî îro em bi binçavkirinan hişyar bûn. Ev sepan, zirarê didin pêvajoyê.”
Metna daxuyaniyê ji hêla Hevseroka TUHAY-DER’ê Yeter Erel Tumayê ve hate xwendin û got: “Ji bo aştiya civakî, azadiya gelan û parastina hesta ewlehiyê ya malbatan, divê ev sepanên zextker bên bidawîkirin, ciwanên binçavçkirî bên berdan û em dixwazin edalet pêk bê.”
Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Mehmet Kamaç jî got ku sedema aramiya îro ya li Tirkiyeyê pêvajo ye û got: “Lêbelê Êrişên aqilê belengaz didomin. Li dijî vê têkoşîna gelê Kurd jî didome. Bi roja ye pêla binçavkirinan didome. Gelê ku sed sale serî netewandî dê li dijî binçavkirinan jî serî netewîne. Ev bêhiqûqtiya we zirarê dide pêvajoyê. Lewma girtî û binçavkiriyan tavilê berdin.”Daxuyanî, bi berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.
EDENE / RIHA
Platforma Saziyên Demokratîk a Edeneyê jî li pêşiya Parka Înonuyê daxuyanî da. Hevserokê DEM Partiyê yê BAjar Seyfettîn Aydemîr daxuyanî xwend. Aydemîr, wateya Newrozê ya ji bo gelê Kurd vegot û bertek nîşanî serdegirtinên malan, binçavkirin û girtinan da. Aydemîr, xwest girtîgeh bên valakirin, gavên hiqûqî bên avêtin û ciwanên hatine girtin tavilê bên berdan.
Platforma Saziyên Demokratîk a Rihayê jî li pêşiya avahiya DEM Partiyê daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Nûnerê Rihayê yê TUHAY-DER’ê Serhat Durdu di daxuyaniyê de anî ziman ku ev zextên heyî zirarê didin pêvajoyê, ji bo pêşketina pêvajoyê divê rayedar tavilê gavên şênber biavêjin û girtiyên siyasî di çarçoveya rêgezên hiqûqa gerdûnî de demildest bên berdan.
Daxuyanî, bi çepikan bi dawî bû.

